Seroka Navenda Lêkolînên Sosyo-Polîtîk Dr. Îrîna Fîmîçenko bandora neyînî ya dîjîtalbûnê li ser mirovahî û hawirdorê ji ANF’ê re nirxand.
ŞOPA KARBON A DÎJÎTALBÛNÊ
Îrîna Fîmîçenko diyar kir ku dîjîtalbûn mîna her pêvajoyeke teknolojîk di qonaxekê de emîsyonên karbondîoksîtê diafirîne û got, “Di nava 18 salan de hejmara bikarhênerên înternetê li cîhanê bi 20 qatî zêde bû (Ji asta ji sedî 2 a nifûsa cîhanê gihîşt ji sedî 40’î). Di heman demê de emîsyona karbondîoksîtê ya li atmosferê hate belavkirin jî bi 1.5 qatî zêde bû (Ji asta 24.3 milyar tonî gihîşt 35.5 milyar tonî). Di 7 salan de nifûsa cîhanê gihîşt 8 milyar kesî û hejmara bikarhênerên înternetê jî bi 1.7 qatî zêde bû, ji sedî 67 ê nifûsa cîhanê gihîşt 5.3 milyar kesî. Li gorî texmîna projeya Budçeya Karbon a Global a 2022’an, emîsyonên karbondîoksîtê yên global bi 2.1 milyar tonî zêde dibe û digihêje 37.5 milyar tonî.
Dawiya sala 2022’an trafîka daneyên global wê salane bigihêje 4.8 zettabayt (di kêliyekê de 150.000 gîgabayt) û ji sedî 80 yê vê yekê jî dîmen e. Li gorî hin rêbazên hesabkirinê, mezinbûna trafîka înternetê, wê bibe sedem ku şopa karbon a şîrketên BT wê gelekî zêde bibe. Lê belê hin şîrketên mezin ên teknolojiyê (Mîna Google) mîna sala 2018’an ragihandin ku di demeke zû de wê bigihêjin notrbûna karbonê.”
Îrîna Fîmîçenko diyar kir ku dîjîtalbûn di heman demê de rîskên girîng û cihêreng li ser hawirdorê çêdike û got, “Lê belê ji bo bersiva rast, divê ev hemû rast bêne fêhmkirin. Meyla objektîf, li gel tiştên din ji ber pêwîstiyên dîjîtal û derfetên xwegihandina înternetê, ber bi hilberîna enerjiyê û bikaranîna wê ya zêde ve ye. Xerckirina elektrîkê jî bi du beşan dikare bê pênasekirin; bikaranîna elektrîkê ji bo hilberandina cîhazan û bikaranîna elektrîkê ji bo danûstandina daneyan a li sektora BT’yê. Bikaranîna elektrîkê bi xwe zerarê nade hawirdorê, lê belê bikaranîn eger xwe dispêre hîdrokarbonan hingî hilberandina wê bi emîsyona karbondîoksît û bandora neyînî heye.
Çavkaniyên enerjiyê yên jinûve dikarin bêne bikaranîn û teknolojiyên ku teserûfa enerjiyê dikin, li vê sektorê pêşî li zêdebûna bikaranîna zêde û emîsyona karbondîoksîtê girtin.
ŞOPA ÇAVKANIYÊ YA DÎJÎTALBÛNÊ
Dîjîtalbûna çavkaniyan a ji bo hilberîna cîhazan bi giranî têkildarî telefonên smart e. Hejmara mirovên ku cîhazên mobîl (telefonên destan) bi kar tînin, ji niha ve gihîştiye 7.1 milyar kesî. Hejmara cîhazên çalak jî gihîştiye 14.9 milyar cîhazan.”
Îrîna Fîmîçenko anî ziman ku li gel bikaranîna zêde ya çavkaniyên madenê, her wiha ji bo hilberandina cîhazên elektronîk gelek av tê bikaranîn û got, “Av herî zêde di dema madenkariya metalê de tê bikaranîn. Mînak ji bo derxistina tonek cewherê, ji 340 heta 6 hezar 270 lîtreyî av tê bikaranîn. Ji bo hilberandina tonek metalê axê derdora 60 hezar metrekup gaza ji asîta hîdroflorîk, 1.4 ton bermahiyên radyoaktîf û 200 hezar lîrte ava ji bermahiyên asîtê derdikevin holê.
Hejmara cîhazên mobîl ên sala 2022’an hatin bikaranîn, tê payin ku bigihêje 4.5 milyar telefonên smart û 1.5 milyar tablet, ku bi giştî dibe 6 milyar amûrên elektronîk. Her yek ji van jî heta sala 2025’an an jî 2030’î wê teqez bibin çopa elektronîk. Tevî ku ev cîhaz xwedî madeyên biha ne jî tenê ji sedî 20 ê wan wê bi rengekî profesyonel ji nû ve bêne bikaranîn. Ji sedî 80 ê van amûran jî ya wê li Asyayê yan jî li Efrîkayê bi rengekî neprofesyonel ji hev bêne xistin û bibin çopeke ji rêzê. Ev çopên elektronîk her wiha xwedî gelek elementên bi jehr e ku ax, av û hewayê gemarî dikin.”
HEWLDANA EKOLOJÎK A JI BO PÊŞÎGIRTINA LI BANDORA DÎJÎTALBÛNÊ
Îrîna Fîmîçenko destnîşan kir ku ekolojîkkirin pênaseya bandora neyînî ya li ser rewşa hawirdorê diyar dike û pêşîgirtina li bandora hilweşîner a dîjîtalbûnê destnîşan dike. Fîmîçekno got, “Bi vî rengî şênkahî dîjîtalbûnê format dike, rîskên li ser hawirdorê kêm dike û dike ku demdirêj bibe.”