Sêşem, 22 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyên du şehîdan hatin wergirtin û ber bi Kanîreşê ve hatin birin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê daxwaza malbatên erdhejzedeyê bê bihîstin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rojnamevan Seyît Evran li Qamişloyê hat bîranîn
Rojava

Rojnamevan Seyît Evran li Qamişloyê hat bîranîn

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) nivîskar, rojnameger û kedkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran di 2'emîn salvegera şahadeta wî de, li bajarê Qamişloyê bi bîr anî û li ser gora wî find vêxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) nivîskar û rojnameger şehîd Seyît Evran, di 2’emîn salvegera şahadeta wî de, li Parka Xwendinê ya li Qamişlo yê Kantona Cizîrê bi bîr anî. Di hola parkê de wêneyên şehîd Seyît Evran hatin daliqandin, li jêr wêneyên wî gul, kamereyek û find hatin danîn.

YRA’yê proşûrek li ser jiyan, ked û xebata şehîd Seyît Evran û nameya wî ya dawîn a bi navê “Ber bi Rêwîtiya Dawî ve” li beşdaran belav kir. Nivîsa li ser jiyan, ked û xebata wî di bin gotina Seyît Evran a “Divê em karê xwe hîs bikin û nivîsên xwe bidin jiyîn, divê em di nava gel de bin, li kolan û taxan bigerin” de hat nivîsîn.

 

Rêveber û endamên YRA’yê, sazî û dezgehên ragihandinê, endam û rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Saziya Malbatê Şehîdan a Qamişloyê, hevrê û şagirtên şehîd Seyît Evran beşdarî bîranînê bûn.

Hevseroka YRA’yê Evîn Îbrahîm bixêrhatina beşdaran kir, çehîd Seyît Evran bi bîr anî û sersaxî ji malbatê re xwest.

Piştî kêliyek rêzgirtina ji giyanê şehîdan re merasîma bîranînê dest pê kir.

Şêwirmendê YRA’yê Bunyad Cizîrî axivî, iehîd Seyît Evran bîr anî û soza şopandina rêya Seyît Evran da. Bunyad Cizîrî qala welatparêziya malbat û kesayeta şehîd Seyîd Evran kir û got: “Heval Seyît Evran lêkolîn û lêgerîna xwe li ser rastiya gelê Kurd û doza Kurd meşand. Kesateyek şoreşger bû. Yek ji qadên ku heval Seyît Evran lê kedek mezin da jî Rojavayê Kurdistanê bû. Tevayî tecrûbe û zanista xwe bi ciwanan re parve kir. Li Rojava mîrateyek rojnamegeriyê nebû, heval Seyît û hevalên weke wî xebatên ragihandinê da destpêkirin. Niha jî heval û şagirtên wî kamera û pênûsa wî rakirine û xebata wî didomînin.”

Der barê jiyan û têkoşîna şehîd Seyît Evran de sînevîzyonek hat pêşandan.      

Piştî sînevîzyonê Endama Rêveberiya Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) rojnameger Stêrk Gulo axivî û got: “Heval Seyît li ku bû civat û heqîqet li wir bû. Yek ji hevalê ku hişt ez ji rojnamegeriyê bikim heval Seyît bû. Heval Seyît hişek me yê mezin bû, stûnek me yê girîng bû. Windakirina wî windahiyek pir mezin bû. Dema min li Rojava dît, min lê nêrî ku ji min zêdetir Rojava nas dike. Ji gel hez dikir. Heval Seyît Evren generalê herî mezin ê Apê Mûsa ye. Ew bû rastiyek ê Kurdistanê û ji me re mîrateyek herî mezin hişt. Em jî soz didin wî ku şopdarên wan bin û sozdayîn pêkanîn e.”

Li ser navê malbatê xwarziya şehîd Seyît Evran, Sara Evran axivî û got: “Pir bi şans im ku hevala heval Seyît im. Bê şansim ku min pê re jiyan nekir. Min nivîsên wî xwendin, ez jî şagirtima wî me. Ne şert e ku mirov bi yekî re bijî. Ji bo ez valahiya nasnekirina wî derbas bikim, ez ê hertim bibin rêhevala wî.”

Sara Evran nameya dawî ya şehîd Seyît Evran ji beşdaran re xwend.

Piştre yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah axivî û got: “Ez yek ji wan kesan bû ku rêhevala heval Seyît bûn. Me 2004’an hevdû nas kir û ez bi xwe di xebatên ragihandinê de bûm. Min hertim jêre digot Xoce. Di kêliyên ku şehîd ket jî silav şandin. Hinek heval xebatên heval Seyît dimeşînin, ez jî di nava xebatên parastinê de me. Me hertim ew li kêlka xwe dît û me dizanî dê hertim vê têkoşînê zindî bihêle û biparêz e. Ez jî soz didim ez ê hertim parêzvanê vê xebatê bim û domdarê rêya te bim”.

Piştî axaftinan, endamên Koma Botan Nesîn Botan û Danîş Botan her yekî stranek diyarî bîranîna şehîd Seyît Evran kirin.

Piştre beşdar serdana gora şehîd Seyît Evran a Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kir. Find danîn ser gora şehîd Seyît Evran û stranên bi Kurdî ku şehîd Seyît Evran jê hez dikir pê xistin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihyedîn Hesen axivî. Mihyedî Hesen tevayî şehîdên azadiyê bîr anî û got: “Em nikarin bi axaftinan heval Seyît Evran bînin ziman. Em sersaxî ji malbat wî re dixwazin. Heval Seyît kedeke mezin li herçar parçeyên Kurdistanê da û mirateyek bi rûmet li pey xwe hişt.”     

Merasîma bîranînê bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di salekê de heşt qeşayên li Swêdê qê ji nexşeyê bên derxistin
Nûçeya Pişt re Li dijî Taxa Şêxmeqsûdê êrîş: 3 êrîşkar birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

Ji 15 kesên di çarçoveya lêpirsînekê de hatibûn binçavkirin, rêveberên Kaos GL û rojnameger Tugba…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî

Endamên DEM Partiyê yên 'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' daxuyanî dan û gotin, "Her…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên hiqûqî: Bila 8’ê Adarê bibe çiraya aştiyê

Sazî û rêxistinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê gotin, “Divê qanûnên Sûriyeyê li gorî peymanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gelê Rojavayê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî çalakî li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Diyar Xemgîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo Dîlan Şirnex li Kobanê û Hesekê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?