Li Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê Agît Îpek di qutiyekê de bi rêya kargoyê radestî wê hatibû kirin, li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Li ser îfadeyên îtîrafkar Akbiyik, Halîse Aksoy di 28’ê Nîsana 2023’yan de hatibû girtin û piştre hatibû tehliyekirin. Danişîna 7’an a doza Halîse Aksoyê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Halîse Aksoy tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek amade bûn.
Dozger, mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Halîse Aksoy bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.
Şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Halîse Aksoyê.