Di encama bombebarana dewleta Tirk a di 28’ê Kanûna sala 2011’an de zarok jî di nav de 34 welatiyan li gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 164 meh derbas bûn. Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî bi daxwaza darizandina berpirsyaran û ronîkirina komkujiyê, her mehê di roja 28’an de çalakiya bîranînê li dar dixe. Çalakiya vê mehê jî li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê hat lidarxistin. Endamên hewldanê daxwaza edaletê kirin û pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskî êdî tu caran” hilgirtin.
Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Tanju Gunduzalp di daxuyaniyê de got ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e û divê dewlet bi rabirdûyê re hevrû bibe. Gunduzalp, got: “Yek ji sedema têkçûna pêvajoyên aştiyê yên berê jî ew bû ku dewlet bi sûcên xwe hevrû nebû, dîwarê necezakirinê ne hilweşand. Li cihê edalet lê heye, mafên mirovan û aştî heye. Generalekê berê got; ‘Ez dizanim kê ferman daye lê dema wexta wê hat ez ê bibêjim.’ Ev gotin, nîşan dide ku Roboskî ne xeletiyeke jirêzê ya îstîxbarî lê sûcekî bi zanebûn e. Divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li daxwazên malbatan guhdarî bike, li cem xwe qeyd bike û ji bo heqîqet û edaletê veguherîne gavên şênber. Heqîqet nabe mijara bazariyê ya bi demê re hatiye vehêlandin, heqîqet deynê roja me ye. Aqilê ku bi hinceta demborinê heqîqetê vedihêle, pêşiya edaletê digire û pêşiya komkujiyan vedike.”
Bi domdarî Gunduzalp anî ziman ku gelên Tirkiyeyê daxwaza pêşerojeke edalet û aştî lê serwer dike û axaftina xwe wiha qedand: “Parastina aştiyê; parastina çareseriyê û bidawîkirina necezakirinê ye. Roboskî; di dersa dewletê de komkujî, ezmûna dewlet û îktîdarê, şerma vê xakê, birîneke xedar û lêgerîna edaletê ye. Em li gel lêgerîna edaletê û jiyaneke aştiyane ne. Heta ku di hemû komkujiyên dewlet û îktîdarê de edalet pêk tê em ê her tim pirsa ‘Gelo weke mirovek ez dikarim çi bikim?’ bikin, Komkujiya Roboskî bi bîr bixin û heta ku rêvebir bi heqîqetê re hevrû dibin jî em ê daxuyaniyên xwe bidomînin.”