Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Em Kurd ji rêveberiya demokratîk re namzet in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navek, du jiyan: Agir Adar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > 22 cenazeyên Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatan hatin kirin
Kurdistan

22 cenazeyên Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatan hatin kirin

22 cenazeyên qurbaniyên fermana 3'ê Tebaxê bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin. Di merasîmê de daxwaz hate kirin ku aqûbeta wan qurbaniyan ên ji aliyê PDK'ê ve bi awayekî ne qanûnî hatine derxistin û veşartin were zelal kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

22 cenazeyên ku ji gorên komî yên li Şengalê hatibûn derxistin, bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin. Di merasîmê de, ku bi beşdariya şandeyên meclisa ruhanî ya Êzidiyan, berpirsên siyasî, civakî û leşkerî, rêveberiya xweser a Şengalê û TAJÊ’ê pêk hat, bi hezaran kes ji tevahiya Şengalê amade bûn. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Piştre ji aliyê Qewalên Êzidiyan ve beytên olî li ser şehîdan hatin gotin û paşê jî li ser navê malbatên şehîdên gorên komî, Nayîf Caso axivî.

Caso bi heft xalan daxwazên malbatan anî ziman û di nava wan de daxwaz hate kirin ku aqûbeta 67 cenazeyên ku bi awayekî neqanûnî ji aliyê PDK’ê ve hatine derxistin were zelalkirin.

Nayîf Caso di destpêka axaftina xwe de  got: “Îro em li vir in, li ber vê bîrdariya qirkirina Êzidiyan, ji bo pêşwazîkirina 22 şehîdên jin û zarokên gelê me yê Êzidî. Ew şehîdên nasnameya Êzidî ne, ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin kuştin û di gorên komî de bê nasname, bê gor û bê xatirxwestin hatin veşartin. Bi vê komê, nasnameya 296 şehîdan ji yên ku ji goristanên komî hatin derxistin, hatin eşkerekirin. Lê belê, bi sedan şehîd hîn jî nasnameyên wan ne diyar in û li benda fehskirinê ne li daîreya bijîşkiya dadî ya Bexdayê. Bi sedan ên din hîn jî di gorên komî de ne ku heta niha nehatine vekirin. Em ne tenê ji bo xatirxwestina şehîdên xwe li vir in, lê em daxwazên xwe yên zelal, daxwazên xwe yên adil û daxwazên xwe yên ku em nikarin dest jê berdin, tînin ziman.

Daxwazên me:

Em daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dikin ku piştgiriyê bide tîmên pispor û bi berpirsiyarî tevbigere da ku di zûtirîn dem de fehsên rifatên  ku li Bexdayê ne, bi dawî bibin.

Em daxwaz dikin ku planeke hikûmî ya zelal ji bo mijûlbûna bi gorên komî yên mayî re were kirin û divê hewldanên heyî werin zêdekirin.

Divê rêzgirtin ji malbatên şehîdên me û qurbaniyan re ji aliyê hikûmî ve were nîşandan, bi merasîmên fermî yên ku li gor rûmeta şehîdan bin.

Em daxwaz ji rêxistinên navneteweyî û herêmî dikin ku hewldanên xwe ne tenê di belgekirinê de, lê di pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û civakî ji bo malbatên şehîdan û windayan de zêde bikin.

Divê rola komîteya lêgerîna revandî û revandiyan, wekî ku di yasaya bingehîn a Iraqê de hatiye pejirandin, were çalakkirin, da ku çarenûsa revandî û windayan were zanîn.

Em daxwaz dikin ku hemû mafên şehîdên me û malbatên wan, wekî yên herêm û pêkhateyên din, werin dayîn.

Divê ji bo 67 şehîdên gora komî ya Xanesorê, yên ku ne bi  awayekî fermî û rast hatin veşartin li goristana Şerefedîn, çareseriyek were dîtin da ku mafên wan û yên malbatên wan bêne misoger kirin.

Cenazeyên şehîdên me yên ku her roj û bi beş bi beş digihîjin me, peyamekê didin ku edalet hîn jî winda ye, maf hîn jî nehatine dayîn û ferman hîn jî didome. Ji vir, ji ber bîrdariyê û ji ber cenazeyên şehîdên me, ez dibêjim ku rûmeta miriyan ji rûmeta zindiyan e. Mafê her şehîdekî ye ku nasnameya wan were aşkerekirin û li gundê xwe, bi aştî û rûmet li axa xwe were veşartin.”

Piştî axaftina Nayîf Caso, malbatan rifatên şehîdên xwe wergirtin, ku ji gund û navçeyên Şengalê bûn, birin û her yek li goristana gundê xwe spartin axê.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnewsê Wedat Hisên di salvegera 9’emîn de bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Wan xwe ji bo mîtînga ‘Azadî wê bi ser bikeve, ne tecrîd’ amade dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Saziya Ava Vexwarinê kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Saziya Ava Vexwarinê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser stasyonên avê şermezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Dem dema icraetê ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di kongreya li Rihayê de axivî û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

46 birîndar rakirin nexweşxaneyên li Reqayê

Mirovên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di êrişên çeteyên dewleta Tirk û hikumeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?