Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî, Abbas Baran, Lorîn Gever û Rawan Koçer di 6’ê Çileya 2025’an de dema ku hewl dan cihê xwe biguherînin, di encama kemîna dijmin de tevlî karwanên şehîdan bûn. Ev her sê şervanên wêrek wekî ewladên wêrek ên gelê Kurd cihê xwe di rûpelên azad ên dîrokê de nivîsandin.
Li herêmên berxwedanê yên Girê Cûdî yên herêma Zapa Rojava ya Şehîd Delîl berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Gerîlayên azadiyê rê nedan ku dagirker derbas bibin û bi sekna xwe ya bi rûmet cihê xwe di vî şerî de raber dikin. Di vê pêvajoya çalakiyan de profesyoneliya di şer de raxistin ber çavan. Bi çalakiyên hewa û erdê re her roj berdiv dan dijmin û herikîna şer guherandin. Herêma berxwedanê ya Girê Cûdî di vî şerî de yek ji herêmên herî çalak bû. Girê Cûdî cihê ku şervan bi bawerî û girêdaneke mezin lê şer dikine. Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî, Abbas Baran, Lorîn Gever û Rewan Koçer di 6’ê Çileya 2025’an de dema ku hewl dan cihê xwe biguherînin, di encama kemîna dijmin de tevlî karwanên şehîdan bûn. Ev her sê şervanên wêrek wekî ewladên wêrek ên gelê Kurd cihê xwe di rûpelên azad ên dîrokê de nivîsandin.
Zarokên gelê Kurd ên ku di welatekî windabûyî de di êş û azarên zilmê de derbas bûn, niha dîroka xwe pir baş dizanin. Li ser vî axî berxwedana destanî ya li ser navê mirovahiyê tê meşandin, tên bibîranîn. Ev têkoşîna ku bi navê azadiyê tê dayîn, vediguhere rastiyekê ku ji sînoran derbas dibe û li her derê belav dibe. Şervanên azadiyê berpirsiyariya serdemekê hildigirin bêwestan û bêyî ku carekê jî axînê bikşînin, demeşin. Ew heta dawiyê bi têkoşîna xwe ve girêdayî ne. Ew ne tenê bi şehadeta xwe, di heman demê de bi jiyana xwe jî hêvî li ser vê axê çandin. Ew di vê rastiya dijwar a şer de hemû hezkiriyên xwe winda dikin. Yên ku li pey wan mane, niha ji bo hevrêyên xwe dijîn. Ew jiyana hevalên xwe yên ku şopa wan dişopînin li jiyana xwe zêde dikin. Ew bi bîranînên jiyaneke din re di dilê xwe de meşa xwe didomînin. Rastiya têkoşîna 50 salî vê yekê fêrî wan dike. Mirin ne dawiyek e, destpêkek nû ye. Jiyan di dilêkî din de berdewam dike.
ABBAS BARAN RÛMETA GEL Û WELATÊ XWE HILDIGIRE SER MILÊN XWE
Hin kes hene ku bawerî, hêrs, têkoşîn û mîrateya xwe bi rûmetek mezin hildigirin. Ev mirovên ku sira nemiriyê kifş kirine dizanin çawa ji bo siberojek azadtir jiyanek feda bikin û di ti şert û mercan de dev ji tişta ku dizanin bernadin. Herî kêm ew dizanin ku namerd sodxwarên ku bedewî û hemû jiyanê di qirkirinêmde derbas bikin û bi vê zanînê mezin dibin. Ew di nava zilmê de derbas bûn, hêrsa xwe tûj kirin. Her yek ji wan fedaiyên sondxwarî yên ku tola van êşan wê hilînin.
Dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan ku di sala 2023’yan de li Herêma Berxwedana Girê Cûdî pêk hat, hîn jî di bîra me de ne. Di vê operasyonê de şervan derbeyek mezin li dijmin didin. Ew hemû jêhatîbûna xwe di vê operasyona şoreşgerî de nîşan didin. Em cara yekem dîmenên ku bi kamerayên serî hatine kişandin bi Abbas Baran re dibînin. Ew yek ji şervanên ku beşdarî operasyonê dibe ye. Lê sedemek din a ku ew di bîra me de cihekî ewqas xweş digire ev e ku dema ku ji zinaran dadikeve, cenazeyê hevalekî xwe li ser pişta xwe hildigire. Dema ku em vê dîmenê temaşe dikin, em careke din dibin şahid ku jiyan û mirin çawa bi hev re dimeşin. Şervan Varto heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dide, nemir dibe û ji çiyayan re zêmaran dibêje. Bedena wî kulîlkên xweşik ên ji xwînê sor bûne hildigire. Şervan Varto li ser milê hevrêyê xwe diherike dilan.
