Rojnamevan-nivîskar Yûsûf Karadaş anî ziman ku piştî şerê Îran û Îsraîlê rewşa nediyar hîn jî dewam dike û diyar kir ku agirbesta demkî nayê wateya pyemaneke aştiyê yan jî çareseriyê. Yûsûf Karadaşa li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Rojnamevan-nivîskar Yûsûf Karadaş ragihand ku şerê navbera Îsraîl û Îranê di demekê de destpê kir ku li ser mijara peymana nukleerê ya navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê danûstandin dihate meşandin û got, “Şer piştî ku Îsraîlê yekser li Îranê xist, destpê kir. Ji ber darbeyên ku hêzên bi piştevaniya Îranê xwarin, DYE û Îsraîl dixwaze Îranê neçarî hevsengiyeke welê bike ku weke berê li Rojhilata Navîn bi bandor nebe.
Danûstandinên nukleerî ji bo wê yekê bûn ku Îranê di nava şert û mercên nû de neçarî hevkarî û lihevkirinê bike. Îran li çareseriyeke welê dihate mecbûrîkirin ku hêzên ku piştgiriya wan dike bêne tasfiyekirin û li herêmê hêza wê bê tecrûbekirin. Ne tenê DYE, her wiha Îsraîl jî ev yek weke pirsgirêka xwe ya ewlekariyê nîşan dida û êrîşên xwe dispart vê yekê. Lewma tişta ku em dikarin destpêkê tespîta wê bikin ew e ku ev êrîşa DYE û Îsraîlê weke qonaxeke nû ya têkoşîneke demdirêj rû da.
Li gel bandora Îsraîlê heta astekê jî di vî şerî de herdu aliyan hevdu lawaz kirin. DYE’yê bi balafirên bombardûmanê yên B-12 êrîş bir ser navendên nukleerî yên Îranê. Bersiva Îranê ya li hemberî vê yekê bi kontrol bû. Dema ku em bala xwe didin ser van hemûyan, dikarin vê bibêjin: Hewl didin Îranê neçarî şert û mercên nû bikin. Planeke bi vî rengî heye. Hewl didin hevsengieyke welê biafirînin ku dema DYE û Îran li dora maseyê rûniştin, Îran şertên nû yên ku DYE û Îsraîl ferz dikin qebûl bike; hewl didin têkiliyeke bi vî rengî ya hêzê biafirînin.”
Yûsûf Karadaş anî ziman ku dema ew li rewşa heyî dinihêrin, dibînin ku hemû aliyan gotin ‘Em bi ser ketin’, şerekî hîn demdirêj ku hevdu bêhtir lawaz bikin nedan ber çavên xwe û got, “Lewma agirbesta heyî ya demkî weke atmosfereke welê ya siyasî bê pênasekirin ku rewşa ne diyar hîn dewam dike, eger di danûstandinan de encama tê xwestin bi dest nekeve wê careke din destwerdanek li Îranê bikeve rojevê.
Agirbesta demkî nayê wateya peymaneke aştiyê yan jî çareseriyê. Hêzên di nava şerê heyî de ji ber ku derbasbûna li asteke hîn giran a şer ji bo xwe bi rîsk dibînin; ji ber ku dibînin ku encamên xwe wê ji bo tevahiya herêmê hilweşîner be, tabloyeke siyasî derkete holê ku xwe ji agirbestê re mecbûrî dîtin. Lihevkirin an jî agirbesta heyî di vê çarçoveyê de dikare bê pênasekirin.”
Rojnamevan-nivîskar Yûsûf Karadaş ragihand ku mebesta wî ji dîzayna herêmê ew e ku Îran hatiye lawazkirin, herêm di çarçoveya DYE’yê de ji nû ve hatiye dîzaynkirin û got, “Di vê pêvajoya siyasî de bi dîtina min di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hevrikiyek ji bo lîderiya vê siyaseta dîzaynê heye. Yanî gotina ku dibêje Îsraîl gef e, bi esasî ji ber hevrikiya bi Îsraîlê re ye.
Ew mesele ye ku di çarçoveya pêşengiya DYE’yê de kî wê hîn bêhtir bi rolê rabe, hîn bêhtir parê werbigire û ji bo armancên wê yên serweriyê hîn bêhtir derfetan biafirîne. Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hevrikiyek heye; lê belê ev hevrikî di pratîkê de xizmetê ji DYE’yê re dike ku herêmê dîzayn bike û kî wê bibe hêza hevkarê vê yekê.
Lewma heta ku Tirkiye û Îsraîl yekser li hemberî hev şer nekin, wê ji bo DYE’yê pirsgirêk tine be. Mînak eger li aliyekî Sûriyeyê Tirkiye hebe, li aliyê din jî Îsraîl hebe ev yek ji bo DYE’yê ne pirsgirêk e. Herdu jî niha hewl didin di çarçoveya DYE’yê de siyasetê bimeşînin. Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hevirkiyek heye; lê belê ev yek ne di wê astê de ye ku hevdu hilweşînin an jî şer bidin destpêkirin. Hevrikiya ji bo wê yekê ye ku di dîzaynkirina herêmê ya bi pêşengiya DYE’yê de kîjan wê xwe bide pêş û hîn bêhtir bibin xwedî parekê.”
Têkildarî rewşa Kurdan a di vê pêvajoyê de jî Yûsûf Karadaş got, “Li aliyê tevgera Kurd gotin û daxuyaniyên ku dibêjin, ev şer -Yanî şerê Îsraîl an jî DYE’yê şerekî azadiyê nîne, azadiyê ji gelan re nîne- gelekî girîng e.
Di mijara jinûve dîzaynkirina Rojhilata navîn de siyaseta ku şerê etnîkî, olî û mezhebî zindî dihêle, azadiyê ji gelan re nîne; berevajî vê yekê nakokiyan û şer hîn giran dike.
Ji bo Îranê jî ji bo welatên din ên Rojhilata Navîn jî eger wê demokrasî û aştî bê, ev yek wê tenê bi helwesta demokratîk a gelan a li hemberî paşverûtiyê be. Li Îranê avakirina rejîmeke demokratîk tenê wê bi têkoşîna gelan û kedkaran be.”