Şemî, 3 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hiqûqnas Ozbîngol: Pêvajoya aştiyê divê bi mîsogeriyên hiqûqî û demokratîk were pêşvebirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Derya Okatan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    46 welat ji bo rawestandina darvekirinan bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî Koalîsyonê Başûrê Kurdistanê: Divê mîsogerî yekîtiya neteweyî ya Kurdan be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Şêxil Qasim hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê mafê tenduristiyê yê 3 girtiyên Kurd tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî kuştina jinan ‘Nobeda Hiş, Edalet û Jinê’ ya 10 hefteyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya Helebceyê şermezar kir
Rojava

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya Helebceyê şermezar kir

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi bîr anî û got, "Em soz didin tola komkujiya Helebceyê bi avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk a li ser esasê azadiya hemû gelan hilînin. "

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya Helebceyê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di dîroka mirovatiyê de gelek komkujiyên hovane rû dane. Dîktator û faşîst dema dibînin nikarin bi rêbazên heyî li hember gel û civakên azadîxwaz encam bigirin, serî li rêyên qirkirin û komkujiyên girseyî didin. 

16’ê Adara 1988’an li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê yek ji komkujiyên herî hovane û nemerd hat kirin. Di wê komkujiyê de piraniya wan jin û zarok zêdetirî 5 hezar mirov şehîd bûn, bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. 

Di 37’emîn salvegera wê de em Kurdên di Komkujiya Helebceyê de şehîd bûne bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Kesên di vê komkujiya hov de destê wan heye jî bi tundî şermezar û rûreş dikin. Ev komkujî hovîtiyeke herî mezin a zîhniyeta qirker û faşîst a li hember gelê Kurd û Kurdistanê bû. Komkujiya Helebce di dîroka mirovatiyê de lekeyeke herî tarî û reş e. 

Komkujiya Helebce di şexsê rejîma Saddam de nîşan dida bê dewletên netewe yên Kurdistan di nav xwe de parçe kirine li hember gelê Kurd polîtîkayeke çawa ya înkar û tinekirinê pêş dixin. Lewma di pêvajoya komkujiyê de yek ji wan welatan jî dengê xwe dernexist. Ji ber dagirker, serwextbûn û azadiya gelê Kurd mîna mirina xwe dibînin.  

Zêdetirî 50 salî ye Rêber Apo di nava hewldan û têkoşîneke muezem de ye. Gelê Kurd bi têkoşîna Rêber Apo pir baş fêm kir û serwext bû ku gel û civak tenê bi hevgirtin, yekîtî û rêxistinbûnê dikarin azad bibin. 

Di encama têkoşîn û berxwedana di pêşengiya Rêber Apo de gelê Kurd ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye. Gelê Kurd bi xwe re di heman demê de gelên cîran jî serwext dike. Ji bo ti gel rastî komkujî û qirkirinan neyên, bi rengekî azad û wekhev bijîn li ser esasê paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinan jiyaneke herî pîroz ava dikin. Mînaka wê ya herî berbiçav jî îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dide der. 

Rêbertî herî dawî 27’ê Sibatê ji bo pirsgirêkên bi salan e rû didin bi rêya diyalogan çareser bibin û êdî şer û pevçûn ji dewrê derkeve, Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang bêguman ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn deriyekî ber bi azadiya gelan ve diçe heya dawiyê vedike. 

Ya dikeve ser milên me ew e di vê pêvajoya hesas de em bi rola xwe rabin, avekê li agirê bi şewat dakin da ku em cîhaneke bêşer, bêpevçûn bi azadî û wekheviyê bixemilînin. 

Weke gaziyên şer em bang li gelên xwe dikin ku ji bo em karibin xwe ji komkujî û qirkirinan biparêzin a girîng ew e, em rêxistinbûn û yekîtiya xwe xurt bikin, têkoşîna xwe ya li hember her cure xerabiyan pêş bixin. Em soz didin tola komkujiya Helebceyê bi avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk a li ser esasê azadiya hemû gelan hilînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Tişrînê bombebaran kir
Nûçeya Pişt re QSD: Êrîşên dagirkeriyê zêde bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qurbaniyên erdhejê li Berlînê hatin bîranîn

Li paytexta Elmanya Berlînê, kesên ku di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir

Vê sibehê koçberên gundê Erîşa hewl da vegerin malên xwe, lê li ser rêya Til…

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E: Soza me ji şehîdên Parîsê re, em ê şoreşa jinê mezin bikin

TJK-E’yê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Piştî Koalîsyonê Başûrê Kurdistanê: Divê mîsogerî yekîtiya neteweyî ya Kurdan be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hiqûqnas Ozbîngol: Pêvajoya aştiyê divê bi mîsogeriyên hiqûqî û demokratîk were pêşvebirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rojnamevan Derya Okatan hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?