În, 27 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtin û binçavkirina piştî Newrozê hate şermezarkirin: Zerarê dide pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê polîsê ku Efe kuşt îdîaname hat amadekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê serdegirtina malan: 26 binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Uşakê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan bi ser Şaredariya Marmarîs de girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel êdî li benda gavên şênber e, ne gotinên xweşbîniyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hunermendên şanoger ên şehîd li Mexmûrê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk piştgirî da ‘Projeya Lihevkirina Neteweyî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Amedê bi merasîmekê hate birêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi şervanên azadiyê re 8’ê Adarê û Newroz

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK:Projeya Yekîtiya Neteweyî gavekî stratejik e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên enternasyonalîst serdana Amarayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji Îtalyayê peyama têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo
Kurdistan

Ji Îtalyayê peyama têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo

Rojek ji festîvala bi heybet a li bajarê Brescia yê Îtalyayê îsal cara sêyemîn ji Rêber Apo û Kurdistanê re hate veteqandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku ji bo Rêber Apo li seranserê cîhanê hate destpêkirin, li gelek bajarên Îtalyayê çalakî têne lidarxfistin. Di çarçoveya kampanyayê de rêze konserên ‘Tempo di Speranza’ (Dema Hêviyê) îsal li bajarê Brescia cara sêyemîn hatin lidarxistin.

Rojek ji festîvala bi heybet a li bajarê Brescia yê Îtalyayê îsal cara sêyemîn ji Rêber Apo û Kurdistanê re hate veteqandin, ku 33 sal in ji aliyê Radio Onda d’Urto ve tê lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê li Îtalyayê, Radio Onda d’Urto û Rete Kurdistan Italia panel û konserek lidar xistin.

Beriya konserê panela bi sernavê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk; Li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê Bendewariyên Şoreşa Konfederal’ hate lidarxistin û parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk, Nûnerê Ewropayê yê DEM Partiyê Eyup Dorû, rojnamevan Mûrat Çinar û Daniela Galie û Berdevkê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Îtalyayê Yilmaz Orkûn beşdar bûn.

Berdan Ozturk qala banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û bûyerên piştî wê kir. Berdan Ozturk anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk wê bi kêrî her kesî bê û got, “Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelan hemûyan modelekê pêşkêş dike. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi komeke biçûk destpê kir, îro bandorê li milyonan mirovî dike. Li cîhanê pirsgirêkên bi vî rengî çawa hatin çareserkirin, Birêz Ocalan berevajî vê kir. Fesixkirina PKK’ê û şewitandina çekan nîşan da ku di vê mijarê de çiqasî bi biryar e.”

Ozturk işaret bi rîskên cidî yên pêvajoyê jî kir û got, “Birêz Ocalan beriya ku li benda dewleta Tirk bimîne gav avêt. Ev yek xwedî rîskên cidî ne, lê di heman demê de nîşaneya baweriya bi aştiyê ye. Dixwaze pirsgirêka Kurd ji nava şert û mercên şer rizgar bike û bigihîne asteke ku ji aliyê siyasî ve tê nîqaşkirin. Divê ev hewldan, destê Birêz Ocalan bê xurtkirin. Ez spasiya her kesî dikim ku li Îtalyayê vê têkoşînê dimeşîne. Divê têkoşîn û piştevanî hîn bêhtir bê xurtkirin. Azadî ne dûr e.”

Mûrat Çinar ku demeke dirêj e li Îtalyayê rojnamevaniyê dike, anî ziman ku li Rojhilata Navîn Kurdan û Ocalan hemû jiberî xera kirin û got, “Bêguman rîskên vê demê jî hene. Li aliyekî ve Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate girtin, li aliyê din wê aştî çawa pêk were? Ev yek di hişê mirovan de dibe sedema pirsan. Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes, herî zêde jî dewlet gavê biavêje.”

Edîtora rojnameya Dinamo Press a li Îtalyayê Daniela Galie li ser şoreşa Rojava pêşkêşiyek kir û bi mînakan qala bicihhatina fikrê Konfederalîzma Demokratîk ê Rêber Apo kir. Galie got, “Min li Rojava dît bê gotina ‘Bêyî jinê şoreş nabe’ ya Ocalan çawa ketiye pratîkê.”

Galie destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo gelekî girîng e û got, “Lîderekî girîng e ku ji bo me jinan ewqasî pêşniyarên erênî dike. Lewma ragirtina wî bi salan li girtîgehê, tecrîdkirina wî nayê qebûlkirin. Azadiya wî tê wateya azadiya bindestan hemûyan. Wezîfeya me hemûyan e ku em têkoşînê û piştevaniyê mezin bikin.”

Di panelê de Eyup Dorû û Yilmaz Orkûn jî axivîn û anîn ziman ku têkoşîna dostên Kurdan ên li Ewropayê hêja ye û divê piştevanî dewam bike.

herî dawî ji edîtorên Radio Onda d’Urto Michele Borra axivî û got, “Sê salên dawî em rojeke festîvala xwe ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan re vediqetînin. Azadiya Ocalan ji bo me hemûyan girîng e.”

Piştî axaftinan ji xebatkarên Radio Onda d’Urto du aktîvîstên jin beşên ji parêznameyên Rêber Apo xwendin.

Herî dawî Bandabardo û koma ZAK derketin ser dikê û bi stranên xwe festîval xemilandin. Festîvala îsal li gorî salên derbasbûyî hîn girseyî û bi coş derbas bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRESCIA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yilmaz: Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike
Nûçeya Pişt re Yuksel Genç: Gel dixwaze bibîne bê Komîsyona Meclîsê wê çi bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêniyên kantona Firatê cangoriyên xwe spartin axê

Bi hezaran kes ji şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cangoriyên xwe li goristana Şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo rawestandina komkujiyên li dijî Elewiyan, Kurd gelekî hewl didin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li kongreya komeleyeke Elewiyan axivî û got, "Xwişk…

Ji aliyê Stêrk TV

Halîde Turkoglû: Li dijî êrîşên li ser jinan divê em jiyana birêxistinkirî mezintir bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû wiha got: ‘’Li Kurdistanê li dijî jinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hunermendên şanoger ên şehîd li Mexmûrê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk piştgirî da ‘Projeya Lihevkirina Neteweyî’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Amedê bi merasîmekê hate birêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi şervanên azadiyê re 8’ê Adarê û Newroz

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?