Sêşem, 23 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hunermendê Arjantînî Racca: Gelek tişt hene ku Abdullah Ocalan hînî me bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’YÊ ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon wê li saziyên fikrî guhdarî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ banga piştevaniyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê ‘şehîdê çapemeniya azad’ Seyît Evran bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em tenê ji Rêberê xwe bawer dikin, ne ji kesekî din’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ gerîlayên şehîd bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yaman: Divê Iraq demildest dest ji kiryarên xwe berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevalê Riza hem mamoste, hem fermandar hem jî hevrê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-DEM: Yên ku jin û zarokan qetil dikin nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êriş û komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Şehbaz ji hêla Iraqê ve hatiye girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Dengê jinên Efganîstanê banga hevpar a têkoşîna jinan e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Riha, Êlih û Mêrdîn pêşkonferansên Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Hevgirtina Jinan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin divê bêyî cudahiya etnîkî yek bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn: YPJ bûye artêşeke hevbeş a jinên Sûriyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Foza Yûsif: Destûreke ku jinan tine dihesibîne ne demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brukselê stranên Kurdî bi senfoniyê re gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Julîde Kural vîdeoyek bi navê ‘Ji bo aştiyê soza min heye’ amade kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Jiyana min timî şer bû (Bergê 2.): Salên li zindanê’ bi Spanî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunera Mizgîn, hunermenda nemir Merziye Rezazî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanoya Kurd hilberîna xwe her tim dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kalkan: Riza Altûn nîşaneya xeta şoreşgeriya giştî bû
Kurdistan

Kalkan: Riza Altûn nîşaneya xeta şoreşgeriya giştî bû

Ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Dûran Kalkan, Riza Altûn ê ku 25'ê Îlona 2019'an şehîd bû weke 'nîşaneya xeta şoreşgeriya giştî' pênase kir û got, "Ji aliyê hişmendî, biryar, îrade û pratîkê ve timî pêşeng bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Îlon 2025 Dema xwendinê: 31 dq.
Parvekirin

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Dûran Kalkan qala yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn kir. Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:

“Tevgera me meha Gulanê, yanî di Meha Şehîdan de di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de şehadeta du şoreşgerên mezin ên pêşeng; ji damezrînerên PKK’ê, hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo ragihand. Yek jê hevrê Fûat, yanî Alî Haydar Kaytan bû ku beşdarî civîna li Bendava Çûbûkê bû û yek ji endamên destpêkê yên koma Apoyî bû. Yê din jî hevrê Riza Altûn bû ku ji sala 1975’an û pê ve di nava koma Apoyî de bû, li her qadê têkoşiya û afirînerê pêşeng ê pêşketinan bû.

Beriya her tiştî van herdu hevrêyan, hevrê Fûat û Riza di Meha Şehîdan a Gulanê de bi hesret, hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Soza me ya ji bo serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan dubare dikim.

Ev heval di demên cuda de şehîd bûn. Hevalê Fûat 3’ê Tîrmeha 2018’an li Garê şehîd bû. Saeta ku şehîd bû jî baş tê bîra min. Rojek berê di civînekê de em bi hev re bûn. Em li heman qadê bûn, dema ku dijmin ew êrîşa nemerdane kir.

Hevalê Riza piştî salekê, di 25’ê Îlona 2019’an de li derdora Qendîlê şehîd bû. Ew roj jî, ew kêlî jî baş tê bîra min. Ez wê zemînê jî baş nas dikim.

Ev herdu hevrêyên di dem û qadên cuda de şehîd ketin, meha Gulanê meha Şehîdan hatin îlankirin. Bi vî rengî tevlî nava karwanê Şehîdên Gulanê bûn. Bûn şehîdên Meha Şehîdan.

TÊGEHA ‘ŞEHÎDÊ ŞEHÎDAN’ LI HEVALÊN RIZA Û FÛAT TÊ

Rêber Apo ji bo hevrê Agît gotibû, ‘Şehîdê şehîdan’. Bi rastî jî ev têgeh yanî têgeha ‘Şehîdê şehîdan’ li hevalên Fûat û Riza jî tê. Xwedî wê taybetmendiyê ne ku şehîdê şehîdan e. Ji ber vê yekê di Meha Şehîdan meha Gulanê de hatin ragihandin.

Heval bi giranî hevrê Riza Altûn bi halê xwe yê piştî sala 1992’an ji zindanê derket, nas dikin. Zindanan bi rastî jî hevrê gelekî guhertibûn. Hevrêyên di salên 1979-80’î de ketin zindanê, piştî ku salên 1990, 2000’î de derketin, hemû gelekî guherî bûn. Zindan e, belasebep mirovan naxin zindanê. Ma Kenan Evren negotibû, ‘Em darnevekin, ma em ê xwedî bikin?’ Zindanan belasebep bi mirovan danagirin. Mirovan darve nekin jî ji bo bieciqînin, ji bo guhertinên mezin bi wan bidin kirin, dixin zindanê, vê yekê li wan dikin.

