Li pişt pênûsekê dilek lê dide; li pişt hevokekê wêrekiyek veşartî ye. Û carna ev wêrekî ewqasî mezin e ku temenekî mirovan têra wê nake. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ne tenê dan pey astiya li dû nûçeyên xwe; di heman demê de tarîtî ronî kirin.
Min Nazim li herêmên cuda, bi weesîlea lêkolînkirina nûçeyek li ser mijarên nêzî hev nas kir. Piştre dem bi dem me firsend dît ku bi hev re bixebitin. Ji bo şopandina gelek bûyerên civakî me derfet dît ku bi hev re bixebitin.
Nazim li ser sînamegeriyê xwendibû û rojnamevantî jî bi baweriya ku wê pêşî li sînamegeriyê veke dikir. Wî dixwest komkujî û êşên bi serê gelên bindest hatine, berxwedana wan bi rengekî xurt bi sînemayê nîşan bide. Ji xwe nûçeyên xwe jî bi vê têgihiştinê amade dikir û demeke kurt de mohra xwe danî binê nûçeyên girîng. Ev yek bû sedem ku bi nêrîneke cuda lê binihêre, pirsên ku dipirsî jî ne ew pirsên ji rojnamevaniya klasîk bû.
Felsefeya ‘Ez şoreşger im, beriya rojnamevan bim’ di sekna Nazim de hebû. Lewma bê tirs bi ser bûyeran de diçû, hêz û bawerî dida derdora xwe. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir jî heman helwest nîşan da. Li Bakur di dema berxwedana Silopiya û Cizîrê de jî xwedî heman seknê bû. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir jî sekna wî bi heman rengî bû. Di pêngava rizgarkirina Reqa û Tebqayê de jî heman helwest nîşan da. Di dema êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de, di êrîşa dawî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Minbicê de jî xwedî heman seknê bû.
Ji bo tarîtiyê ronî bike bê tirs li hemû bûyeran dipirsî. Nazim li pêşberî heval, derdora û civaka xwe gelekî dilnizm bû. Bi pênûsa xwe lêgerîna heqîqetê ya mirovan azad dikir. Ew ne tenê nûçegihanek bû, di heman demê de sînameger bû, wijdanê civakê bû. Hevokên wî, wêneyên wî li dijî bê edaletiyê bû. Bi her gotina xwe qîrînek bû ku dawî li bêdengiyê dianî. Navê wî, wê weke awazeke di lêgerîna edaletê de bê bîranîn.
CÎHAN
Belê, Cîhan Bîlgîn; ma nav û paşnavê mirovekê ewqasî lê tê? Cîhan dixwest bi her tiştî zanibe, tiştên hîn bû jî ji bo berjewendiyên civakê bi kar bîne. Yên ku hîn cara destpêkê ew didît û nas dikir, mîna ku bi salan e nas dike li sekna wê ya dilgerm rast dihat. Tu her tim bû dengê bêdengan, çavê bêçavan. Te dengê xwe da aliyekî û çîroka mirovên din da pêş. Wêrekiya te dişibiya ruhekî şoreşger ê ji pênûsa te.
Cîhan ne tenê rojnamevanek bû, ew di heman demê de xwedî dilekî welê bû ku lehengên veşartî yên li nava jiyanê nîşan dida. Niha li cihê ku ew bêdeng bûn mîna ku pênûs bêdeng bûne, lê belê di nava bêdengiyê de jî bûn dengê deng vedida. Nazim û Cîhan bûn stêrk û di nava ronahiya ku tarîtiyê ronî dike bûn du ronahiyên li ezmanan. Ne tenê ji hempîşeyên xwe re, wan di heman demê de mîrateyek ji tevahiya mirovahiyê re hiştin. Hîn kirin bê şerê di oxira heqîqetê de, bilêvkirina rastiyê bi wêrekî tê çi wateyê. Niha wê di hevokên li pey xwe de hiştine bêne bîranîn. Niha di nava me de nîne, lê belê pênûsên Nazim û Cîhan wê heta bi hetayê binivîsînin. Ji ber ku rojnamevanên şoreşger di nava ronahiya rastiyê de dijîn û ew ronahî jî ti carî venamire. Bîranîna van herdu rojnamevnaan wê di dilê me de, di nivîsên me de be. Wezîfeya me ye ku em xwedî li bîranîna wan derkevin.