Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya ku di 26’ê Nîsana 2025’an de li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin, biryar da ku şandeyek ji 10 kesan pêk were da ku bi rêveberiya Şamê re danûstandinan bike. Di nav şandeyê de nûnerên ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ENKS, Rêveberiya Xweser, partiyên din ên Kurd, tevgera jinan û nûnerên serbixwe hene.
Armanca sereke ya şandeyê ew e ku li gorî belgeya ku di konferansê de hatiye qebûlkirin, beşdarî çareseriya pirsgirêka Kurd bibe û zemînê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk amade bike.
Yek ji endamên şandeyê, endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ew rêbaza netew-dewlet û rêveberiya navendî ya ku heta niha hatiye ferzkirin napejrînin. Xelîl got, “Çareseriyên nû û mayînde bi rêbazên kevn çênabin. Ji ber vê sedemê, divê modela netew-dewlet û bi taybetî jî navendîbûn neyê dubarekirin.”
Pêkhateya şandeya Kurdî û erkên wê yên sereke çi ne?
Belgeya ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de hatiye qebûlkirin, referansa bingehîn a şandeyê ye. Ev belge hem çareserkirina pirsgirêka Kurd û hem jî avakirina Sûriyeyeke demokratîk armanc dike. Şande dê siyaseteke nû pêş nexe; ew ê vê belgeyê biparêze. Ji ber ku hemû hêzên Kurd li ser vê belgeyê, li hev kirine. Şande bi beşdariya tevgerên siyasî yên Kurd, Rêveberiya Xweser, tevgera jinan, nûnerên serbixwe û partiyên li derveyî welêt hate damezrandin. Îradeyeke hevpar hate nîşandan ku her kes di şandeyê de, ku bi tevahî ji 10 endaman pêk tê, cih bigire û nûnerî bike. Erka şandeyê ne tenê avakirina diyalogê bi Şamê re ye, di heman demê de naveroka belgeya pejirandî ji hemû beşên civakê re jî rave kirine.
Şandeyê civîna xwe ya yekem lidar xist; tenê endameke jin ji Efrîn nikarîbû beşdar bibe. Armanca sereke ya şandeya 10 kesan ew e ku sîstema demokratîk a heyî ya herêmê û pêvajoya şoreşgerî temsîl bike. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêberiya xwe ya jin û avahiya xwe ya parastinê ji herêmên din ên Sûriyeyê cuda ye. Ji ber vê sedemê, şande di danûstandinên bi Şamê re bi hestek mezin a berpirsiyariyê tevdigere. Ew dizanin ku her gavek dikare ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya Sûriyeyê bandorên cidî bike. Ew bawer dikin ku gavên rast dê moralê bidin têkoşîna demokrasî û azadiyê li welêt.
Erkê şandeyê ne tenê bi danîna diyalogê bi rejîma Sûriyeyê re sînordar e. Di heman demê de, yek ji erkên bingehîn ew e ku naveroka belgeya ku di konferansê de hatiye qebûlkirin û rastiya ku ew temsîl dike ji bo hemû beşên civakê rave bike. Armanc û naveroka vê projeyê divê ji gelên wekî Erebên Sunnî û Elewî, Durzî, Suryanî-Keldanî-Asûrî, Ermenî, Tirkmen, Çerkez û Kurdên ku li herêmên cuda dijîn re were ragihandin. Kurd ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de li gelek herêmên Sûriyeyê jî belav bûne. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku şande bi hişmendî û berpirsiyariyek ku tevahiya Sûriyeyê digire nav xwe tevbigerin.
Gelo roja civîna bi Şamê re diyar e, dê kîjan mijar werin nîqaşkirin?
Heta niha, ji bo civîna fermî ya bi Şamê re ti dîrokek diyarkirî nehatiye destnîşankirin. Lê belê, şandeyek ji nûnerên Kurd, Ereb û Asûrî pêk tê vê dawiyê çû Şamê û çend civînên pêşîn lidar xistin. Tê payîn ku pêvajo li gorî rêça têkiliyan piştî betlaneya Cejna Qurbanê were zelalkirin.
