Sêşem, 25 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lîstikvan Denîz Turkalî: Her çend fikarên me hebin jî divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qedexeya karmendiyê û ceza li Ahmet Ozer hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja yekem a sersaxiya Wanê bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’  bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Sara Reşîdî ya ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye revandin agahî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serhedê bi girseyî serdana sersaxiya şehîdan hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Besîle Narîn: Şer hêsîrên dayîkan e, êdî bes e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên rejîma Îranê malbatek Kurd girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîmogûllari: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama berdêlên hatine dayîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin
Jin

TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 11'emîn a Qirkirina Êzidî ya 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyek da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi wesîleya 11’emîn salvegera Fermana 74’an bi dirûşma ‘Emê Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk Heyfa Qirkirina Li Dijî Jinê Êzidî Hilînin’ li Sûka Kevn a Şengalê daxuyanî da.

Daxuyanî ji hêla berdevka Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Sûham Şengalî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Sûham Şengalî, diyar kir ku ew di dem û kêliyên dîrokî de dijîn, di demekî wisa dîrokî de dikevin salvegera 11’emîn a fermanê û wiha got: “Di 11 salan de weke jin û civaka Êzidî, me têkoşînekî mezin da. Li hemberî her awayî êrîşên qirkirina fîzîkî, çandî û fermana spî li ber xwe da. Ev sekna bi rûmet û helwesta berxwedanê îro bi saya şehîdên ku me di oxira baweriya Êzdayetî de dan ava bû. Li ser vî esasî em şehîdên 74 fermanan bi hûrmet û bi rêzdarî bi bîr tînin. Em şervan û gerîlayên azadiyê yên ku bûn parêzvanên civaka me, bi ruhê fedaî şer kirin û şehîd bûn bi heskirin û minetdarî bi bîr tînin.”

Sûham Şengalî, ragihand ku ew di 11’emîn salvegera fermana 74’an de bi dirûşma ‘Em ê Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk Heyfa Qirkirina Li Dijî Jinên Êzidî Hilînin’ derbasî qonaxekî nû yê têkoşînê dibin û wiha axivî: “Rêber Apo dibêje; ‘Di dîroka mirovahiyê de komkujiyên wiha tu carî nayên jibîrkirin. Ger bên jibîrkirin tê wateya ku wijdan jî tune bûye’. Em jî weke jinên Êzidî tu carî ne fermanê ji bîr dikin û ne jî didin jibîrkirin. Ne di hesab xwestine de jibîrkirin, ne di israrkirina berxwedanê de jibîrkirin. Ev 10 sal in em wek jinên Êzidî bi têkoşînê ji hêzên li gel çeteyên DAIŞ’ê di fermanê de cih girt hesab dixwazin. Heta ku sûcdar neyê darizandin em dev ji têkoşînê bernadin. Tevî ku 11 sal li ser fermanê re derbas bûne, hîn jî aqûbeta bi hezaran jin-zarok û mirovên me nayê zanîn. Ev berdewamiya qirkirina spî ye. Yê ku heta roja îro vê qirkirinê didomîne hikûmeta navendî ya Iraqê, PDK û dewleta Tirk in. Em weke jinên Êzidî tu caran xiyaneta ku PDK’ê di roja fermanê de li dijî civaka me kiriye ji bîr nakin. PDK ji bo jinên Êzidî yê rizgar bûne derxîne welatê Ewropayê serî li her cûre rêbazên qirêj dide. Di siyaseta koçberkirin û valakirina Êzidiyan ji Şengalê jî PDK’ê berpirsyar e. Heta niha jî nahêle civaka me vegere ser cih û warê xwe. Ev 10 sal in civaka me di van kampan de dîl girtiye û dike amûrê xiyanet û siyaseta xwe ya kirêt.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di şerê cîhanê yê sêyemîn de qirkirina fîzîkî û çandî li dijî jinê bi bîrdoziya mêr û zihniyeta dewlet-netewe didome û wiha hat domandin: “Avakirina hêzekî mîna çeteyên DAIŞ’ê berdewama vê zihniyet û rûyê herî tûnderew û hov a vê pergalê ye. Ji ber ku pergala kapîtalîst veguheriye pergalekî çeteyan şer û qirkirina li dijî jinê bênavber didomîne. Çeteyên DAIŞ’ê protoyê pergala mêr-dewletê bû. Li dewsa hilweşandina dewlet-neteweyan îro rejîmên çeteyan têne bicihkirin. Ji Talîban bigire heta Colanî îro bi awayekî eşkera û fermî çeteyên ku bi dijminahiya jinê sondxwarîne tînin ser desthilatê.”

Sûham Şengalî, da zanîn ku îro ji her demê zêdetir pêwîstî pê heye ku jin eniya xwe ya têkoşînê berfirehtir bikin û wiha dawî bi daxuyaniyê anî: “Pêwîst em bi berfirehtirkirina eniya jin li hemberî pergala mêr û bîrdoziya wî, şerê hebûn, ewlehî û jiyana azad xurtir bimeşînin. Di sala 11’emîn a fermanê de em ê ji her demê pêhtir têkoşîna xwe, rêxistinî û parastina hebûna xwe kûrtir bikin. Bi perspektîfa Rêber Apo ku herî dawî ji me re şandî û dibêje; ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva 74 fermanan e’ bikin hîmê têkoşînê, azadiya xwe û civakê. Bi vê bîr û baweriyê em ê sala 11’emîn a fermanê de bi mezinkirina têkoşînê û bilindkirina berxwedana kolektîf a civakî bûyî li her derê dengê xwe bilind bikin.”

BERNAMEYA ÇALAKIYÊN FERMANÊ

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de bernameya kar û xebatên fermanê jî hat ragihandin.

Li ser vî esasî bernameya TAJÊ ya çalakiyan wiha ne;

Di 8’ê Tîrmehê wê TAJÊ daxuyaniyekî li ser esasê ‘ez jî dixwazim Rêber Apo bibînim’ bide.

Di 14’ê Tîmehê wê bi beşdariya tevahî meclîs û saziyên jin li Serdeştê nameya Rêber Apo ji bo Jineolojiyê şandiye were nîqaş kirin. Dê niqaş di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de were meşandin.

20-21’ê Tîrmehê wê li ser fermanê semînerek li aliyê qiblet û yek ji aliyê şemal ve were li dar xistin.

Di 24’ê Tîrmehê de wê ji bo bîranîna şehîdên fermanê çalakiya bîranînê were lidarxistin.

Di 3’yê Tebaxê de wê bi pêşengiya TAJÊ û Rêveberiya Xweser ve meşekî girseyî were li dar xistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin
Nûçeya Pişt re Hejmara leşkerên mirî gihîşt 12’an
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şehbayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Li Şehbayê pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê bi meşekî girseyî hat protesto kirin û daxwaza…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayika Cîhan Bîlgîn: Keça min bo gelê xwe canê xwe feda kir

Dayika rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, Katibe…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pakîstanê di êrîşeke hewayî de 23 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Li herêmên çiyayî yên sînorê Efxanîstan û Pakîstanê, di êrîşeke bombebarana hewayî de herî kêm…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?