Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi encamnameyekê bi dawî bû
Rojane

Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Beyrûda Lubnanê di roja 2’yan de bi encamnameyekê bi dawî bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ku duh bi beşdariya 21 rêxistinên ciwanan li paytexta Lubnan Beyrûdê dest pê kiribû, îro bi encamnameyekê bi dawî bû. Di konferansa ku bi dirûşmeya “Ciwan û avakirina pêşeroja azad” du rojan (8 û 9’ê Hezîranê) dom kir de, bandora modernîteya kapîtalîst li ser ciwanan, têkoşîn û ezmûnên xweseriya ciwanan, qirkirina xweza û jîngehê, rewşa jinên ciwan û azadiya jinan hatin nîqaşkirin. Pirsgirêkên ciwanan, rola ciwanan di pêşxistina çanda jiyana hevbeş û rêbazên pêşxistina hevgirtin û têkiliyên ciwanan jî rojevên sereke yên konferansê bûn.

 

Piştî nîqaşan, konferans bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname wiha ye:

“Wek ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka, em îro bi qeyranekê pergalê ya herî dijwar re rû bi rû dimînin. Her roj derbas dibe, şer û pevçûn li her deverê Rojhilata Navîn gûr belav dibin. Netewperestî û olperestî rê li pêşiya qirkirina gelan vedike û derî li pêşiya yekîtiya gelan digire û xweza û dewlemendîyên heremê tên talankirin. Pergala Modernîteya Kapîtalîst di hebûna xwe ya 500 salan de, ji bilî şer, pevçûn, parçekirina civakan, mêtîngerî û talakirinê, ji bo gel û ciwanên Rojhilat Navîn, tişteke bi xwe re neanîye. Di roja me ya îro de ciwanên heremê ji mafên xwe yên pêşerojeke azad bêpar dihêle. Encamên wê yekê li her derê tên dîtin û hîskirin; Koçberî û guhertina demografî, kuştina jinan, şîddet û pêşketina hêzên paramilîter ku di xizmeta vê pergala teror li ser gelên heremê dimeşînin û bêçarêbûyîn li beramberî qeyrana heyî. Diyare ku ne rejîm û dewletên heyî ne jî hêzên kurewî ku bi destwerdanên xwe dixwazin dizayneke nû li ser herême ferz bikin, dikarin rêyeke derketine ji vê kaos û qeyrane peyda bikin. Divê ku em xwe bi hêviyên ji derve re naxapînin. Encax gelên herême wê bi xwe bi xwe yekitiya xwe pêş bixînin, xwe bispêrin hêza xwe yê cewherî û bi vê awayê wê bikarin çareseriyê biafrînin. Îro ciwanên herema Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka xwe bi rêxistin dikin û ji bo pêşerojeke azad û bi adil têkoşîn dikin. Ciwantî tê wateya lêgerîna heqîqetê, lêgerîna çareseriyê û bi rolekê peşeng ji bo azadiya civakên xwe rabûne. Da ku em bikaribin bi hev re pirsgirekên heyî dahurandin bikin, rê û rêbazên têkoşînê diyar bikin û çareseriyên pewîst biafrînin, em di bin sîwana Înisiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka, di navbera 8’ê û 9’ê Hezîranê, li bajarê Beyrutê, li welatê Lubnanê hatine gel hev û wek 95 ciwan ji rêxistin, tevger û partiyên siyasî yên ji 15 dewletan beşdar bûn wek Tûnis, Cezaîr, Mexrêb, Misr, Sûdan, Yemen, Urdun, Tirkiye, Lubnan, Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ermenistan, Filistîn û Îranê, em diyar dikin:

1-Çareseriya qeyrana heyî encex ji derveyî pergala modernîteya kapîtalîst û bi avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk dikare were pêkanîn.

2- Modernîteya Kapîtalîst û hemû rehendên wê dê nikaribin çareseriyeke biafrînin, lê pirsgirêkên heyî hîn kûrtir dike.  Di konferansê de hate diyarkirin ku divê li beramberî hemû projeyên ku ji derve li ser herême tên ferzkirin, weke projeya Rojhilata Navîn a Mezin, her wiha îslama siyasî têkoşînekê fikrî, siyasî û civakî di nav hev de were meşandin.