Pêşbînî tê kirin ku her mijarek di civînan de li gorî warên pisporiya xwe di komîteyên cuda de were nîqaşkirin. Mînak ji bo mijarên wekî mijarên leşkerî, mijarên siyasî, aborî û Rêveberiya Xweser, şandeyên ji pisporên têkildar pêk tên dê werin avakirin. Nûnerên siyasî yên Kurd dê mijarên têkildarî doza Kurd çareser bikin. Şand amadekariyên xwe didomîne kengî hat xwestin wê civîn pêk bînin.
Nêzîkatiya şandeyê li hember komên civakî, etnîkî û olî yên ji bilî Kurdan çi ye?
Vîzyona şandeyê ne tenê mafên Kurdan, hemû komên civakî û olî yên ku li Sûriyeyê dijîn jî dihewîne. Li gorî belgeya ku di konferansê de hatiye qebûlkirin, armanc ew e ku piştî rejîma Baasê Sûriyeyek demokratîk ji bo hemû gelan were avakirin. Armanc ew e ku beşên cuda yên wekî Elewî, Sunnî, Durzî, Ereb, Asûrî û Êzîdî li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev werin temsîlkirin. Şande nêrîna ku çareseriyek mayînde ji bo pirsgirêka Kurd, tenê dema ku demokratîkbûn li seranserê Sûriyeyê pêk were mimkun e, dipejirîne.
Çareseriya pirsgirêka Kurd bi çareserkirina pirsgirêkên hemû gelên Sûriyeyê bi hev re mimkun e. Divê armanc Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî be, ku demokrasî, azadî û wekhevî ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo Durzî, Elewiyan, Sunniyên muxalefet û civakên din jî were misogerkirin. Divê em ji tecrûbeyên salên bihurî dersê bigirin.
Hûn behsa kîjan tecrûbeyan dikin?
Sûriye ji sala 1963’yan vir ve ji ber avahiya xwe ya navendî û netew-dewlet nekariye çandeke demokratîk pêş bixe. Çavkaniya pirsgirêkan ev sîstem e. Ger îro demokrasî were hedefgirtin, bi amûrên kevin (navendîbûn û modela netew-dewlet) ne mimkûn e ku encamên cuda werin bidestxistin. Ji ber vê sedemê, teqez divê pergala navendî neyê dubarekirin.
Pirsgirêk ev e ku welatên ku xizanî, kaos û pevçûnên giran lê hene bi gelemperî ji hêla dewletên navendî ve têne rêvebirin. Ji aliyekî din ve, piraniya welatên pêşketî û azad xwedî pergalên nenavendî ne. Ji ber vê yekê pergalek wisa em ji bo Sûriyeyê pêşniyar dikin. Zehmetî û windahiyên ku ji sala 2011’an vir ve hatine jiyîn hewcedariya guhertinê nîşan didin. Ji ber ku salên rêveberiya navendî bûne sedema şer û wêraniyê, divê niha pergalek nenavendî li Sûriyeyê were damezrandin.
Daxwaza sîstemeke nenavendî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelê Sûriyeyê derbasdar e. Her çend hin kes vê yekê wekî xwesteka Kurdan a ji bo veqetandinê xelet şîrove bikin jî, armanc avakirina sîstemeke demokratîk e. Divê ziman û çanda Kurdî were naskirin, qedexe werin rakirin; divê Kurd hîs bikin ku ew beşek rastîn a vî welatî ne.
Armanca me ji çûna Şamê ne tenê ew e ku em daxwazên xwe ragihînin, di heman demê de rave bikin ka divê Sûriye piştî şoreşê çawa be. Ev proje çareseriya herî guncaw e ku ne tenê pirsgirêkên Kurdan, di heman demê de pirsgirêkên Elewî, Durzî, Asûrî û hemû cudahiyên din jî vedihewîne. Dîroka şaristaniya hezar salan a Sûriyeyê nîşan dide ku civakên cûda bi hev re dijîn. Divê em bi jiyana li gorî van rastiyan hêza xwe ya siyasî û civakî nîşan bidin û bi hev re Sûriyeyek demokratîk ava bikin.