Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasê ya Amedê li dar xist. Di kongreyê de Hevseroka DBP’ê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, siyasetmedar Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş ku li Îmraliyê bi Rêber Apo re mabûn, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit Mehmet Kamaç, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Dayîkên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes amade bûn.
Li eywanê pankartên “Azadiya Jinan Avakirina Civaka Demokratîk e” û “Bi Civaka Demokratîk Ber Bi Rêbertiya Azad Ve” hatin daliqandin. Li eywana salonê girseyê dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” berz kirin. Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin û beşdarvanan siruda Çerxa Şoreşê xwendin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku hatibû amadekirin hate nîşandan û girseyê bê navber dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.
Ji aliyê girtiyên siyasî ve peyamek ji kongreyê re hate şandin. Peyama ku endamê dîwanê Aydin Dînler xwend bi vî rengî ye: “Di vê serdema dîrokî de ku em xebatên avakirina aştî û civaka demokratîk dimeşînin, em kongreya ku hûn li dar dixin bi rêzeke mezin silav dikin. Em silav, rêz û hezkirinên xwe pêşkêşî hemû kesên ku niha di salona kongreyê de amade ne, dikin. Em spaskirina hemû kesên ku di pêkanîna kongreyê de keda wan heye, ji bo xwe weke deynekî dibînin. Amûra netewe-dewletê ku sêpêya bixwîn a modernîteya kapîtalîst e, xaka Anatoliya û Mezopotamyayê veguherand goristana gelan.
Bi destê vê amûrê ku çeka lêder a pergalê ye, li Rojhilata Navîn bi dehan ziman û çand wekî kulîlkan hatin çilmisandin û rastî qirkirinê hatin. Ev ziman, çand û ev deryaya baweriyan a ku adeta mîna muzeyên vekirî li holê disekinin, niha di arîfeya wan rojan de ne ku dê li ser kokên xwe yên resen ji nû ve şîn bibin. Her yek ji wan, weke rengên azad ên baxçeyê neteweya demokratîk, dê bi aştî û civaka demokratîk re ji nû ve şîn bibin. Hêza ku dê van hemûyan ji nû ve rake ser piyan û şîn bike; civakeke rêxistinkirî, zana, xwedî îrade, azad û komunal e.
Civak tenê bi vê yekê dikare heyî be. Li derveyî vê yekê, civak nikare hebûna xwe biafirîne. Em ji dil bawer in ku ev kongreya ku berhema îradeya bi hezaran mirovên rêxistinkirî ye, dê hêz û enerjiyeke mezin bide pêngava aştî û civaka demokratîk. Bi kelecana wê roja ku em ê bi Rêbertiya Azad re di avakirina civaka demokratîk de bigihin hev, em we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikin.”
Hevseroka DBP’ê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku girtîgeh ji bo cezakirina gelê Kurd hatine avakirin, lê belê tevî vê yekê gelê Kurd têkoşîneke mezin daye û bi ser ketiye. Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Gelekî ku di welatekî de tê înkarkirin, berpirsyariya herî mezin a avakirina demokrasiyê ya li wî welatî digire ser milê xwe. Bi zimanê xwe yê ku tê înkarkirin, li ser zemîna siyaseta demokratîk, soza avakirina jiyaneke bi rûmet dide kesên ku li ser vê xakê dijîn. Xwezaya vê pêvajoyê bi xwe, têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna Rêberê Kurd û têkoşîna parastin û zindîkirina hemû nirxên gelê Kurd e. Gelê Kurd û Birêz Ocalan, hem bi têgehên xwe hem jî bi têkoşîna xwe, dîroka sed salî berovajî kiriye. Tişta ku di dîroka sed salî de weke ‘nabe’ dihate dîtin, ji nû ve ji Rojhilata Navîn û cîhanê re vegot. Li her derê pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nîqaşkirin, lê li Tirkiyeyê nayê nîqaşkirin. Heya ku dewlet çavên xwe digire û lal dibe, pêşvebirina vê pêvajoyê ji me re dimîne. Dema ku ev pêvajo dihate ragihandin, kesên ku Rêber Abdullah Ocalan herî zêde pê bawer bû hûn in, em in. Ji ber ku we her yekî têkoşîna 50 salî li ser milên xwe hilgirt. Hinek ji we li ber girtîgehan, hinek di girtîgehan de, hinek jî di siyaseta demokratîk de. We hêviya xwe winda nekir. Yek ji cihên sereke ku we hêviya xwe lê winda nekir, têkoşîna di girtîgehan de bû.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser zext û êşkenceyên ku di rojên dawî de li girtîgehan pêk tên û bi bîr xist ku di saleke dawî de 818 girtiyan ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane. Çîgdem Kiliçgun Ûçar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li ber girtîgehan bin, em ê bi hemû hevalên xwe yên di girtîgehan de re di nava hevgirtinê de bin. Kêliya ku statuya Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan were naskirin, wê kilîtên hemû girtîgehan werin vekirin. Pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, tenê pêwîstî bi keda me ya zêdetir heye. Ev gelê ku heta îro ji riya xwe vengeriyaye, dê bêyî ku riya xwe dirêj bike bigihe aştiyê. Dê bi kilîta Îmraliyê deriyê aştiyê veke.”
Piştî axaftinan raporên xebat û maliyê hatin xwendin. Piştre di hilbijartinê de Kerem Canpolat û Pinar Sakik Tekîn careke din weke hevserokên MED TUHAD-FED’ê hatin hilbijartin. Her du hevserokan piştî hilbijartinê spasiyên xwe pêşkeşî beşdaran kirin û dan zanîn ku ew ê ji bo azadî, aştiyê bêtir têbikoşin û ji bo deriyê girtîgehan bên vekirin dê xebatên xwe xurttir bikin.

