Parlamentoya Iraqê dest bi nirxandina Pêşnûmeya Hêzên Seferberiya Gel (HSG) kir, ku yek ji belgeyên herî hêja û potansiyel girîng ên der barê mîmarîya ewlehîya Iraqê de ye. Nirxandina pêşnûmeqanûna nû divê ne tenê wekî destpêşxeriyek navxweyî, lê di heman demê de wekî nîşanek ji hevsengiya hêzê ya heyî di siyaseta Iraqê de jî were fêmkirin. Di dema nîqaşa belgeyê de, beşek girîng (130 ji 327 kursiyan) di parlamentoyê de ji hêla “Avahîya Hevrêzkirinê” (el-Îtar el-Tansiqiyeh) ve tê kontrol kirin, ku hevpeymaniyek ji partiyên Şîe ye ku têkiliyên xurt bi Tehranê re hene. Ji ber ku gelek ji partiyên di vê hevpeymaniyê de, di rastiyê de, baskên siyasî yên formasyonên paramîlîter ên ku beşek ji HSG ne, ew rasterast di pejirandina vê qanûnê de xwedî berjewendiyek in.
Di heman demê de, parlementoya niha nûnerên ‘’Tevgera Sadrist’’, hêzek populîst a bi bandor ku bi kevneşopî li dijî statuya xweser a HSG’ê derketiye, nagire nav xwe. Rêberê tevgerê, Muqteda el-Sadr, ne tenê bi eşkereyî rexne li bandora zêde ya formasyonên pro-Îranî girtiye, lê di heman demê de bi berdewamî israr kiriye ku ew bi tevahî tevlî hêzên çekdar ên birêkûpêk bibin. Bi vî rengî, nebûna Sadristan di parlementoyê de astengiyeke siyasî ya sereke li pêşiya pejirandina qanûnê radike û ji bo pejirandina wê pencereyek fersendê ya bêhempa diafirîne.
Herwiha, kêmtir ji sê mehan ji hilbijartinên parlemanî yên bê re mane, û şêweya pêşerojê ya desthilatdariyê hîn jî ne diyar e. Di van şert û mercan de, Pêkhateya Hevrêzkirinê hewl dide ku bandora formasyonên paramîlîter ên girêdayî xwe di warê qanûnî de xurt bike berî ku guhertinek muhtemel di hevsengiya desthilatdariyê de hewldanek wusa tevlihev bike an jî asteng bike. Çarçoveya siyaseta derve jî ji bo pêşvebirina pêşnûmeyê guncaw e. Tevî rexneyên giştî yên Dewletên Yekbûyî, niha pêşîniya Washingtonê ber bi deverên din ên rojeva Rojhilata Navîn ve çûye, ku ev yek şîdeta zexta rasterast li ser Bexdayê kêm dike û dihêle ku rayedarên heyî yên Iraqê bi biryartir tevbigerin.
Dilema sereke ya bi statuya yasayî ya HSG ve girêdayî xwezaya wan a dualî ye: ji aliyekî ve, ew bi fermî wekî beşek ji hêzên ewlehiyê yên dewletê têne nas kirin; ji aliyê din ve, ew wekî aktorek nîv-serbixwe bi berjewendî, çavkanî û xeta xwe ya xweser a tevgerê berdewam dikin. Ev nezelalî dibe sedema nakokiyek sîstemîk, ku çareserkirina wê li gorî yek ji du senaryoyan mimkun e: an asîmîlekirina tevahî ya HSG di nav refên hêzên ewlehiyê yên fermî de bi bindestiya yek fermandariya vertîkal, an jî naskirina wekî avahiyek daîmî û serbixwe di mîmariya ewlehiya neteweyî de. Ew senaryoya duyemîn e ku bi rêya pêşnûmeqanûna ku di parlementoyê de tê pêşve xistin tê bicîhanîn.
Bi taybetî jî cihê gûmanê ye ew mîsyona HSG’ê ku bi fermî di pêşnûmeqanûnê de hatiye destnîşankirin, bi taybet “parastina rêziknameya destûrî”, ku di qanûnên ku çalakiyên hêzên din ên ewlehiyê yên Iraqê rêk dixin de tune ye. Gotinên weha dikarin bibin bingehek qanûnî ji bo HSG’ê da ku destwerdanê di pêvajoyên siyasî de bike û ev xetere bi tu awayî tenê teorîk nine. Di salên dawî de, Hêzên Seferberiya Gel bi berdewamî amadebûna xwe nîşan dane ku bi zorê destwerdanê di pêvajoyên siyasî de bikin, bi taybet di demên ku pozîsyonên wan di bin gefê de ne. Ger qanûna nû were pejirandin, çalakiyên weha dikarin statuyek fermî ya qanûnî bistînin, ku rola HSG’ê wekî “parêzvanê rejîmê” misoger bike, ku destûr heye ku pergala siyasî ji her cûre nerazîbûnê, di nav de derbirîna aştiyane ya îradeya protestoyê biparêze.
Di heman demê de, dayîna desthilatên berfireh ji serokê komîsyona HSG re – di nav de mafê dayîna biryarên karmend û operasyonel ên bi tena serê xwe û beşdarbûna di xebatên Konseya Ewlekariya Neteweyî de – wî bi bandor ji pergala standard a desthilata rêveberiyê derdixe. Ev desthilat ne tenê beramberî ne, lê di heman demê de di gelek waran de ji derfetên fonksiyonel ên serokên Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Parastinê jî derbas dibin. Di heman demê de, pêşnûme qanûn mekanîzmayên ji bo kontrola çalakiyên serok ji hêla saziyên din ên dewletê ve, ji bilî serokwezîr, destûr nade.