Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser ji bo Salih (Salih Mistefa) 8’ê Çileyê li Dêrazorê, Mistefa Ebdî 8’ê Çileyê li Sirînê, Canfeda Amara (Nihar Cûma) 2’yê Kanûna 2024’an li Şehbayê, Argêş Ereb (Elî Xelef) 21’ê Kanûna 2024’an li Bendana Tişrînê, Mazlûm Heleb (Ednan Casim) 25’ê Kanûna 2024’an li Bendava Tişrînê, Azad Şêx Hisên 8’ê Çileya 2025’an li Bendava Tişrînê, Egîd (Mihemed Hemo) 10’ê Çileya 2025’an li Sirînê, Elî Ebas di 8’ê Çileya 2025’an li Sirînê şehîd bûbûn, li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê bi merasîmeke bi heybet li dar xistin.
Berdevka Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbata lehengên azadiyê re xwest û diyar kir ku ew bejna xwe li hember şehîdên berxwedanê ditewîne û wiha got: “Şehîdên me ji bo axa xwe canê xwe feda kirin, em ê jî ji bo ku xwîna wan li erdê nehêlin her tim nava têkoşîn û berxwedanê de bin.”
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Enwer Mislim jî diyar kir ku ew her tim deyndarê şehîdên xwe ne û wiha axivî: “Zêdetirî meheke dewleta Tirk êrîşî herêma me dike. Armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ku gelê herêmê qir bike, lê ti carî gelê herêmê qir nabe. Ji ber ku hêza xwe ji şehîdên xwe digirin, ti kes bi îradeya gelî me nikare. Em çiqas ji bo şehîdan têkoşîn bikin em ê he tim deyndarê wan bikin. Şehîdan ji bo jiyaneke azad û birûmet ava kir.”
Mislim anî ziman ku berxwedana gelê me wê deshilatdariyê têk bibe û got: “Gelê me vaye ji dijmin re îsbat kiriye ku ti kes bi hêza wan nikare, ji ber ku vaye gel li Bendava Tişrînê ye ji bo axa xwe biparêzin li wir in. Em ê her tim li ber xwe bidinda ku em jiyaneke wekhev û azad ava bikin.”
Piştra wesîqeya 8 şehîdên azadiyê ji aliyê Meclisa Malbata Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata wan hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên 8 şehîdan bi dirûşma “Şehîd namirin” hatin veşartin. Piştre girse çûn konê sersaxiyê.