În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ciwanên ku li Amedê hatin girtin, divê demildest werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bîranîna Komkujiya Dîgorê de peyama ‘aşitî girêdayî lêborînxwestinê ye’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla TV weşana xwe nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Meha Tîrmehê herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan li 4 ciwanên binçavkirî xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Cejna Vejînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan: Hûn bi bêhna biharê hatin
Kurdistan

Helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan: Hûn bi bêhna biharê hatin

TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Amedê merasimek lidar xistin û helbesta ku Rêber Apo ji bo zarokan nivîsandî xwendin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Gulan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê di çarçoveya Roja Dayikan de li avahiya li navçeya Bagcilar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin ba hev. Di merasîmê de pankarta “Ji bo dayikan diyariya herî baş aştî ye” hatin daliqandin. Ji xeynî jinên TJA’yê Dayikên Aştiyê, endamên ANYAKAY-DER û gelek jin beşdarî merasimê bûn.

Di merasîmê de nameya ku Rêber Apo ji bo zarokan nivîsandî hate xwendin. Rêber Apo ji nameyên ku zarokan ji wî re şandiye îlham girt û ev name nivîsand.

Helbeta Rêber Apo bi vî rengî ye:

‘’Ji Hemû Zarokan Re

Me di berbangekê de hevdu nas kir

Dema ku deriyê sar û rizdekirî vedibû

Weke her roj gardiyan dihat

Li gel girseyeke rojnameyan

Min jê pirsî; Îro name hatine?

Bi dengekî nizm got; 195 name hatine

195 name. Di her nameyekê de 195 zarok.

Îro hemû mêvanên min in

Di nava van çar dîwarên de

Zarokno! Hûn bi xêr hatin;

Li gel gul û kulîlkan hatin.

Hevalên min ên dilmezin

We bi kulîlkan ava kir odeya min a tarî

Bi bêhna biharê hatin

Hemû reng berdan nava behrê

Helmijîna zarokan

Hembêzkirina wan, yek bi yek

Piştre min li rojnameyan nêrî

Çavê min li kuncikekê ket

Wêneyên rêzkirî

Yên zarokên Rihayî

Li ser erdê reş û spî

Zarokên her tim spî

Rêz bûne

Di her nêrînekê de gotinek, çalakiyek

Li gel ê herî biçûk jî; cîhanek

Dûr û dirêj lê nêrî

Min xwe berda hembêza zarokan

Warê 195 zarokan

Ez bi wan zarokan re çûm

Ji hemû zarokên cîhanê re

Ew awir û ew romanên bênav

Îro tiliyên biçûk bûn rêhevalên min

Min destê xwe da destên zarokan

Wan ez gihandim azadiya asîmanan

Azadî bi wan dest pê dike û bi wan diqede

Min îro bêhna behrê û axê hembêz kir

Jixwe ez her tim zarok bûm

Ez di alema zarokan de veşartî bûm

Wextê ku ez bi hogirên xwe yên biçûçik re ketibûm nav sohbeteke kûr

Bi dengê deriyê hêsin ez veciniqîm

Tenê saetek bû wextê hênasedanê

Bi gavên li pey hev

Li wan qulingên ku li asîmanan xwe vedizelînin

Min destê xwe bilind kir

Û bi dengê dilê xwe got “silav”

Qulingno silavên min bigehînin li wan 195 zarokan

Bêjin ji wan re

Bila xwe hînî lawînî û ilmê bikin

Silavên min bigehînin dayik û bavan

Bila wan birçî nehêlin

Bêjin qulingno bêjin

Bêjin ez maç dikim zarokên Rihayî

Silavên min bigehînin hemû zarokan

Û bêjin ku Rêber dê ji bo wan bijî

Bêjin ez ji wan pir hez dikim

Bêjin ez ji çavên her kesî maç dikim

Rêbertî.”

Piştî xwendina nameye li salonê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozel li Wanê ye: Pirsgirêka Kurd heye, divê li meclîsê gav bên avêtin
Nûçeya Pişt re Trump: Pakistan û Hindistan agirbest îlan kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

Bi stranên xwe dest bi rêwîtiya xwe kir, li çiyê deng veda, bû serhildan, şoreşger…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiya nobedê ya li Mexmûrê dewam dike

Xelkê Mexmûrê, çalakiya xwe ya nobedê dewam dike ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Ciwanên ku li Amedê hatin girtin, divê demildest werin berdan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji PJAK’ê daxuyaniya Cejna Vejînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Polîsan li 4 ciwanên binçavkirî xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?