Di demekê de ku Tirkiye li ser bandora banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo daxivî, PKK’ê li gorî bangê tevgeriya û di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li hev kom kir, li gel bidawîkirina têkoşîna çekdarî biryara fesixkirinê da.
Van biryaran li nava raya giştî ya Tirkiye û cîhanê deng veda û êdî weke nêrîna hevpar hate destnîşankirin ku divê dewlet gaveke şênber biavêje.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Rê, Înşaet û Avahiyan a Şoreşger (Dev Yapi-Îş) Ozgur Karabûlût daxuyaniya PKK’ê ji ANF’ê re nirxand.
‘BIRYARA FESIXKIRINÊ GAVEK JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ YE’
Karabûlût biryara PKK’ê weke gaveke girîng ji bo têkoşîna demokratîk pênase kir û işaret bi wê yekê kir ku israra li ser neçareseriyê xisarek ji milyaran dolarî dide welêt û got, “Em vê biryarê weke dewama pêvajoyekê dinirxînin ku bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Birêz Ocalan destpê kir û hêvî da civakê. Biryara fesixkirinê ya PKK’ê ku dibêje ew li dijî polîtîkayên îmha û înkarê rabû, eger sererastkirin û guhertinên siyasî û hiqûqî bêne kirin, ji bo tevahiya civakê wê bibe pêşketinên bêhempa. Eger pêvaoya şer a zêdeyî 40 sal in dewam dike bi dawî bibe û dewlet dest ji polîtîkayên xwe yên ewlekarîperest berde, hingî wê ber bi pergaleke demokratîk gav bê avêtin.
Zêdeyî sed sal in bi afirandina dijminan, bi dirûşma ‘Welat-milet-Sakarya’ civak li ber hev hate rakirin, nakokî hatini manîpulekirin û tepisandin, bi vî rengî jî hate nixumandin. Çavkaniyên ku ji karker û kedkarên welêt hatin komkirin, bi hinceta polîtîkayên ewlekariyê pêşkêşî pîşesaziya parastinê, baronên şer hate kirin.
Israra li ser neçareseriyê zerareke ji milyaran dolarî da welêt, her wiha birînên kûr li milyonan mirovî vekir ku ji cih û warê xwe bûn. Fatûreya vê jî li karker, kedkar, ciwan, jin, xizan û tevahiya civakê hate birîn.
Eger ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên welêt pêvajoyek bi rê ve diçe û ji bo vê jî gav têne avêtin, ev yek ji bo me karker û kedkaran wê encamên gelekî erênî bi xwe re bîne.
‘ABORIYA ŞER NEÇARESERIYÊ BI XWE RE TÎNE’
Daxwaza demokrasiyê ya civakê, azadiya rêxistin û çalakiyan a karkeran dihatin astengkirin; bi betalkirina qanûn û hiqûqê re bi hinceta ‘polîtîkayên ewlekariyê’ pêşî li têkoşîna ji bo maf dihate girtin.
Yên ku li ber zemên ji bo dagirtina kasaya dewletê radibûn ku bi lêçûnên ewlekariyê hatibû valakirin, bi gotina ‘Hûn zanin bê buhayê fîşekekê çiqas e? Ji ber maliyeta wê em neçar in dikin!’ hewl dabûn ku vê yekê bidin qebûlkirin.
Hejmara mirovên ji ber xizaniya bi sedema aboriya şer nikarin debara xwe bikin zêde bû. Hejmara bêkaran ji 10 milyonî derbas kir, li şûna ku çareseriyê ji zarokên bi birçî diçin dibistanê yan jî nikarin li dibistanê xwarinê bixwin çareser bikin, çavkanî ji hilberînan çekan û kirîna F-35’an de hatin veqetandin. Ev çavkanî êdî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê dikarin bêne bikaranîn.
Qet nebe dema ku pirsgirêk hate bilêvkirin an jî têkoşîn li hemberî van hate meşandin, hingî wê şensê wan ê afirandina argumaneke dijber nebe.”