Sêşem, 4 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîr: Çareseriya demokratîk wê bi karker û kedkaran jî bide qezençkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna kokê divê bibe zemîna hiqûqî ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Şengalê daxuyanî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera Fermana 74’an de daxwaza mîsogerkirina statuya Şengalê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji îmzeya parlamenterên AKP’ê re hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Fermana Şengalê li Erîvanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 7 salî heta 70 salî daxwaza zelalkirina çarenûsa windayan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Daxwaza hestiyên kurê xwe dike
Rojane

Daxwaza hestiyên kurê xwe dike

Aynûr Taş ku kurê wê li Efrînê şehîd bû û birayê wê yek ji girtiyên nexweş e, got "Ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Ji bo tedawiya birayê min ê nexweş dixwazim înfaza wî bê taloqkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Aynûr Taş dayikek e ku kurekî wê şehîd e, ji kurekî xwe jî 10 sal in agahiyê wernagire, birayê wê jî nexweş e û li hucreya yek kesî ya li girtîgehê ye. Aynûr Taş got, “Ne tiştekî welê ye ku mirov îdare bikin, lê em îdare dikin” û anî ziman ku ew naxwaze ti dayik ewladê xwe winda bike, ew li gel her tiştî aştiyê dixwaze.

Aynûr Taş a li Stenbolê dimîne, xwişka Serhat Karsû ye ku girtiyekî nexweş e û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a bi Hejmara 1’ê ya Erzûrûm Dûmlûyê tê ragirtin. Dayika şervanê YPG’ê Mazlûm Taş (Andok Farqîn) e ku sala 2018’an li Efrînê şehîd bû. Aynûr Taş ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku birayê wê Serhat ê ku 126 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn bi tena serê xwe li hucreyekê tê ragirtin û got, “Nexweşî di mîdeya Serhat de der bûye, vê yekê bandor li rûyê wî jî kiriye. Rehên li ser rûyê wî reş bûne. Serhat 6 salan ev nexweşî kişand. Di nava wê demê de nebirin nexweşxaneyê, derman nekirin. Herî dawî piştî ku rewş giran bû got 6 sal in vê dikişînim. Me mijar xist rojeva çapemeniyê û serî li ÎHD’ê dan. ÎHD jî çû gel Serhat û piştre birin nexweşxaneyê Naxwe destpêkê tedawiya wî asteng kirin. Doktorekî jê re got, ‘Ez te naşînim nexweşxaneyê. Eger tu yê bimire, li vir bimire’.

DI DEVÊ WÎ DE DIRAN NEMA

Dest bi tedawiyê kirin, lê belê ji ber vê nexweşiyê diran di devê wî de neman. Niha em tedawiya diran a Serhat dikin. Ji ber mîdeyê jî rewş nebaş e. Serhat hema hema saleke dest bi tedawiyê kir, lê belê li gel li gel derman jî dibêje, ‘Ji tirsa nikarim pariyekî nan jî bixwim. Weke ku kevir di hundirê mîdeya min de heye’. Diçe nexweşxaneyê lê belê baş nabe. Divê biçe doktorên din jî lê belê ev yek tenê li derve dibe.

LI HUCREYA YEK KESÎ YE

Birayê min li hucreya yek kesî tê ragirtin. Eger niha hevlek li gel wî bûya dibe ku rewşa wî baştir bûya. Carna dibêje, Ez çavên xwe vedikim, nizanim li ku me, xuya ye ji ser hişê xwe çûm e û ketime’. Sûcekî Serhat nîne, yekane ‘sûcê’ xwe Kurdbûn e. Em dixwazin Serhat jî hemû girtiyên nexweş jî bêne berdan.”

GORISTAN JÎ XERA KIRIN

Kurê Aynûr Taş Mazlûm sala 2014’an tevlî nava refên YPG’ê bû û sala 2018’an li Efrînê di dema êrîşên dagirkeriyê de şehîd bû. Aynûr Taş bi bîr xist ku Goristana Avesta ya ku cenazeyê kurê wî lê hate veşartin, ji aliyê Ajansa Anatoliyê ya dewleta Tirk ve weke ‘gora komî’ hate nîşandan û got, “Min nekarî cenazeyê kurê xwe yê şehîd bînim. Goristana Avesta hate xerakirin ku cenazeyê wî lê hatiye veşartin. Li gel 70 hevalên xwe, kes nizane cenazeyê kurê min avêtine ku derê.

DÎSA JÎ EM LI BER XWE DIDIN

Ne tiştekî welê ye ku mirov îdare bikin, lê belê em îdare dikin. Hestiyekî xwe jî hebe ez razî me. Goreke xwe hebe mirov dikare serdana gorê bike, lê ew jî nîne. Li gel vê kiryara li dijî mirovahiyê jî em daxwaza aştiyê dikin. Weke dayikekê dilê min şewitî ye, bila dilê dayikeke din neşewite. Bila dayikeke din negirî. Bila dayikek din ewladê xwe winda neke. Min kurê xwe ji dest da, lê bila kes ji dest nede. Ez daxwaza hestiyên kurê xwe dikim.

NIKARE AGAHIYÊ JI EWLADEKÎ XWE WERBIGIRE

Me ewladên xwe wind akirine, lê em aştiyê dixwazin. 10 sal in nikarim agahiyê ji ewladekî xwe werbigirim. Yekane tişta ku ez bibêjim; Aştî, aştî, aştî…”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Firat: Em li dora Birêz Ocalan bicivin û destê wî xurt bikin
Nûçeya Pişt re Bakirhan peyama Rêber Apo digihîne malan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyên şehîd Cîger, Xebat û Bahoz hatin veşartin

Şêniyên Kantona Firatê û gelê ku ji Bendava Tişrînê vegeriyane, cenazeyên şehîd Cîger Kobanê, Xebat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Emîne Ocak wê li Qada Galatasarayê merasîm bê lidarxistin

Ji bo Dayika Şemiyê Emîne Ocak ku jiyana xwe ji dest da, wê li Qada…

Ji aliyê Stêrk TV

Saziya Ava Vexwarinê kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Saziya Ava Vexwarinê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser stasyonên avê şermezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Demîr: Çareseriya demokratîk wê bi karker û kedkaran jî bide qezençkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şara li Şamê bi Nêçirvan Barzanî re rûnişt

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Tejaneya avê di hedefa şîrketa madenê de ye: ‘Proje qada jiyanê ya gel hedef digire’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?