Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo mirina biguman a li Girtîgeha Mûşê daxwaza lêpirsînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD, OHD û TUHAY-DER’ê: Li Girtîgeha Tarsûsê binpêkirina mafan berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay car din serlêdana lêpirsînê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyde Zumrut: Bi xurtî tevlî meşa dirêj û festîvalê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglu: Pêvajoya rastîn dê bi pêkanîna qanûnê û rojevbûna daxwazên Kurdan dest pê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > 8 jinên din ên ciwan tevlî nava refên gerîla bûn
Jin

8 jinên din ên ciwan tevlî nava refên gerîla bûn

8 jinên Kurdistanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 4’ê Nîsanê de tevlî nava refên gerîla bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

8 jinên ciwan ên Kurdistanî daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: “Em ketin sala 26. a komploya navneteweyî. Ji roja ku Rêbertiya me di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin û heta roja îro di şexsê Rêbertiya me de hemû Kurdistan û gelê Kurd hewl da ku dîl bê girtin. Ji ber vê yekê berxwedana 26 salan a Rêberê me, hemû polîtîkayên îmha û qirkirinê pûç kir. Di vê wateyê de Îmraliyê li hemberî berxwedana bêhempa ya Rêberê me bandora xwe winda kir. Di vê wateyê de di şexsê modernîteya Kapîtalîst, li ser Kurdistanê 24 saetan taybet wek jinên ciwan li ser me polîtîkayên tirsandinê tê meşandin. Di şexsê Rêbertiya me de, jinên leheng ên Kurd, ciwanên Kurd û hemû gelê Kurdistanê bi salan e li berxwe didin. Parastina nasname, ziman û çanda xwe ya Kurdewarî bi jiyana demokratîk a azadiya jinê û yekîtiya hemû gelan pêkan e û berxwedana bi heybet a ku şert û mercên bi Rêber Apo re tê dayîn, nav û vîna serketinê ye.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Dîsa em weke jinên ciwan ên Apoyî diyar dikin ku em saniyeyekê jî bêyî Rêbertî qebûl nakin. Li hemberî komploya 1999’an şehîdên me yên leheng û fedaî bedena xwe kirin mertalên zindî û bi çerxeke ji agir berê xwe dan Rêber Apo. Em jinên ciwan li hemberî vê heqîqetê, bicihanîna rûmeta xwe ya mirovî û exlaqî berpirsyar dibînin. Li hemberî tecrîd û faşîzma 26 salan em bi vîn û ruhê şehîdên xwe berê xwe didin li Rêbertî û çiyayên azad didin.

Em weke jinên ciwan ên Rêber Apo diyar dikin ku em ê erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi gihandina tava xwe û Rêbertiya xwe pêk bînin.

Çawa ku di komploya sala 1999’an de jin û ciwanên Apoyî li dijî komployê herikîn çiyayên azad, em jî weke 8 jinên ciwanên Kurdistanê bi vê biryardariya xwe li dijî dagirkeriya li her çar parçeyên Kurdistanê serî hildidin. Di 4’ê Nîsana 2024’an de em berê xwe didin rojê, Rêbertiya xwe û tevlî nava refên gerîla dibin.

Rêheval Şehîd Bîşeng û Şehîd Sara ku di êrîşên Komara Faşîst û dagirker a Tirkiyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne, ji bo me jinên ciwan û jinên Kurd rêber in. Bîranînên rêhevalên me yên ku di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de nûnertiya ruhê berxwedêr ê jinên Kurd kirin, ji bo me jinên ciwan û ciwanan hêlînek e. Li ser vê bingehê em bi ruhê berxweder ên Şehîd Bîşeng û Şehîd Sara tevlî Rêbertî dibin. Em ê tola şehîdên xwe yên mezin hilînin û ji faşîzmê hesab bipirsin.

