În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Qanûna Çarçoveyê bi tenê nikare meseleya Kurd çareser bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Lemkow: Azadiya Abdullah Ocalan divê di navenda pêvajoyê de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Çand û Hûner

Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bal kişand ser girîngiya parastina zimanê Kurdî ya di jiyan û her qada perwerdehiyê de ji bo pêşroja gelan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bal kişand ser girîngiya parastina zimanê Kurdî ya di jiyan û her qada perwerdehiyê de ji bo pêşroja gelan.

Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî bi peyamekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bal kişand ser gefên li ser zimanê Kurdî.

Peyama Enstîtuyê wiha ye:

“Ziman di jiyana gelan û neteweyan de hêmaneke bingehîn e û rasterast nasnameya gelan e. Lewra her gel bi zimanê xwe tê nasîn û binavkirin. Gelên ku zimanê xwe winda bike, nasnameya xwe jî winda dike û têk diçe. Ziman di pêvajoyeka bi hezaran salan de tê afirandin, ji ber vê egerê hemû nirxên gel di naveroka xwe de werdigire û dibe karektera gelan. Ziman bi axaftin, nivîsandin, ragihandin û ramandinê bi pêş dikeve. Demên berê hêza ku ziman zindî dihişt, dengbejî, çîrokbejî û wêjevanî bûn.

Em di destpêka sedsala 20 an de, di nav xwendekar û rewşenbîrên Kurd de helwestên Kurdewarî dibînin. Di avakirina komeleyan û weşana Kovar û rojnameyan de zimanê Kurdî hatiye bikaranîn. Armanca sazî û çapamaniya Kurd, parastina zimanê Kudî û avakirina zimanekî wêjeyî ye.

Di dîroka Kurdistanê de hewldanên bingehîn ên ragihandina Kurdî hene. Yekem car derxistina Rojnameya Kurdistan e. Ew bi tîpên aramî-erebî roja 22yê Avrêla 1898an li Qehîreya paytexta Misirê bi rêveberiya Miqdat Mithat Bedirxan derdiket. Ev Rojname di navabera rewşenbîrên Kurd de rolekê gelek girîng lîstiye. Li pey wê di sala 1908 de li Stembolê rojnameyeka bi navê Şerq û Kurdistan derdikeve. Ev rojname jî li ser zimanê Kurdî radiweste û giringiyeke zêdetirîn dide pirsgirêkên li ser Alfabeya Kurdî û bipêşvebirina zimanê dayikê. Di roja 27 ê Tîrmeha 1912 de ji alî Civata Telebeyên Kurd ve Hetewa Kurd dest bi weşanê dike. Kovareke bi navê Jîn di nav salên 1913 û 1918 yande derdikeve. Berpirsiyariya 20 hijmarên vê kovarê Hemzeyê Muksî digire ser xwe.

Helwesteke girîng a din jî derxistina Kovara Hawarê ye. Ew roja 15ê Gulana 1932yan bi rêveberiya Celadet Ali Bedirxan li Şamê bi tîpên latînî derket. Ev payeberzî li Rojava û Bakur bû bingeha nivisandina Kurdiya bi tîpên latînî.

KNKê jî bi vê têgîhîştin û berpirsiyariya neteweyî di civîna xwe ya 2009an de rojên 14, 15 û 16ê meha Gulanê, wek rojên Cejna Zimanê Kurdî qebûl kir. Ev biryara nirxberz ji aliyê piraniya Kurdan ve hat pejirandin. Li pey komkujiyên wek Helebce cara yekem bi vê biryarê, lihevkirina yekgirtîya neteweyî derket pêş. Bi piranî ev biryar hat pejirandin û ev biryar weke cejna zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê rûnişt.

Mixabin, hem li welêt (li bakurê Kurdistanê) û hem jî li dervayî welêt di warê zimên de xemsarîyek heye, ev xemsarî wek karesetekî mezin li pêş me rawetsiyaye. Bila ev eger baş bê zanîn: “Heke ku zarokên gelekî bi zimanê dayikê neaxivin û zimanê dayika xwe ji bîr bikin, dahatûya wan zarokan û wî gelî namîne!” 

Bi hêviya ku hemû Kurd di her warê jiyanê û perwerdeyê de bi berpirsiyariyeke hestên neteweyî li siberoja zimanê Kurdî xwedî derkevin û divê êdî her dem jiyana me bi Kurdî be!

Bi taybetî jî divê her Kurd her derfetên bipêşxistina ziman bi hestên niştimanperwerî pêk bîne. Li dibistanên Kurdî xwedî derketinê weke peywîreke Kurdbûn û mirovbûnê binirxînin!

Em li gelê xwe vê bangê dikin:

Bi Kurdî biaxêvin!

Bi Kurdî binivîsin!

Bi Kurdî bixwînin!

Bi Kurdî bihizirin!

Û her wiha

Bi Kurdî bijîn!

Divê em di bin her mercî de li zimanê xwe xwedî derkevin!

Bi vî hestî, em Rojên Zimanê Kurdî pêşwazî û pîroz dikin!”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê siyasî yê ku du çavên wî nabîne di hucreya yek kesî de tê girtin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tenduristiya Zeynep Celaliyan nebaş dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

Zeynep Celaliyan ku 18 sal in li girtîgehên Îranê ye, rewşa wê ya tenduristiyê nebaş…

Ji aliyê Stêrk TV

Qeyûman Qers parsel bi parsel firotine

Turker Oksuz û Ziya Polat ku ji sala 2020'î û vir ve weke qeyûm li…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê li ser sînorê Efganistan-Pakistanê: Herî kêm 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Li ser sînorê Efganistan û Pakistanê careke din şer qewimî. Hate ragihandin ku herî kêm…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Ji Rûsya û Ûkraynayê êrîşên beramber ên bi dronan: Li Ûkraynayê 4 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Japonyayê barînên zêde: Herî kêm 4 kes mirin û 6 hezar kes jî li balafirgehê asê man

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Qanûna Çarçoveyê bi tenê nikare meseleya Kurd çareser bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?