Sêşem, 25 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bahçelî: Çûyîna komîsyonê ya ji bo giravê pêşketineke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vahap Coşkun: 2 wezîfeyên girîng li pêşiya Komîsyonê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya ji bo 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şandina heyetê ji bo Îmraliyê, dawî li nîqaşa li ser muxatabiyê aniye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Daxwaza aştiyê bi yekalî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Jin bi yekîtiyê dikarin civaka azad ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara hevdîtina bi Rêber Apo re divê bibe destpêka pêvajoyeke nû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan qala Sabrî Tendurek kir: Lehengekî weke pola bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Başûrî serdana Amarayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê: Me bi PKK’ê hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê mekteba siyasî ya YNK’ê: Em bi Rojava û hemû aliyên Kurd re ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Yekîtiya jinan wê Aştî û Civaka Demokratîk garantî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Êzidî û Ereb peyama 25’ê Mijdarê: Em ê bi ramanên Rêber Apo bi ser bikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran bangên ji bê meşên 25’ê Mijdarê hatin kirin: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em xwe bi rêxistin bikin, xurt bikin û azad bibin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku li dijî tundiyê daketin qadan, banga birêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Şengalî li dijî tundiya mêr rêyên çareseriyê nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Hevala Gulistan wê her tim di têkoşîna me de pêşenga nemir be
Kurdistan

Karayilan: Hevala Gulistan wê her tim di têkoşîna me de pêşenga nemir be

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku di nava Tevgera Azadiyê de gelek mirovên bi jiyaneke destanî hatin afirandin û got, Gulistan Tara jî ji bo xizmetê ji gelê xwe re bike bi rengekî derwêşane jiya û her tiştên xwe feda kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tebax 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan kedkara çapemeniyê û endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Gulistan Tara bi bîr anî ku di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû û anî ziman ku di nava 25 salan de li çar parçeyên Kurdistanê xebitî, êrîşên dagirkeran ên li derveyî mirovahiyê kir belge û mafên gelê Kurd parast.

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan di salvegera 1’emîn a şehadeta Gulistan Tara de ji ANF’ê re axivî. Nirxandina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:

“Heval Gulistan Tara ji aliyê raya giştî ve hevaleke tê naskirin. Ji ber ku endameke çapemeniyê bû, di xebatê çapemeniyê de xwedî rol û ked bû, dema rastî êrîşeke bêbext hat çapemenî, raya giştî pir li ser rawestiya, lê xwedî derket. Heval Gulistan û hevala xwe Hêro Bahadîn di derdora Silêmaniyeyê rastî êrîşa dewleta Tirk hatin. Ev êrîş êrîşeke tirsonek û terorîstî bû. Ev kesên çapemeniyê bûn û bê çek bûn. Di destê wan de qelem hebû, kamera hebû. Lê belê tevî vê jî dijmin êrîşî wan kir. Bi bi sedema ku gotin ‘Ev PKK’yî ne’. PKK dibin, kî dibin bila bibin însanê xebatê sivîl dikin û têkoşîna fikrê dimeşînin hedefgirtin, terorîstî ye, bêbextî ye. Li wê derê ev herdu hevalên hêja, jinên Kurd ên azad, endamên çapemeniyê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve wisa hate hedefkirin û gihîştin şehadetê. Bêguman em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Bêguman hevala Gulistan endama tevgera azadiyê ye. Mirovek 25 salan ked daye. Li her çar parçeyên Kurdistanê xebat meşandiye. Di vî karî de êrîşên dagirkeran, nemirovatiya dagirkeran nivîsandine. Neheqiya li ser gelê Kurd, divê ew her eşkere kirine. Li dû heqîqetê bûn. Kesek ji bo heqîqetê xwe feda kiribû. Hevala Gulistan hevalek wisa bû. Me ji nêz ve nas kir. Dema ez di erka Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de bûm, di çarçoveya çapemeniyê de li gel me hate wezîfedarkirin. Em 8 salan bi hev re xebitîn. Niha dijmin wêneyên wê demê nîşan didin, dibêjin mêze bikin, ew jî keseke ku pêwîste bihata hedefkirin. Dixwaze bi vî rengî nîşan bide. Rast e, lê belê xebata çapemeniyê dimeşand, kadroyeke çapemeniyê bû. Kadroya azadiya Kurdistanê bû. Li her aliyê cîhanê mirovên sivîl hedefkirin, ne li gorî qanûnên gerdûnî yên şer e. Dewleta Tirk qanûna şer ê gerdûnî binpê dike. Ji bo ser van sûcên xwe bigire, tiştên welê îdîayên welê diavêje holê. Kes nabêje hevala Gulistan hevalek ji rêzê bû. Milîtaneke têkoşîna azadiyê bû bêguman. Lê belê karê xwe çapemenî bû.

