Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) ragihandibû ku wê Îlona 2025’an careke din binirxîne bê ‘mafê hêviyê’ ji bo Rêber Apo, Emîn Gûban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan bi cih hatiye anîn an na.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hikumt dabû ku cezayên girtîgehê yên heta bi hetayê yên girankirî ji ber ku derfeta berdana bi şert nade, binpêkirina qedexeya kiryara xerab û êşkenceyê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.
Dadgehê 18’ê Adara 2014’an de biryar dabû ku ‘mafê hêviyê’ yê Rêber Apo hatiye binpêkirin û ji Tirkiyeyê xwestibû ku sererastkirinên qanûnî bike ji bo ev maf bê bikaranîn. Heman biryar piştre ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan jî dabû.
Lê belê Tirkiyeyê li gel 11 salên di ser vê biryarê re derbas bûn hîn jî sererastkirineke qanûnî nekiriye.
Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku ji bo ‘mafê hêviyê’ divê ‘cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî yê heta mirinê’ bi temamî ji qanûnê bê derxistin.
Kanar her wiha pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî nirxand û destnîşan kir ku di mewzûatê de divê guhertinên bingehîn bêne kirin.
‘LI HIN WELATÊN EWROPAYÊ CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ YÊ HETA BI HETAYÊ HATE RAKIRIN’
Kanar anî ziman ku mafê hêviya ji bo azadiyê ji sedsala 19’an û vir ve di destûra bingehîn a gelek welatan de cih girt û bi bîr xist ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanya û Îtalyayê girîngiya vî mafî destnîşan kirin.
Kanar got, “Cezayekî çiqasî giran li kesekî hatibe birîn jî divê xwedî wê hêviyê be ku rojekê azad bibe. Ev yek mafê herî bingehîn ê mirovî ye.”
Ercan Kanar diyar kir ku hin welatên Ewropayê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê jî rakirine û got, “Welatên weke Portekîz, Spanya, Norwêc, Sirbistan û Bosna Hersekê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê jî ji mewzûata xwe derxistin. Li Portekîz û Spanyayê ev yek di nîvê duyemîn ê sedsala 18’an de pêk hat.”
Kanar bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û anî ziman ku tinehesibandina mafê hêviya azadiyê binpêkirina xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê yanî binpêkirina qedexeya kiryarên xerab û êşkenceyê ye. Li gorî biryara pêşniyarê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê cezayên mehkûmiyetê di navbera 8 û 14 salan de divê di ber çavan re bêne derbaskirin.
Kanar anî ziman ku mewzûata li Tirkiyeyê divê li gorî vê yekê jinûve bê sererastkirin û got, “Ji bo mafê hêviya ji bo azadiyê divê di qanûnan de guhertin bêne kirin. Her wiha divê ev yek li mewzûata Destûra Bingehîn bê bicihkirin. Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku piştî anîna Ocalan a ji Tirkiyeyê re kete nava mewzûatê, divê bê rakirin. Weke hiqûqnasekî ez dibêjim, ne tenê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, her wiha divê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê normal jî bê rakirin.”
‘DIVÊ OCALAN KARIBE WEKE MANDELA HEVDÎTINÊ BI HER KESÎ RE BIKE’
Ercan Kanar destnîşan kir ku ji bo pêvajoyeke çareseriyê ya rasteqîn divê efûya giştî bê ragihandin û bi bîr xist ku dema AKP bû desthilatdar 49 hezar kes girtî bûn, lê îro ev yek bûye 430 hezar kes. Kanar destnîşan kir ku pêwîstî bi efûyeke rasteqîn heye.
Kanar diyar kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê divê bê naskirin.
Kanar her wiha işaret bi pêvajoya çareseriyê ya li Efrîkaya Başûr kir û bi bîr xist ku Nelson Mandela ji girtîgehê hate derxistin, derfet jê re hate afirandin ku karibe hevdîtinê bi hemû beşên civakê re bike û bi vî rengî pêvajo bi zelalî hate meşandin. Kanar anî ziman ku pêvajo ji raya giştî veşartî tê meşandin.
Herî dawî jî Kanar destnîşan kir ku divê hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin û got, “Weke ku di mînaka Mandela de hate dîtin, divê hemû beşên civakê karibin tevlî pêvajoyê bibin. Tenê bi vî rengî aştiyeke rasteqîn dikare pêk were.”