Şemî, 21 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Em ê bi pergala komînê zimanê xwe biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beştaş: Divê meclîs demildest zagona çarçove û sererastkirinên cezakirinê bigire dest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenter Fernandez: Hewce ye ku tecrîd bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora komîsyonê de malpera Meclîsê de hat weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li Mexmûrê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DBP’ê Deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li Bexdayê: Li dijî gefên li ser Şengalê helwesteke cidî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga ji bo parastina zimanê dayikê: Perwerdeya ziman a destpêkê ji malê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fedaiya berxwedana Cizîra Botan: Feraşîn Gabar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ronahiyek ji Tişrînê derbas bû
Rojava

Ronahiyek ji Tişrînê derbas bû

Yên ku Tebqa, Reqa û Dêrazor dîtine, zanin ku Ronahiyek (Arşîn Hisên) ji vê xakê derbas bûye. Gel timî qala biryardariya wê dike. Girîngî da avakirina pirekê di navbera gelên Kurd û Ereb de û pêşengî ji afirandina têkiliyên civakî re kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Sibat 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Çîroka şexsekê carna dikare bibe rêwîtiya şoreşgerekê ku şahidî ji dîroka cîhanê re kiriye û guherîn pêk aniye. Carna mirov bi mîrateya çandî ya cografya xwe mezin dibe û jiyanek ji lêgerîna li edalet, azadî û wekheviyê dimeşîne. Bi nasnameya xwe û berpirsyariya civakî dewlemend dibe, vediguhere parçeyek ji têkoşîneke kolektîf. Jiyana xwe bi têkoşînê diyar dibe. Bi bandora nirxên civakî, zor û zehmetiyên erdnîgariya xwe û mîrateya dîrokî çîroka xwe diafirîne. Ev çîrok di jiyana her şoreşgerên li xaka Kurdistanê de têne dîtin. Weke ku me di jiyana Ronahî de dît…

Ronahî Yekta (Arşîn Hisên) sala 1995’an li Efrînê ji dayik bû. Haya xwe jê nebû ku bajarê lê ji dayik bû û mezin bû wê şahidiyê ji berxwedaneke çawa re bike. Jiyana xwe timî bi berxwedanê bi rêxistin kir. Li nava malbateke welatparêz mezin bû, eleqeya wê ya li ser çand û hunera Kurd ji zarokatiyê ve bandor lê kir. Li Efrînê hînê di temenê zarokatiyê de bi hişmendiya Kurdîtiyê mezin bû.

Hîn di 16 saliya xwe de li Helebê di nava Koma Govendê ya Şehîd Qendîl de dest bi lîstina govenda Kurd kir û vê yekê berê wê da qada çandê. Ev destpêk ji bo Ronahî bû amûreke jiyanê li ser rêya xwedîderketina li mîrateya çandî.

Piştî tecrûbeya xwe ya destpêkê ya li nava koma govendê di 27’ê Îlona 2011’an de ji Helebê bi girseyeke mezin tevlî merasîma Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cûdî bû ku li Berkevirê ya Dirbêsiyê hate lidarxistin. Ronahî bi hesreta li çanda xwe her roj dewlemendiyeke nû nas kir, bi vê merasîmê re biryardariya xwe ya meşa li ser şopa Rustem Cûdî hîn xurt kir. Armancên Rustem Cûdî ji jiyana Ronahî re bû ronahî û rê nîşanî wê da. Ronahî Yekta piştî merasîmê vegeriya Helebê û sala 2012’an li akademiya ciwanan biryar da ku tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bibe. Bi vî rengî biryara parastina mîrateya çandî hîn mezin kir.

Ronahî di axaftineke xwe de gotibû, “Êşên ku dayika min kişand ez hîn bêhtir nêzî têkoşîna azadiyê ya jinê kir. Dayika min gelekî êş kişandibû. Ya rast ne tenê dayika min êş kişand, jin hemû bûn. Lewma jî diviyabû êdî ber bi jinên rêxistinbûyî ve bimeşim. Min nizanîbû ku ji bo têkoşîna ji bo azadiya jinan amade me.”

Ronahî bi gotina, “Yên ku êş dikişand ne tenê dayika min bû, jin hebû bûn” bal kişandibû ser êşa kolektîf a jinên li nava civakê û di lêgerîna li çareseriya ji van êşan re bi roleke çalak rabû. Gava ku li çîrokên jinan guhdarî dikir, hewl dida êş û têkoşîna wan fêhm bike, xwe bigihîne nasnameyên wan.

Di demekê de ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên dagirkeriyê dewam dikirin, tevlîbûna li berxwedana li Kobanê bibe ji bo Ronahî dihat wateya têkoşîna li dijî dagirkeran. Ber bi vê armancê ve bi biryardarî meşiya û sala 2014’an berê xwe da Kobanê. Li pêş çavên wê berxwedaneke mezin hebû û ew jî parçeyek ji vê berxwedanê bû. Dema li nava kolanên Kobanê dimeşiya, hîs dikir ku dîrok tê nivîsandin; her şerek, her şahidiyek bandor li ruhê wê yê berxwedanê dikir. Bêguman di vê rêyê de bi tenê nebû. Kek û bavê wê jî ji Helebê hatibûn, bûbûn parêzvanên Kobanê û ji bo vê xaka pîroz mil bi mil şer dikirin.