Hevaleke di xebatên çapemeniyê de jêhatî bû. Li ser ziman hem zimanê Tirkî, hem Kurdî hakîmiyeteke xwe hebû. Li ser amûrên çapemeniyê ango kompûter, kamera û tiştên ku çapemenî bi kar tîne hakîmiyeteke xwe hebû, hemû zanîbû bi kar bîne. Hem pêşkêşvan bû, bername pêşkêş dikir, hem nûçe çêdikir, hem gelek nivîs amade dikir, şiklê dawî dida. Hevaleke wisa di çapemeniyê de êdî pispor bû, zanebûna xwe çêbû. Li ku derê çawa çi bide pêş, li ser kîjan mijarê raweste û çawa xebata çapemeniyê hîn balkêş bike, bala mirovan bikişîne ser; di van mijaran de hevala Gulistan xwedî tecrûbeyekê bû.

Wekî din keda xwe pir hebû. Yanî di şoreşa me de gelek hevalên ku ked dan hene. Hevala Gulistan jî ji wan yek bû. Roj û şev li ser kompûterê di kar de bû. Ji her karî re amade bû. Hevaleke jiyana xwe pir paqij, li ser çandeke welatparêzî, Kurdî terbiye girtibû. Pîvanên xwe yên exlaqî bilind bû, li ser vê bingehê dilsoziya xwe ji nirxên pîroz re xurt bû. Wisa hevaleke her kesî pê re dixwest pê re hevaltiyê bike, pê re kar bike, kes jê nediêşiya. Hezkiriya hevalbendî û hevrêtiyê bû. Bi qasî dilsoza çiya û xwezaya Kurdistanê bû, bi heval û hevrêyan re jî girêdana xwe hebû. Jiyana xwe jiyaneke pir derwêşane bû. Ti taybetmendiyên xwe li gorî xwe bijî, li gorî xwe tevbigere tine bû. Ew li gorî pêwîstiyê kar, rêxistinê, li gorî wê tevdigeriya. Bi vî rengî hevaleke ku karîbû xwe bikira kadroyeke, xebatkareke xwezayî ya têkoşînê. Mirov qet nedifikirî ku ev heval cuda bikifire, cuda tevbigere. Weke zarokeke vê çand, vê tevgerê bû. Kesek wisa bû. Jineke Kurd, di mal de di malbatê de, ji herêmeke weke Batmanê, li derdoreke welatparêz gihîştibû. Li ser çandeke Kurdewarî û welatparêziyê gihîştibû. Ev taybetmendiyên xwe di çanda Apogerî ya şoreşgerî re kir yek û bi vî rengî xwe xurt kir. Îradebûnek, li ser xeta jin a azad weke milîtaneke têkoşer êdî di xwe de astek çêkiribû. Wisa vaya di nêzîkbûn, sekn û têkoşîna xwe de nîşan dida, xuya dikir. Di geşkirina ruhê hevrêtiyê de, di parvekirinê de hevaleke bi rastî mirov dikare bibêje mînak bû. Di karê ekîp, kolektîf de rol lîstin, bicihanîna erkê xwe de, ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û hunera çapemeniyê ve asteke xwe çêbû bû. Wisa êdî dikarîbû hîn zêde bar rakiribûya. Kedeke xwe hebû, lê dahatûya xwe jî hîn zêde dixuya. Dahatûyeke hîn xurt di sekn û xebatên wê de dixuya.

Ewqasî nêzî me ma, me ti carî rexneyên der heqê jiyanê de nedît ji bo hevala Gulistan. Çima? Ji ber ku jiyana xwe timî sade û hevrêtî bû. Wisa bibêje ezezî hebe, cuda sekneke xwe hebe; na. Li her derê li gorî taybetmendiya li wir çi jê bihata xwestin, bi wî rengî tevdigeriya. Keseke wisa bû. Çandeke wisa tevkariyê û rêxistinî pê re hebû. Ji ber wê di xebata meşan de encamgir bû. Li her derê xebata ku kir, çi dema li çiyê, çi jî dûre li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê xebata meşandin de di wir de jî me şopand, ev li ser hevala Gulistan dixuya. Û wisa hîn jî ji bo pêş de, pêşveçûn weed dikir.

