Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Mirina koçberan a li ser sînor dikare bê rawestandin
Kurdistan

Mirina koçberan a li ser sînor dikare bê rawestandin

Endama Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê parêer Ceylan Ûkay anî ziman ku ji bo rawestandina mirina koçberan a li ser sînorê Wanê, pêwîstî bi sererastkirina qanûnî heye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Endama Komîteya Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê parêzer Ceylan Ûkay anî ziman ku tedbîrên awarte yên li ser sînor û dîwarê hatiye lêkirin koçberan neçar dihêlin ku mehên zivistanê derbas bibin û ev yek jî dibe sedema mirinê.

Li ser sînorê Bakur-Rojhilat trajediya koçberiyê dewam dike. Sala derbasbûyî 22 kes, îsal jî 8 koçber dema ku hewl didan ji sînor derbas bibin qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Salên dawî tedbîrên awarte û dîwarê li ser sînorê Îranê hatiye lêkirin, her wiha xendekên hatine kolandin dibin sedem ku koçber mehên zivistanê derbasî Tirkiyeyê bibin û ev yek jî dibe sedema rûdana trajediyên nû. Têkildarî mirina li ser sînor Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê kar dike. Endama komîsyonê Ceylan Ûkay li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

PARÊZER NAYÊ GIRTIN, AGAHÎ NAYÊ DAYIN

Ûkay diyar kir ku penaberên tên Navenda Vegerandinê (GGM) piştî ku karê wan hate kirin, li gel tercûman biryara deportkirinê tê wergirtin û got, “Biryara şopandina îdarî jî tê wergirtin. Biryara şopandina îdarî tê wê wateyê ku mirovek dema li GGM’ê ma bê şopandin û piştre biryara deportê jê re bê ragihandin. Di vê demê de ji mirov re parêzer nayê wergirtin, ji wan re agahî nayê dayin ku dikarin xwe bigihînin parêzer. Halbûkî ew kes dikare alîkariya hiqûqî ji parêzer werbigire.”

YÊN KU RÎSK LI SER WAN HEYE, MAFÊ XWE HEYE KU DERBAS BIBIN

Ûkay anî ziman ku îsal sê, par jî 8 serlêdan li Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê hate kirin û got, “Dema dawî nêzî 30 kes qefilîn, lê belê li gel serlêdanên me jî tiştek nehate kirin. (…) Di Beyannameya Mafên Mirovan de bi şênberî tê gotin; eger kesek li welatê xwe di bin rîskê de be xwedî mafê derbasbûnê ye. Lê belê hiqûqa me ya navxweyî û bûyerên rojane yên polîtîk li pêşiya vî mafî dibin asteng.”

PÊWÎSTÎ BI SERERASTKIRINÊN NÛ HEYE

Endama Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê parêzer Ceylan Ûkay destnîşan kir ku ji bo rawestandina mirina mirovan a li ser sînor pêwîstî bi sererastkirineke hîn zêde ya qanûnî heye û got, “Ev yek ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wiha ji bo tevahiya Ewropayê derbas dibe. Tirkiye ji aliyê koçberan ve welatekî derbasbûnê ye. Koçberên ji Îran, Efganistan û Pakistanê tên ji bo li vir bimînin nayên, dixwazin ji vê derê derbasî Ewropayê bibin. Ji ber vê yekê jî di asta neteweyî û navneteweyî de pêwîstî bi sererastkirinên nû heye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çiyayên azad silav da Bendava Tişrînê
Nûçeya Pişt re Pêşangeha ‘Gotina dawî ya dayika min’ a Hogir Ar li Kolnê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

FC Roj Spor û Mezopotamya Spor derbasî lîga jor bûn

Tîmên futbolê yên Kurdan ên li Elmanyayê FC Roj Spor û Mezopotamya Spor derbasî lîgeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Piero Fassiono: Em piştgiriyê didin gelê Kurd

Raportorê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Piero Fassino diyar kir ku ew piştgiriyê didin…

Ji aliyê Stêrk TV

Erebistana Siûdî bi cezayê darvekirinê gihişte rekorek nû

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di sala 2024'an de li Erebistana Siûdî 345 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?