Jiyana wê ku bi ruhê berxwedanê yê Kobanê ava bû, di karên ciwanan ên Ronahî de her roj hîn mezin bû. Ber bi sala 2019’an re li Tebqa, Reqa û Dêrazorê weke berpirsyara ciwanan wezîfe kir û di perwerdekirina cicwanên Ereb de bi roleke girîng rabû. Ronahî li gel dilsoziya xwe ya bi çanda Kurdan, her wiha dixwest çandên gelên cuda jî nas bike. Ji ber vê yekê rêwîtiya Ronahî ya ber bi herêmên ji gelê Ereb, ew bi gaveke din nêzî armanca wê kir.

Yên ku Tebqa, Reqa û Dêrazor dîtine, zanin ku Ronahiyek (Arşîn Hisên) ji vê xakê derbas bûye. Gel timî qala biryardariya wê dike. Girîngî da avakirina pirekê di navbera gelên Kurd û Ereb de û pêşengî ji afirandina têkiliyên civakî re kir. Di vê demê de Ronahî tevlî nava jiyana ciwanan bû, ruhê şoreşgerî da her ciwanî û wate da jiyana wan.

Ev rêwîtiya wê ku sala 2012’an bi Tevgera Ciwanên Şoreşger destpê kir, rêwîtiyeke gelê bû ku li dora armancên azadî û edaleta civakî ava bû. Ji bo karibe potansiyela şeroşgerî ya ciwanan derxîne holê, bi rêxistin bûbû. Hesta wê ya piştevaniyê ew kir parçeyek ji têkoşîneke mezin. Şoreşgerên ciwan bi berpirsyarî û fedakariya li pêşberî meseleyên civakî li pêş bûn. Haya Ronahî ji vê hebû lê belê di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê zêde bûn, bi israr xwest tevlî nava YPJ’ê bibe. Parastina nirxên çandî yên gelê xwecihî, wekheviya zayendî û xweseriya demokratîk hêmanên esasî yên têkoşîna YPJ’ê bûn. Ji xwe Ronahî jî YPJ kir navenda dilê xwe û rêya xwe bi vî rengî diyar kir.

Di sala 2021’ê de ji bo bibe şervaneke YPJ’ê ya bi tecrûbe û şareza tevlî nava perwerdeya sabotajê bû. Ev biryara wê bi daxwaza têkoşîna li dijî dijmin hate wergirtin. Ronahî ku ji aliyê hunera fikrê stratejîk û taktîkên afirîner ve bû mînak, ev serketina xwe li Tişrîn û Qereqozaxê gihand asta herî bilind. Herî dawî bû fermandarek li eniyên Tişrîn û Qereqozaxê. Şerê li van herdu eniyan ji bo guhertina dînamîkên hêzê yên li herêmê xwedî girîngiyeke krîtîk bû û Ronahî jî weke hevrêyên xwe yên din haya xwe ji vê hebû.

Rola ku weke fermandarekê bi cih dianî, ji aliyê bilindkirina moral û motîvasyona gel ve girîng bû. Di dema êrîşên artêşa Tirk de nehişt ku Tişrîn bikeve û bi rojan li eniyên pêş li gel hevrêyên xwe li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê şer kir. Bi şerkeriya xwe, bi ruhê xwe yê berxwedanê ew ji bo gelê xwe kir nîşaneyek. Fermandara destpêkê ya YPJ’ê bû ku derewên ‘Tişrîn di destê me de ye’ yên dewleta Tirk pûç kir. Di 13’ê Kanûna 2024’an roja Înê de li ber tanka dewleta Tirk a ku ji aliyê şervanan ve hate îmhakirin got, “Vaye em li Tişrînê ne û Tişrîn a gelên me ye” û bi vî rengî dewleta Tirk careke din pûç kiribû.

Bajarê Ronahî lê ji dayik bû û mezin bû di bin dagirkeriyê de bû. Şopa dagirkeriyê li ser rûyê her şahidekî bû û timî digot “Zarokatiya me dagir kirin”. Yek ji armancên wê yên herî mezin ew bû ku Efrîn a azad bibîne. Ji bo careke din bûyerên li Efrînê qewimîn dubare nebe, serpêhatiya xwe ya ku li Efrînê da destpêkirin li Tişrînê gihand asta herî bilind. Jiyana wê nîşaneya têkoşîneke ji wêrekî, biryardarî, dilxwazî û fedakariyê bû ji bo gel û hevrêyên xwe. Bi xwedîderketina li ruhê berxwedanê û mîrateya çandê ya gelan re bû parçeyek ji têkoşîna azadiyê ya ciwanan. Lê belê bi vê yekê re nema; ji bo parastina nasnameya çandî û piştevaniya civakî mîrateyeke krîtîk li pey xwe hişt. Yek ji fermandarên YPJ’ê Ronahî Yekta di berxwedana dîrokî ya li Bendava Tişrînê de di 25’ê Kanûna 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
Nûçeya Pişt re QSD: Li derdora bendavê 2 drone hatin xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê re hevdîtinek pêk anî

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnaw re hevdîtinek pêk anî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîteya Çand û Hunerê Nobeta Azadiyê ya Mexmûrê dewr girt

Endamên Komîteya Çand û Hunerê Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bogotayê çalakvan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Bi wesîleya 2’yemîn salvegera pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgeha Hesekê gavên îstîqrara xizmetguzarî û îdarî diavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Derayê di qedexeya derketinê de pevçûn qewimî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

UNHCR: Ji Kampa Holê 191 Iraqî vegeriyan welatê xer

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?