Li Tirkiyeyê rêjeya enflasyonê zêde dibe, li gorî daneyên dawî sînorê birçîbûnê 26 hezar, sînorê xizaniyê jî 75 hezar lîre ye. Li welêt ku li gel rêjeya bêkariyê ya ciwanan rêjeya bêkariyê ya giştî zêde bûye, bi milyonan mirov hene ku bi rengekî ne ewle dixebitin û li daneyên fermî nehatine bicihkirin.
Yek ji van beşan jî karkerên li nava zeviyan e ku havînê di bin germa ji 45 pileyî li derve dixebitin. Ji yên ku temenê wan zarok e heta bi dayikên bi zarok, gelek mirov di vî karî de dixebitin û ev kar sê mehan dewam dike. Jinên ku her roj li zeviyan deh saetan dixebitin û karkerên çandiniya demsalî ne, nikarin berdêla keda xwe werbigirin.
Ji ber germa zêde hem nexweş dikevin hem jî dibetilin. Jin bi saetan nikarin ava cemidî bi dest bixin.
Yek ji navçeyên Amedê ku karkerên demsalî lê gelek hene, navçeya Xana Axpar (Çinar) e. Şêniyên navçeyê ku havînê pembo, garis an jî bostanan diçînin, vî karî ji destpêkê heta dawiyê bi keda mirovan dikin. Ji dema çapekirinê heta bi çinînê, jin bi komî dixebitin. Yewmiya rojane jî 900 TL ye, lê belê beşek ji vî pereyî diçe ji navbeynkaran re ku weke ‘çawiş’ têne pênasekirin.
Jinên ku hin ji wan ji bo xwarinê ji pitika xwe re bikire, hinek jî ji bo pirtûkan ji bo zarokên xwe bikirin li nava zeviyan dixebitin, dibêjin ku pereyê distîne têra pêwîstiyên wan nake û nerazîbûnê nîşanî krîza aboriyê didin.
Jinên ku li Xana Axparê li nava zeviyên pîvazan dixebitin, ji ajansa me re qala zor û zehmetiyan kirin. Di nava kesên ku me mîkrofona xwe dirêjî wan kir ji zarokên 14 salî heta dayikeke xwedî 4 zarokan a 50 salî her kesên ku axivîn anîn ziman ku ji bo birçî nemînin neçar dimînin ku di nava şert û mercên giran de bixebitin.
Ev şert û mercên giran ên kar pirsgirêkên aboriyê û civakî yên li herêmê careke din xist rojevê.
‘XWENDINA LI ZANÎNGEHÊ QEDAND Û CAREKE DIN LI ZEVIYAN VEGERIYA’
Merve Alar a 24 salî anî ziman ku piştî perwerdeya xwe ya li zanîngehê qedand, ji ber ku kar bi destê wê neket, careke din li zeviyan dest bi kar kir.
Merve Alar got, “Ez berê jî li nava zeviyan dixebitîm. Ji bo bixwînim û bibim xwedî karekî ez çûm zanîngehê. Du salan hem xebitîm hem jî min xwend. Lê belê piştî ku mezûn bûm, kar bi destê min neket. Weke çareya dawî ez li vî karî vegeriyam.” Merve Alar dixwaze bi mûçeyê ku rojane werdigire pirtûkên amadekariyê yên KPSS’ê bikire.
Merve Alar diyar kir ku serê sibehê saet di 3’an de hişyar dibe, saet di 5’an de dest bi kar dike û got, “Di nava rojê de tenê sê caran em navberê didin. Êvarê dema digihêjim malê, hingî diwestim nikarim xwarinê jî bixwim û yekser radizêm.”
Merve Alar anî ziman ku rojane 900 TL yewmiye werdigire, lê belê 70 TL didin çawiş û diyar kir ku muçeyê wan dawiya salê tê dayin û ev yek jî rewşa wan hîn zehmet dike.
Merve Alar got, “Mixabin li navçeyê derfetekî din ê kar nîne. Yekane derfet karê li nava zeviyan e. Bi taybetî ji bo jin û xwendekaran piştgirî şert e.”
‘EGER EZ NEXEBITIM WÊ ZAROKÊN MIN BIRÇÎ BIMÎNIN’
Sagiye Varol a 44 salî anî ziman ku ji bo zarokên xwe bide xwendin û debara mala xwe bike ew li nava zeviyan dixebite û got, “Ji ber ku kar nîne, em ji neçarî tên vê derê. Ji bo jinan karekî din nîne. Ez nexebitim wê zarokên min birçî bimînin.” Sagiye Varol diyar kir ku di nava rojê de ew bi têrkerî bêhnê venadin û karê li binê tavê gelekî zehmet e.
Sagiye Varol anî ziman ku çar zarokên wê hene û got, “Nizanim bê li kîjanî binihêrim, kîjanî bidim xwendin. Pereyê ku em werdigirin têra ard, şekir nake. Em bi deyn debara xwe dikin.”
DI 14 SALÎ DE DIXEBITE
Sûltan Şeftalîdali hîn 14 salî ye, lê ji bo piştgiriyê bide malbata xwe li nava zeviyan dixebite. Sûltan Şeftalîdali got, “Li vê derê weke zarokekê ez gelekî zehmetiyê dikişînim” û diyar kir ku piştî dibistana wê kete betlaneyê ew hat nava zeviyan, ji bo bêhndan an jî lîstikê dem nedît. Sûltan diyar kir ku bi pereyê qezenç dike dixwaze pirtûk, şekir an jî kincan bikire û got, “Gelek jin pereyê ku qezenç dike nikare ji bo xwe xerc jî bike, yekser dide malbata xwe. Em jî ya ji destê me tê dikin û hewl didin li ser piyan bimînin.”