Di bernameyên bi coş ên di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ku bi hezaran kes amade bûn de, peyama “Şandina qeyûm” gerkket pêş.
WAN
Li navçeya Erdîşê ya Wanê yekemîn buroya hilbijartinê bi beşdariya bi sedan kesî hat vekirin. Di çalakiya ku demeke dirêj bi def û zirne govend gerandin. Girseya ku di nava wan de namzetên hevşaredariyê jî hebûn, bi konvoya wesayîtan li navçeyê geriyan. Namzetên Hevşaredariyê yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî diyar kirin ku bi hincetên bêbingeh qeyûm şandine ser şaredariyên wan û destnîşan kirin ku ew di wê baweriyê de ne ku dê bi ser bikevin.
Namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin ên Wanê yaêAbdullah Zeydan, diyar kir ku ew ê Şaredariya Erdîşê bigirin û wê qeyûm bişînin. Zeydan diyar kir ku wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî got, “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de em ê kilîtên zindanan bişkînin. Em ê vîna gelê Kurd nîşan bidin. Em ê qeyûman bişînin malên wan.”
RIHA
Rêxistina DEM Partiyê yê rihayê piştî civîna danasîna namzetan a li Enqereyê pêk hat, namzetên hevşaredariyê di ketina bajêr de bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat hatin pêşwazîkirin. Namzetên DEM Partiyê beşdarî şahiya taxa Badilliyê bûn û li wir axaftin hatin kirin. Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar diyar kir ku Riha wê îradeya xwe ya çareseriya demokratîk bi awayekî herî xurt nîşan bidin. Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin Gulser Yildirim û Celalettîn Erkmen jî diyar kirin ku ji bo feraseta şaredariya demokratîk bi cih bikin hatine Rihayê. Şahî bi gera li nav bajêr berdewam kir. Şahiya pêşwazîkirinê li ber avahiya DEM Partiyê bi dawî bû.
STENBOL
Namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin ên Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî li navçeya Sancaktepe bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Girseya bi coş namzetên xwe ê bi çepik, tilîlî û stranên hilbijartinê yên DEM Partiyê pêşwazî kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz û rêxistinên navçeyê, Hevseroka ESP’ê Ozlen Gumuştaş û nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiya li Stenbolê coş û biryardariya hilbijartinê ya DEM Partiyê careke din nîşan da.