Karkerên Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Başpinarê ya Dîlokê demek berê ji bo heqdestê xwe dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya karkeran di demeke kurt de belav bû. Karkerên ku zêdekirina ji sedî 30 a xizaniyê qebûl nekirin, dest bi grevê kirin. Li ser vê yekê Walîtiya Dîlokê xwepêşandan qedexe kir. Serokê Yekîtiya Sendîkaya Karkerên Tekstîl Tevinkarî û Çermkariyê yên Yekbûyî (BÎRTEK SEN) Mehmet Turkmen banga çalakiyê kir. Ji ber vê bangê 2 caran hat binçavkirin û piştre hat girtin. Di daxuyaniya walîtiyê de hûrgiliyek balkêş hebû û digot, mafê rewa yê protestoyê yê karkeran wê ji vir li tevahiya welêt belav bibe. Dema ku ev diqewimî, Lijneya Giştî ya TUSÎAD’ê ku mezintirîn komeleya karsazên Tirkiyeyê ye, rexneya ku qanûn hatiye rawestandin, kir. Nûnerên desthilatê piştre gef li wan xwarin. 2 rêveberên TUSÎAD’ê hatin binçavkirin. Derbarê Serokê TUSÎAD’ê Orhan Turan û Serokê Lijneya Şêwirmendiya Bilind a TUSÎAD’ê Mehmet Omer Arif Aras de biryara qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn.
NAVÊ VÊ BÊ HIQÛQÎ YE
Aborînasê Kedê Ozgur Muftuoglû têkildarî zextên li ser siyaseta demokratîk û zextên hemwext ên li ser sermaye û kedkaran ji ANF’ê re axivî. Aborînas Ozgur Muftuoglû diyar kir ku aştiya civakî yan jî hiqûq pêşî li kargehan tê rakirin. Ozgur Muftuoglû zextên ji 12’ê Îlonê û vir ve li ser kedkaran tên kirin bi bîr xist û diyar kir ku qedexeyên li Dîlokê û girtina Mehmet Turkmen li ser daxwaza karsazan pêk hatin. Muftuoglû got; “Belavbûna çalakiyên karkeran rewşeke wisa ye ku kêm tê dîtin. Lê hêza kirînê daketiye û feqîrbûn pir zêde bûye. Karkeran heta niha xwe ji rêxistinbûnê dûr digirtin, lê niha derket holê pêwîstiya wan bi rêxistinbûnê heye. Ger em rewşa ku em pê re rû bi rû ne bi awayekî zelalî bibêjin; jê re bêhiqûqî tê gotin. Mafên destûra bingehîn hene lê nayên bikaranîn.”
GER DI PÊVAJOYA HILBERÎNÊ DE DEMOKRASÎ TUNE BE
Muftuoglû anî ziman ku li welatekî yan jî civakekê maf, demokrasî û aştiya civakî di pêvajoya hilberînê de dest pê dike û wiha domand: “Ger di pêvajoya hilberînê de demokrasî tune be, yanî karker li ser keda xwe ne xwedî gotin bin, şert û mercên herî bingehîn ên mirovî jî pêk nayên, timî bi qezayên kar re rû bi rû dimînin û li cihê kar komkujiya wan kêm nebe, li vir demokrasî tune ye. Ji ber vê yekê li vir ne hiqûq û ne jî aştiya kar heye.”
JI 12’Ê ÎLONÊ VE YE WISA YE
Muftuoglû bi bîr xist ku di derbeya 12’ê Îlonê de li ser daxwaza karsazan mafê rêxistinbûnê ji holê hat rakirin, grev hatin qedexekirin, peymanên kar ên kolektîf hatin rawestandin û got: “Ev rewş li ser daxwaza karsazan wê demê pêk hat, pêvajoyeke antîdemokratîk e û ev bi darbeya leşkerî dest pê kir. Ev daxwazên karsazan ji wê demê heta niha berdewam kirine. Polîtîkayên aboriyê ji aliyê hikûmetan ve dihatin meşandin. Hikûmeta AKP’ê jî vê dike. Bernameya herî dawî ya Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek ev e û ji xwe hemû berdewama hev in. Ji ber vê yekê cihê ku demokrasî, hiqûq û aştiya civakî lê hildiweşe, kargeh in. Ji ber vê yekê, mijara girtina Serokê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen li Dîlokê bi vê xalê re têkildar e. Mehmet Turkmen ji bo mafên karkeran di çarçoveya qanûnê de karê xwe yê sendîkayî dike û ji ber karê xwe kir hat girtin.”