Seroka rêxistina azadiya çapemeniyê ya Emerîka CPJ’ê Jodie Ginsberg di daxuyaniya dayî de got, di sala 2022’yan de 370 rojnamevan hatibûn girtin, ji wê demê û vir ve ev texmîna ku hejmara herî bilind e, ‘divê bangeke hişyariyê be’.
CPJ’ê “sê sûcdarên herî xirab ên gerekstêrkê” şermezar dike. CPJ’ê diyar kir ku ji 1’ê Kanûnê û vir ve Çîn 50 rojnamevanan, Îsraîl 41 rojnamevanan û Myanmar jî 35 rojnamevanan girtî dihêle.
CPJ’ê destnîşan kir ku “sansura belave” ya li Çînê, îhtimala texmîneke rast a ji bo vî welatî pir zehmet dike.
Îsraîl a xwedî sîstemeke pir partiyî, ji payîza 2023’yan û vir ve li Xezeyê di şerê li dijî Hamasê meşandî de di lûtkeya vê lîsteyê de cih digire.
CPJ a ku navenda wê li New Yorkê ye, diyar dike ku Îsraîl “li Fîlîstîna dagirkirî bi êrîşên li ser saziyên weşanê, cihê xwe di rêza duyem de girt”.
CPJ’ê ragihand ku “qedexekirina ketina nûçegihanên biyanî ya ji bo Xezeyê û qedexekirina xebata saziya weşanê ya Katarê Al-Jazeera ya li Îsraîl û Şerîayê jî” di nav kiryarên Îsraîlê ya li hemberî rojnamevanan de ye.
Hejmara rojnamevanên li Îsraîl û Fîlîstînê hatine binçavkirin, di nava salekê de du qat zêde bûn.
Li gorî Saziya Civakî ya Sivîl, niha Îsraîl 43 rojnamevanan ku bi temamî ji Fîlîstînê ne, Myanmar 35, Belarus 31 û Rusya jî 30 rojnamevanan girtî dihêle.
LI GORÎ CPJ’Ê LI TIRKIYEYÊ TENÊ 11 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE
CPJ hejmara rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî, hîn kêmtir nîşan dide. Li gorî raporê, 11 rojnamevan li hepsê ne ku ji ber sûcdariyên li dijî dewletê cezayê muebedê li 4 ji wan hatiye birîn. CPJ’ê got, “Tirkiye êdî ne yek ji welatên ku herî zêde rojnamevanan digire ye. Lê belê di sala 2024’an de sê caran cezayê ragirtina li malê li nûçegihanên li saziyên weşanê yên alîgirê Kurd hate birîn. Tirkiyeyê modelek meşand ku nûçegihanên têkildarî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nûçeyan çêdike, ku weke rêxistina terorê pênase dike, kir hedef û demeke dirêj e hîna vê modelê dimeşîne.”
DFG: 43 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE
Li gorî rapora 2024’an a Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG), 118 rojnamevan hatin binçavkirin, 26 hatin girtin. 149 sal û 9 meh cezayê hepsê li 67 rojnamevanan hate birîn, 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin. Hat ragihandin ku ji meha Çileyê ve hejmara rojnamevanên girtî 43 ye.