Rejîma faşîst, kolonyalîst a AKP-MHP’ê ku bi mejiyê xwe yê serdest a mêr razî ye û hêzên DYE û NATO’yê bi awayekî hovane polîtîkayên dagirkirin û tasfiyekirina gelê Kurd û xaka me ya Kurdistanê ya Rêbertiya me didomînin. Weke gelê Kurd û tevgera azadiyê em di pêvajoyeke şerekî şênber re derbas dibin. Gerîlayên YJA-STAR û HPG’ê bi îlhama berxwedana Rêbertiya me, bi taybetî li Zap, Avaşîn û Metîna li her derê bi berxwedaneke mezin li ber xwe didin. Bi çalakî û operasyonan li hemberî hêzên faşîst û kolonyalîst li dijî her cure çekên kîmyewî û termobar, faşîzm rastî têkbirin. Hemû jinên ciwan û ciwanên Welatparêzên Apoyî dizanin ku li hemberî berxwedaneke bi vî rengî em ji her demê bêhtir nêzî azadî û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe ne. Em bang li hemû gel û ciwanên Kurdistanê dikin ku heta siya dijmin li Kurdistanê nehêlin, erkên xwe yên welatparêzî bi cih bînin.

Divê hemû ciwan, jinên ciwan û lehengên berxwedêr ên gelê Kurd zanibin ku; Jiyanek bi rastiya ku Kurdistan welatekî kolonî ye, bê guman ne jiyanek e. Ev jiyan jiyana koletiyê ye. Li Kurdistanê ku her roj qetlîamên bi vî rengî yên hovane li ser zarok û jinan, talankirin, tacîz û tecawiz tên kirin, ti carî derfetên jiyanê ne pêkan e. Divê nebe! Dîsa dixwazin di şexsê jinên Kurdistanê de xaka Kurdistanê talan û tecawizê bikin. Em pergala ku xwe di nava hovîtiyê de diafirîne qebûl nakin û divê qebûl nekin. Li ser vê bingehê em bang li hemû jinên ciwan û ciwanên Apoyî dikin ku tevî refên azadiyê bibin. Divê em tu carî ji bîr nekin ku em ji bo dozek bi rûmet ketine rê. Em bang li her kesî dikin ku tevlî vê têkoşîna rûmet û azadiyê bibin.

Erka me ye ku em li ser şopa Şehîd Bîşeng û Şehîd Sara bimeşin û bi agirê şoreşê ber bi azadiyê ve bimeşin û dilsozê bîranînên wan bin. Divê her kes bizane ku têkoşîna nîvsedsalî ya Rêber Apo, têkoşîna azadiyê ye. Têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye. Weke jinên ciwan ku tu carî jiyanek bê Rêbertî qebûl nakin, me soz da ku em ê di nava refên PKK – PAJK’ê de bi şervanên heqîqetê re bimeşin. Divê her kes bizane ku azadî tenê bi jiyaneke mirovî û bi rûmet pêkan e. Mafê her kesî heye ku weke jin û bi rûmet bijî. Em bang li ciwanên leheng û jinên ciwan ên Kurdistanê dikin ku li cem PKK û PAJK’ê têbikoşin. Em bang li her kesî dikin ku li çiyayên azadiyê yên ku derfetên jiyana azad pêk tên bi Rêbertî re hevdîtinê pêk bînin.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê: Îro rojbûna gelê Kurd e!
Nûçeya Pişt re Parêzer û malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parlamentoya Ukraynayê tevlîbûna UCM’ê erê kir

Parlamentoya Ukraynayê piştî taktîkên mijûlkirinê ya bi salan û muxalefeta artêşê, qebûl kir ku Kiev…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dabîn bikin û Kurdistana xwe jî ava bikin’

Dayika sê şehîdan Helîma Reşa anî ziman ku ew ê bi azadiya fîzîkî ya Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

Li aktivîsta sivîl Mehnûş Abdullahî ya nişteciha Şîrazê ji aliyê dadgeha temyîzê ve 3 sal…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji bo mirina biguman a li Girtîgeha Mûşê daxwaza lêpirsînê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump vê carê gef li Ummanê xwar: Heke Umman derkeve pêşiya me em ê bombe bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump dê tevlîbûna DYE di tetbîqata leşkerî ya bi Koreya Başûr re kêm bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?