Hevaleke bi vî rengî durust, samîmî, dilsoza nirxan, di xeta jin a azad de kûrahî çêkirî, pîvanên exlaqî polîtîk wergirtî, asteke xwe ya bi vî rengî hebû. Bêguman weke me hemûyan ti kes ne çar û çar e. Her kes hinek kêmasiyên xwe hene. Lê belê kêmasî çi ne? Weke mînak, tempo ye, ji her karî re amade ye lê hîn zêde bi înîsiyatîf be, di vî warî de belkî carna rexne dihatin, lê wekî din ji aliyê jiyanê ve, ji aliyê sekn û tevlîbûnê de em lê rast nehatin ku rexneyên bi vî rengî lê bê kirin. Ji ber ku mirovek bi pîvan bû. Pîvana xwe hebû. Vaya di jiyana xwe de, di rêbaza xwe ya têkoşînê de nîşan dida. Jîr bû, di ziman de hakîm bû. Kurdîtiya xwe, zimanê Kurdî jî bi pêş dixist, bi pêş xistibû. Di wergerandina nivîsan de Kurdî û Tirkî, wisa li ser kompûterê hakîmiyeta xwe ya heyî, kesek normal biaxiviya, dikarîbû yekser bikira nivîs. Wisa gihîştibû.

Wekî din li ser îdeolojiya hakîmiyeta xwe hebû, lewma serweriya xwe zû bi pêş diket. Aliyekî xwe yê wisa hebû. Bi kurtasî hevaleke keda xwe di şoreşê de zêde çêbû. Di qada çapemeniyê de roleke girîng lîst. Dema li gel me kar dikir, di ber me de jî, ji bo saziya me jî bi rastî xwedî rol û ked bû. Keda hevalên wisa paqij, durust, samîmî, hevrêya hevrêyan wê ti carî neyê jibîrkirin. Di tevgera azadiyê de gelek mirovên paqij, durust, samîmî, jiyana xwe weke destanî hebûn. Jiyaneke derwêşane ji bo xizmeta gelê xwe hemû tiştên xwe dayin, kesên wisa pir hatine afirandin. Hevala Gulistan jî yek ji wan bû. Ji ber wê jî hevalên wisa bedew û keda wan berhemek ava kiriye, îro di gelek nivîsên rêxistinê de keda hevala Gulistan jî heye. Tê de xwedî rol e. Hevalên wisa şopek çêkirin, bêguman ji bo her kesên ew nas kirin, weke şensek e, weke serbilindeke ku hevalek wisa sade, paqij, durust heye. Ev tişt ji bo malbatê jî wisa ye. Min li nirxandinên xwişk-birayan guhdarî kir, wan jî destnîşan kirin, mafdar in, pê dikarin her tim serbilind bin, ji ber kesek wisa ji wê malbatê derketiye. Bi vî awayî xwe bi têkoşîna azadiyê re kiriye yek û asteke bilind girtî ye. Taybetmendiyên xurt temsîl kiriye. Ji vê malbatê, ji vê herêmê derketiye, ji bo wan cihê serbilindiyê ye. Li ser vê esasê em dibêjin Gulistan Tara namire, berhemên wan wê her hebin û wê tim di têkoşîna me de pêşengên nemir bin. Li ser vî esasî em dibêjin ‘Şehîd namirin’, ‘Şehîd namirin’.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xizma girtî: Ji bo pêkhatina aştiyê divê dewlet jî gavê biavêje
Nûçeya Pişt re Ewropa ji tûrîzma zêde aciz e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 2 ciwan revandin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 2 xortên din ên ji taxa Şêxmeqsdû û Eşrefiyê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Baroya Stenbolê jî ji ber daxuyaniya têkildarî rojnamevanan kete ber lêpirsînê

Ji ber daxuyaniya têkildarî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Besê Hozat: Em ketin pêvajoya berxwedana civakî

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku wan bi Newrozê bi heybet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Jin bi yekîtiyê dikarin civaka azad ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Biryara hevdîtina bi Rêber Apo re divê bibe destpêka pêvajoyeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan qala Sabrî Tendurek kir: Lehengekî weke pola bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Başûrî serdana Amarayê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?