Di sala 2023’an de bi 2.443 milyar dolarî lêçûnên leşkerî yên di asta navneteweyî de hatin kirin, gihîşt asta rekorê.
Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) ev hejmar ji sala 2001’ê û vir ve bi du qatî zêde bûye.
POLONYA SERKÊŞIYÊ DIKE
Ji aliyê lêçûnên leşkerî ve Polonya welatê sereke ye. Di navbera salên 2022-2023’an de lêçûnên xwe yên leşkerî bi rêjeya ji sedî 75 zêde kir û li Ewropayê derket pêş.
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk di dema serokatiya xwe ya demkî ya ji bo Yekîtiya Ewropayê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku karê sereke yê welatê wan, ewlekarî ye.
Hikuemta Polonyayê dixwaze hejmara leşkerên xwe ku 200 hezar kes e, bigihîne 300 hezar leşkerî. Her wiha di vê çarçoveyê de razemeniyeke mezin li sîstemên çekan ên ji teknolojiya dawî re dike.
LI EWROPA YA NAVÎN Û ROJHILAT PÊŞBIRKA BIÇEKBÛYÎNÊ
Polonya ne bi tenê ye. Romanya jî bi kirîna tankên şer, roketavêj û balafirên şer li ser rêya nûjenkirina artêşê ye. Fransa jî ji bo kêmkirina budçeya leşkerî ya piştî Şerê Sar çareser bike, berê xwe dide razemeniyên nû.
Pispor dibêjin, ev yek hevsengiyên leşkerî yên li Ewropayê dikare biguherîne. Pispor texmîn dikin ku Polonya heta sala 2035’an wê bi deh qatî ji Elmanya û Fransayê zêdetir bibe xwedî tankan.
RAGEŞIYA JEOPOLÎTÎK
Ji bo zêdebûna vê lêçûna leşkerî ya asta navneteweyî gelek faktor weke hincet têne nîşandan. Dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, rageşiya li Rojhilata Navîn ku zêde dibe û hevrikiya li herêma Asya-Pasîfîkê, ji sedemên sereke yên vê yekê re weke hincet têne nîşandan.
Li gorî Dîrektorê Rîskên Global a Navenda Polîtîkayên Ewlekariyê ya Cenevreyê Jean-Marc Rickli ku ji medya RTS re axivî, ev lêçûn di du serdeman de hatin kirin: Ya destpêkê dema têkoşîna li dijî terorê ya piştî 11’ê Îlonê, ya duyemîn jî bi şerê li Ûkraynayê re pêwîstiya leşkerî ya berfireh. Rickli got, “Amûrên hewayî yên bêmirov û fîşekên li Ûkraynayê di şer de her meh gelekî têne bikaranîn, pêwîstiya bi çavkaniyeke mezin a leşkerî bi xwe re tîne.”
Ûkrayna li cîhanê welatê 8’emîn e ku herî zêde li qada leşkerî lêçûnan dike. Di sê rêzên destpêkê de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Çîn û Rûsya hene. Li gorî pisporan lêçûnên leşkerî wê hîn zêde bibin.