3- Em hemû helwest û nêrînên ku çareseriyê ji derve hêvî dikin, bi nêrandineke oryantalîst a ku Rojhilata Navîn biçuk dibînin û hêza çareseriyê di xwe de nabîne, red dikin û li beramberî vê ciwanan wekê hêza herî dînamîk a guhertin û nûbûnê dibînin.

4- Ruxmî hemû cudahiyên dîrokî, ziman, çand, kevneşopî, netewe û bawerî, pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka bi hev ve girêdayî ne. Lewma ji bo ciwan bikaribin bibin hêza peşêng û çareseriyê, pewîstiyeke lezgîn bi avakirin û xurtkirina yekbûna hêza ciwanên herêmê dibîne.

5- Ji bo ku em bikarin vê yekbûna hêzê pêk bînin û gavên şênber ber bi konfederalizma ciwanên Rojhilat Navîn û Bakurê Efrîkayê ve biavêjin konferansa me koordînasyoneke ku ji nûnerên hemû rêxistinan pêk tê, hilbijart û erkdar kiriye.

6- Em beşdarên konferansê kolekirina jin û desthilatdariya zilam li ser jinan, wek pirsgirêka herî bingehîn û sereke dibînin û diyar dikin ku  jinên ciwan hêza peşeng a demokratîk kirina Rojhilata Navîn in.

7- Beşdar projeyên netewe-dewlet ku gel û baweriyên herême, li hemberî hev sor dike, hebûna wan înkar dike û astengiya herî bingehîn li pêşiya jiyana hevbeş û demokratîk in, wek çareseriyê nabîne. Li şûna wê projeya neteweya demokratîk a ku mafê çarenûsa xwe diyar kirinê ya hemû pêkhateyên herêmê diparêze, ji xwe re esas digire.

8- Em pênaseyên ku têkoşînên rewa yên gelan wek terorîzm binav û teşîr dikin red dikin. Em diyar dikin ku li beramberî her cûreyên dagirkerî û mêtîngeriyê parastina rewa mafê her civakekê ye.

9- Em li hemberî kapîtalîzm û îdeolojiya wê lîberalîzmê ku civakê li ser esasê destgirtineke sexte ya ‘azadiyê’ parçe dike û ferdperestiyê pêş dixe, ciwanan ji erkên xwe yên welatparêziyê dûr dixe, li dijî zilamsalarî û talankirina xwezayê, tunekirina jîngehê, hemû şêwazên zordestiyê li ser bingeha zayend, nasname, ol, ziman û neteweyan têkoşînê dikin.

10- Em polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku di xizmeta berjewendiyên hêzên modernîteya kapîtalîst de ye û ji Libya bigire heta Kafkasya, Yemen û Kurdistanê tên pêşxistin, wek dijminê hevbeş ê hemû gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê dibînin. Li ser vê bingehê piştgiriya têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelê herême dikin.

11- Em dagirkeriya Îsraîlê û qirikirina ser gelê Filistînê şermezar dikin. Em têkoşîna gelê Filistînê ya ji bo azadiyê rewa dibînin û her projêyeke ku gelê Yahûdî û gelê Filistînê tîne dijîber hev red dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEYRÛD

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê şermezarkirina desteserkirinê: Faşîzm ji komên rêxistinkirî ditirse
Nûçeya Pişt re Li Kurdistan û Tirkiyeyê nobeta li dijî desteserkirinê didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sabrî Ok: Heval Fûat Apoyiyekî sade bû

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ji bo şehîd Alî Haydar Kaytan got, "Hevalê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ‘Bihara Ereb’ ber bi Rêveberiya Xweser -1

Li Sûriyeyê protestoyên gel bi bandora 'Bihara Ereb' sala 2011'an destpê kir. Sala 2012'an li…

Ji aliyê Stêrk TV

Balafirên dewleta Tirk a dagirker Şarbajêr bombebaran kir

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundê Gelale ya Şarbajêr bombebaran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?