Duşem, 8 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    John Holloway: Ocalan ronahiyeke ku di tarîtiya cîhanê de dibiriqe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Shirin Ebadi: Azadiya Abdullah Ocalan mercê esasî yê pêvajoyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên ji bo konferansê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Norman Paech: Divê Abdullah Ocalan bê berdan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîroknasê Misrî Mercûne: Banga aştiyê ya Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziye û mewlûd bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Heftan: Hevala Aryen fermandara şerê serdemê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê fermandar Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Ayten Kordû: Ev yek madenkariya mêtingeriyê ye
Civak & Ekolojî

Ayten Kordû: Ev yek madenkariya mêtingeriyê ye

Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû lêgerîna li zêr a bi siyanurê weke mêtingeriyê pênase kir û got, "Hûn hem mirovan asîmîle dikin hem jî hebûneya wê herêmê talan dikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parlamentera Dersimê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Endama Komîsyona Hawirdorê ya Meclîsa Tirkiyeyê Ayten Kordû li ser lêgerîna madenkariyê ya bi siyanur a li navçeya Îlîç a Erzînganê û navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji ANF’ê re axivî.

Ayten Kordû jî di nav de Parlamenterên Mûşê Sumeyye Boz û Sezaî Temellî û Parlamenterê Agiriyê Nejla Demîr û Heval Bozdag têkildarî çavkaniyên avê yên ser û binê erdê yên ji ber karê madenê ya bi siyanur gemarî bûne û ziyandayina li Çemên Mûrat, Firat û Dîcleyê di 5’ê Kanûnê de pêşnûmeyeke lêkolînê ya hevpar dabûn.

Ayten Kordû ragihand ku têkildarî lêgerîna madenkariyê ya bi siyanurê wê bi xwe pirs ji Wezareta Guhertina Avhewayê, Bajarvanî û Hawirdorê pirsî, têkildarî bersiva wezaretê got, “Em hem têkildarî çandiniyê hem jî têkildarî hawirdorê axivîn. Di heman demê de di hevdîtinên komîsyona budçeyê de me ev rewş xistin rojevê. Li Îlîçê min mijara siyanurê ji wezîr pirsî, ku difikirin çi bikin. Wezîr got, ‘Zerara xwe li tenduristiya mirovan nîne. Kontrolên pêwîst hatine kirin, di asta herî bilind de cezayê pere hatiye birîn’. Lê belê em zanin ku kargehê ji nû ve dest bi karê xwe kiriye û niha dewam dike. Ev jehr tenê li vê herêmê namîne, derbasî nava çavkaniyên avê dibe û ji Çemê Firatê digihêje heta Kendava Bafrayê. Ev kîmyasal jî mayinde ne û dibin sedema xisareke gelekî cidî. Em vê yekê bi taybetî dixin rojevê. Bi taybetî me pêşnûmeya lêkolînê dan. Me li komîsyonê gotin, li civata giştî gotin û em ê her tim bixin rojevê.”

AKP Û MHP LI PEY WÊ YEKÊ YE KU DEWLEMENDAN HÎN DEWLEMEND BIKE

Ayten Kordû projeyên madenkariyê weke mêtingeriyê pênase kir û got, “Maden an jî Santralên Hîndro Eleketrîk (HES) ji xelkê herêmê nayê pirsîn û bi vî rengî têne avakirin. Ev yek li Kurdistanê weke polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Ji ber ku bendav têne çêkirin û ji van re jî dibêjin bendavên ewlekariyê. Mijara zêr û siyanur jî bi vî rengî ye, navê vê yekê madenkariya mêtingeriyê ye. Ji ber ku dema we li cihekî ku çand, ziman û baweriya gelekî tune hesibandin, li cihekî ku bi kêrî xelkê herêmê neyê hûn bi siyanurê zêr derdixînin, di rastiyê de hûn mirovan hem asîmîle dikin û talan dikin, hem jî hebûneya wê herêmê talan dikin. Em têkildarî madenên din jî vê dibêjin; bêguman pêwîstiyeke ku ji bo bersivdayina hin pêwîstiyan di çarçoveya kontrola cemaweriyê de wê bê kirin. Lê belê ev hemû dûrî kontrola cemaweriyê, dûrî plansaziya cemaweriyê, dûrî rêxistinên civakî yên sivîl têne kirin û ne ji bo pêwîstiyan têne kirin, ew pêşkêşî sermayeyê têne kirin.

Ji ber ku derdê hikumeta AKP û MHP’ê ew e ku qezenca xwe zêde bike, dewlemendan hîn bêhtir dewlemend bike, xaka wê herêmê pêşkêşî sermayeya navneteweyî bike.”

ZERARÊ DIDE JIYANA HEMÛ ZINDIYAN

Têkildarî encamên madenê jî Ayten Kordû anî ziman ku dikare bibe sedema xisarên mezin ku vegera jê zehmet be û got, “Ev maden bi kîmyasalên gelekî cidî têne derxistin. Siyanur bi tena serê xwe kîmyasaleke gelekî bi jehr e. Dema ku zêr ji madenan têne derxistin dixin hawizan û ji parzûnên siyanurê têne derbaskirin. Ji ber ku ev hawiz vekirîne dibe dû û bi hewa dikeve. Gefê li heywanan, xakê, daran, mirovan, gefê li hemû zindiyan dixwe. Mînak, herêma madenê ya li herêma Îlîç a Erzînganê bi qasî mezinahiya bajarê Dersimê ye. Qadeke ewqasî mezin e.

Bixwazin vê derê rehabîlîte bikin jî divê ji qezenca ji wir bi dest xistiye divê hîn bêhtir xerc bikin. Em bêjin xerc kirin û kirin, dîsa jî nepêkane ku xak bi temamî bê paqijkirin. Ji bo salên dûr û dirêj dibe sedema xisareke mayinde. Dibe sedem ku pitikên astengdar ji dayik bibin, kansera pişikê belav bibe, zerarê li tevahiya xwezayê dike. Hûn nema dikarin sûdê ji xakê werbigirin. Em bibêjin hûn li wê herêmê mêşkariyê dkiin; li wir mêşên hingiv dimirin, çivîk zerarê dibînin. Yanî xweza bi temamî, bi mirovên xwe hemû qada jiyanê, qada ekolojîk xera dibe.”

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Ewropayê barîna berfê her ku diçe kêm dibe: Ev agahiyek xirab e!
Nûçeya Pişt re Polîtîkaya avê ya Tirkiyeyê: Şer û talan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina warê xwe bi şahiyekê pîroz kir

Şêniyên Kantona Firatê salvegera 10'emîn û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11'emîn bi şahiyekê pîroz kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsên Tirk li Akdenîzê êrîşî welatiyan kir

Polîsên Tirk êrîşî çalakiya protestoyî ya li hemberî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û…

Ji aliyê Stêrk TV

Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

6’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir a li Kobanê hat lidarxistin bi çalakiyên hunerî bi dawî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Wanê bi mezinahiya 4.6’ê erdhej çêbû

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Dîmenê talankariya artêşa Tirk a li gundê Şêlazê

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Qendîl bi rengê payîzê xemilî

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

YE bê etîket destûr dide firotina GDO’yên nifşên nû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?