Li ser banga Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Rawestînin (KCDP) û Federasyona Femînîstên Ciwan (GFF) gelek jin li navçeya Kadikoy a Stanbolê kom bûn û polîsê berê Cemîl Koç ê ku xwendekara zanîngehê Ayşe Tokyaz qetil kir, protesto kirin. Jinan ji Parka Mehmet Ayvalitaş heta Operaya Sureyya meşiyan. Di meşê de dirûşmeya “Hesabê Ayşe wê bê pirsîn”, “Patrîarkî binax bikin” û “Bijî jin!” berz kirin.
Hevalên Ayşe yên heman polê dixwînin, Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz a ku kurê wê Murat Yildiz di binçavan de hatiye windakirin, dayika Sedef Guler a ku bi tundiya mêr hatibû qetilkirin, Gulîzar Sezer jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Ji bo Ayşe Tokyaz edalet” hat rakirin.
EV QETILKIRIN ENCAMA SIYASETA BÊCEZAKIRINÊ YE
Daxuyaniya KCDP û GFF’ê ji hêla Esra Dîcle ve hat xwend. Esra Dîcle diyar kir ku dewlet û hêzên ewlehiyê tevî hemû gilî û gazinên Ayşe Tokyaz ew neparastiye û anî ziman ku kujer gihîştiye agahiyên veşartî yên wekî agahiyên şaxsî û Ayşe desteser kiriye.
Esra Dîcle destnîşan kir ku serlêdanên xwişka Ayşe hatine paşguhkirin, îfadeya wê ya li qereqolê bi kujer re hatiye parvekirin. Esra Dîcle destnîlan kir ku ev qetilkirin jî di encama polîtîkayên li dijî jinan û ji ber bêcezahiştinê pêk hatiye.
Esra Dîcle bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284 û got ku divê dewlet berpirsyariya xwe ya ji bo parastina jinan bi cîh bîne û wiha berdevam kir: “Dewlet ne tenê bi cezakirina kujeran, bi pêşîlêgirtina kujeran, parastina qurbanan û bicihanîna edaletê berpirsyar e. Bicihanîna wekheviya zayendî jî beşek ji vê berpirsyariyê ye.”
‘EM Ê DOZA AYŞE TOKYAZ BIŞOPÎNIN’
Esra Dîcle diyar kir ku ew ê doza Ayşe Tokyaz bişopînin û da zanîn ku ji bo ku kujer Cemîl Koç û hemû berpirsên werin darizandin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Esra Dîcle wiha pêde çû: “Em ê dev ji vê dozê bernedin. Em ê li zanîngehan û li her qadên jiyanê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê ji vê sîstemê û ji van kujeran hesab pirsin. Em ê qetilkirina jinan bidin rawestandin.”
‘YÊN KU ÇAVÊN XWE LI VÊ HOVÎTIYÊ DIGIRIN SÛCDAR IN’
Hanîfe Yildiz jî got, “Berê baweriya min bi polîsan dihat û min bi destên xwe kurê xwe bir qereqolê. Piştre kurê min ji min standin û careke din nedan min. 30 sal in heman êşê dikşînim. Ez ê çawa vê êşê bi van dê û bavê re parve bikim. Ev hovîtî ye, qetilkirin e, zalimtî ye û yên ku çavê xwe jê re digirin jî sûcdar in!”
‘EM Ê AYŞE NEDIN JI BÎRKIRIN!’
Xwendekarên beşa Xizmetên Odeya Ameliyatê ya Zanîngeha Işıkê yên ku ji qetilkirina hevala xwe Ayşe Tokyaz re gelek xemgîn in, ev tişt anîn ziman: “Sûcê Ayşe çi bû? Tenê wê xwest azad bijî… Êdî bes e! Em jin naxwazin bên qetilkirin. Em ê Ayşe nedin jibîrkirin.”
‘BILA ÊDÎ EV BÛYER BÊN RONÎKIRIN”
Gulizar Sezer jî wiha axivî: “Tenê nav diguhere. Bûyer dîsa heman in. Lê piştî du rojan navê Ayşe jî wê bê jibîrkirin. Mîna ku Sedef a min hat jibîrkirin. Êdî em naxwazin ev bûyer di tariyê de bimînin.”