Di vê pêvajoyê de ku bi banga Rêber Apo destpê kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi berpirsyariya xwe rabû û li gel ku gavên destpêkê avêt, dewlet hîn jî xwe nade ber avêtina gavan. Dewleta Tirk ku heta niha gavên ku dilê gel xweş bike neavêtiye, dibe hedefa nerazîbûnan.
Turkan Ildiz ku du kurên wê girtî ne, anî ziman ku ew aştiyê dixwazin, lê belê aştî bi gavên du aliyan dibe. Turkan Ildiz ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ew li dijî ferzkirina poşmaniyê ye.
‘WEKE GELÊ DIN EM DIXWAZIN LI XAKA XWE AZAD BIN’
Turkan Ildiz ku ji Mêrdînê ye, diyar kir ku ji ber zext û zordairyê ew neçar man gundê xwe biterikînin û li Stenbolê jiyana xwe dewam bikin. Turkan Ildiz got, “Em ji navçeya Şemrex a Mêrdînê ne. 14 sal in em li Stenbolê dimînin. Jiyana li vê derê ji bo dayikên Kurd gelekî zehmet e. Ji ber ku em bi Tirkî nizanin gelekî zor û zehmetiyê dikişînin. Em dixwazin li xaka xwe, gundê xwe, ava xwe vegerin. Em dixwazin li warê dayik û bavê xwe vegerin û bi rengekî azad lê bijîn. Weke gelên din ên li cîhanê em dixwazin li xaka xwe azad bin. Em li vir azad nînin, rehet jî nînin.
Me bar kir vê derê. Kurê min ê mezin li Amedê, li Zanîngeha Dîcleyê dixwend. Di şerê Xwerêveberiyê de çû Nisêbînê. Li wir birîndar bû. Piştî ku birîndar bû hate binçavkirin û niha girtî ye. Wî timî sirgûnî girtîgehên cuda dikin. Ez jî li pey wî diçim. Ez çûm Erzînganê, çûm Erzîromê. Çûm Tokat, Bodrûm, Amed, Mêrdîn, Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê. Bêguman ez ê biçim, ji ber ku zarokên me rûmeta me ne.
Girtiyên li girtîgehan rûmeta me ne, paşeroja me ne, hêviya me ne. Em dixwazin di rojên azad de zarokên me ji girtîgehan derkevin, ji çiyê bên.
Kurê min Haydar du sal in bi kansera kezebê ye. Kurê min ê din Îbrahîm Halîl jî li Girtîgeha Tekîrdagê ye. Du caran cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatiye birîn. Pênc meh in li hucreya yek kesî tê hiştin. Şert û mercên jiyanê ji bo wî gelekî nebaş e.”
‘KUREKÎ MIN WINDA YE, JI ALIYÊ POLÎSAN VE DIHATE ŞOPANDIN’
Turkan Ildiz her wiha ragihand ku kurekî wê jî winda ye û diyar kir ku piştî dadgehê 25 sal cezayê girtîgehê lê birî her roj rastî zexta polîsan dihat, ji aliyê polîsan ve dihate şopandin, lewma çar sal in ew nikare agahiyê ji kurê xwe werbigire. Turkan Ildiz got, “Navê kurê min ê winda Mehmet Zekî ye. Salekê li girtîgehê hate hiştin. Piştre şeş mehan bi kontrola edlî îmze da. Piştî şeş salan 25 sal ceza lê hate birîn. Her roj dihate şopandin. Polîsan diavêtin ser malê û lê dipirsîn. Me carna digot çûye welatê xwe, carna jî li kar e. Her carê me tiştek digot. Ew timî dişopandin. Li dora malê timî wesayitên reş û girtî digeriyan.
Çar sal in em nikarin agahiyekê ji wî werbigirin. Em nizanin bê sax e yan na. Çûye cihekî yan jî ji aliyê dewletê ve hatiye revandin, em bi wê jî nizanin. Em li benda agahiyekê ne. Em dixwazin zanibin bê hatiye kuştin, an sax e. Em dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve; belkî bi saya vê yekê em ê aqûbeta kurê min hîn bibin.”
‘EM POŞMANIYÊ QEBÛL NAKIN’
Turkan Ildiz li hemberî zexta dewletê ku poşmaniyê li girtiyan ferz dike nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku ew vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Turkan Ildiz got, “Ji kesekî ku 30 salan girtî maye hêviya poşmanbûnê dûrî ji aqil e. Ji ber ku mafên xwe xwestiye tu 30 salan wî digire. Te sih salên emrê wî jê stendiye. Piştre jî li bendê ye ku poşman bibe. Aliyekî vê yekê ku bê qebûlkirin nîne. Ez jî bim ez ê vê qebûl nekim. Zarokên min jî qebûl nakin.”
‘DAYIK AŞTIYÊ DIXWAZIN’
Turkan Ildiz destnîşan kir ku di pêvajoya aştiyê de divê gav bêne avêtin, lê belê dewletê gavek neavêtiye û got, “Pêvajoya aştiyê destpê kir. Divê zarokên me êdî azad bibin. Em dayik aştiyê dxiwazin. Bêguman divê gav bêne avêtin. Heta niha gavek nehatiye avêtin. Em ji pêvajoya aştiyê bi hêvî bûn, lê belê ji ber ku heta niha gavek nehatiye avêtin hêviyên me diqedin.
Çek hatin şewitandin, lê belê dewletê gavek neavêtiye. Dubare dikim: Em dayik aştiyê dixwazin. Dibêjin, ‘Em xwişk û bira ne’, em jî xwişk û biratiyê dixwazin. Daxwazeke me ya ewqasî mezin nîne, em xwişk, biratî, aştî û wekheviyê dixwazin.
Du kurên min li girtîgehê ne, yek jî çar sal in winda ye. Weke dayikekê ez dixwazim bigihêjim zarokên xwe. Eger aştiyek wê pêk were, divê zarokên xwe hembêz bikim. Em dixwazin gav bi lezgînî bêne avêtin. Divê gav bêne avêtin ku zarokên me azad bibin, em wan hembêz bikin.”
Turkan Ildiz herî dawî got, “Eger wê aştî bibe, divê çek bêdeng bibe. Eger wê aştî bibe divê dawî li pêkanînên qeyûman bê anîn. Eger wê aştî bibe divê azadî zêde bibe, zextên li ser gelê Kurd bi dawî bibin. Ez dixwazim ji pêvajoya aştiyê bawer bikim; lê belê samîmiyetekê nabînim.”