Abbas Baran qet nafikire ku cenazeyê hevrêyê xwe li qada şer bihêle, ew dibe sembola girêdana ji bo hevalê xwe. Hilgirtina rûmeta welat û gelê birîndar ne hêsan e. Ne her dil, her beden nikare vî barî hilgire. Hevalê ku te mil bi mil pê re şer kir, êdî bi te re nîne. Û hilgirtina cenazeyê wî yê hêja û bi rûmet dibe erka te. Mîna ku ji her tiştî re amade yî, ji vê re jî amade yî. Ew mîna çerxek bêdawî ye. Dema ku bombe û gule li ser te dibarin, ji bo hevrêyê xwe bi destê namerdan de bernede wî hildigure ser pişta xwe, yek kêm bibe yek zêde bibe pir zehmet e. Bi vê hestê, ew birîna ku tu li ser dilê xwe hildigirî her tim xwîn jê diherike. Abbas ê ku di dilê xwe de êşa windakirina hevalekî hildigire, her gavên diavêje, tişta ku li ser pişta xwe hildigire hevalê wî, gelê wî û welatê wî ye. Ew bi vê hişmendiyê gavên xwe diavêje. Niha rastiya ku wî di bîra me de nexşandiye careke din tê ber çavên me. Sira sekna bi rûmet a Abbas Baran; girêdan û baweriya wî ya bi Rêbertiyê re û hewl dide heta dawî bibe evîndarê hevrêyê xwe.
LORÎN MEYDANÊ DIXWÎNE
Eger em dîsa vegerin dîmenên operasyona şoreşgerî, em di tomarên deng de dengê hevala me Lorîn Gever dibihîzin. Ew stranek azadiyê dibêje. Ev straneke nas e. Ev denûgê ku di singa çiyayan de deng vedide, dengê hevala me Lorîn Gever e. Lorîn Gever bû şahid ku dijmin bêyî li pey xwe binêre ji tirsan direve; ew jina Kurd a wêrek e ku dibêje, “Tu bi ku de direvî, komando?”. Dengê Lorîn melodiya şer e ku gazî dijminê ji tirsan direve û meydanê dixwîne. Ew deng dengê kesa jêveneger a ku sond dixwe di dilê wan kirêtan li wan bixe. Bi gotina “Em her tim li vir bûn û em ê li vir bimînin” û meydan li dijmin dixwar. Ev jina Kurd a fedaî ku gihîştiye rastiya jineke şervan û bedew, têkoşîna xwe bi neynûkên xwe kolandiye li rûpelên dîrokê dinivîse. Ew rol û rastiya jinan di şer de eşkere dike. Li van axan wêrekî û jin hevcot in. Her kesî ev yek careke din di şexsê Lorîn Gever û bi hezaran şehîdan de dît û bûn şahid.
ARMANCA RAWAN
Heval Rawan Koçer yek ji wan kesan e ku di vê pêvajoya şerê dijwar de paşde mayin ji xwe re heq nabîne û her tim di rêza pêşîn de cihê xwe digire. Ciwanek fedakar e ku bi kiryarên xwe yên di şerê dijwar de nefreta xwe li ser dibarîne. Rawan milîtanek ciwan e ku ji bo birînên welatê xwe derman bike dijî. Bi ezmûnên jiyan û şer ên ku di jiyana xwe ya ciwan de berhev kiriye, bi dilê xwe yê sondxwarî yê tolhildanê xwe digihîne hedefê. Bi qasî ku zehmetiyan derbas bike dibe fedaî, hiş û dilê xwe digihîne qada şer û bi çandina keda hezaran salan xwe digihîne stêrkan.
Ev sê şervanên esil ên ku heta kêliyên xwe yên dawî li ber xwe dan û di 6’ê Çileya 2025’an de li Girê Cûdî di kemîneke xayîn de şehîd bûn, ji bo qet neyên jibîrkirin di hişê me de cihê xwe girtin. Ev sê ciwanên Kurd ên wêrek çavkaniya jiyana welatê xwe ne. Dem hatiye ku em ji wê avê qurtekê vexwin.