Bi her hevrêyî re ev yek di asteke bilind de dihate dîtin. Lê belê bi qasî ku min dît, yek ji hevalên herî zêde guherî bû hevalê Riza bû. Diyar bû ku gelekî zehmetî kişandibû, gelekî tehde li wî kiribûn. Em hîn bûn bê li zindanan, li zindanxaneyên qirker, mêtinger û faşîst çi êşkence lê kirin. Em zanin ku rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê ji mirinê xerabtir li van hevrêyan kirin. Riza yê di ciwantiya xwe de mîna şekir bû, veguherîbû kesayetekî welê têgihiştî ku bi giranî tevdigeriya, hesas bû, kûr difikirî, zane bû, hesabên kûr dikir û bi vî rengî tevdigeriya.

Bêguman ev têgihiştîbûn ji aliyekî ve nîşaneya tecrûbeyan bû, lê di heman demê de şopa êşkenceyên giran bû. Bi jiyînê jiyan fêhm kiribû. Li Kurdistanê jiyan çi ye? Siyaset û mejiyê mêtinger, qirker çi dike? Mirov li vê dinyayê çi tîne serê mirovan? Ev hemû dîtibû.

RIZA YÊ CIWAN ŞOREŞGEREKÎ MÎNA CIWA LI ŞÛNA XWE NEDISEKINÎ

Bi tecrûbe û jiyana xwe dîtibû bê mirovahî di bin siya sîstema dewlet û desthilatdariya heyî, bi taybetî jî li Kurdistana ku di bin mêtingeriyê de tenê tê wateya gotinekê. Lewma Rizayê beriya bikeve zindanê gelekî cuda bû. Riza yê ciwan li cihê xwe nedisekinî, mîna ciwa bi tevger bû.

Tûzlûçayirê navê Şîrketê lê kiribû. Malbata wî jî li nava derdoreke şoreşger bû. Hevalê Riza heta ku bê darizandin kesî nizanîbû ku Riza Altûn e. Kesî nedigot. Ji gelekan hebû ku navê wî bi rastî jî Şîrket e. Diyar bû ku patronê Tûzlûçayirê bû. Di nava şoregşeran de kesekî welê bi bandor bû. Ji aliyê têgihiştinê ve, ji aliyê biryar, îrade û pratîkê ve her tim pêşeng bû. Xwedî kesayetiyeke welê bû ku mîna ciwa bi tevger, mîna lastîkê nerm bû. Di cih de dikarîbû biryar bida. Zêde nedifikirî, bi lez biryar dida lê belê gelekî bi çalak tevdigeriya. Cihek tine bû ku Riza nikarîbû xwe bigihanda wê derê, qadek nebû ku nikarîbû lê bimeşiya. Kesayetekî bi vî rengî nerm, bêguman têgihiştî, xwedî îrade û wêrekiyeke mezin, xwedî têgihiştineke xurt a sosyalîzm, azadî û baweriya bi hebûna Kurdan bû. Bi xeta Apoyî re piştî ku Rêber Apo nas kir, ji rastiya serketina xeta Apoyî gelekî bawer kir. Hevalê Riza şoreşgerekî welê bû ku di nava çalakiyan de bû, ji çalakiyan wêdetir ber bi serketinê ve dibeziya.

Yên ku berê dîtine, bi vê rastiyê baş zanin. Kêm jî be hin heval hene ku pê re man, xebitîn û bi vê rewşê zanin. Em hêvîdar in ku wê bi hemû detayên xwe qala vê rastiyê bikin. Wê vê kesayetiyê vebêjin. Me di kongreyê de got, kesayetiya duyemîn a Kemal Pîr. Rêber Apo timî ji bo wî digot, zarokekî mîna ciwa bû. Welê bi tevger bû, herikbar bû. Kesayetiya Kemal Pîr jî bi wî rengî bû, her kes bi vê zane. Ew gelekî hate nirxandin, nîqaşkirin û bû malê civakê.

Kesayetiya Riza jî bi vî rengî bû. Yanî weke ciwa herikbar, weke lastîkê nerm, di asta hîperaktîf de bi tevger bû, ji çalakiyan diçû çalakiyan, lêgerînerekî mezin ê têkiliya bi mirovan re, têkoşer, milîtanekî şoreşger bû. Têkildarî jiyana wî agahiyên biyografîk têne dayin. Li Sarizê ji dayik bû, ku wan qadan hinekî nas dikim. Ber bi taxên Enqereyê ve hatibûn sirgûnkirin.

Tûzlûçayir hîn nû dibû tax, cihekî vala bû, dema ku mala hevalê Riza lê bû. Baş nayê bîra min bê min hevalê Fûat, hevalê Riza çawa nas kir. Lê belê zivistana 74-75’an bû, destpêka sala 1975 bû. Ji ber ku mala me jî li Dîkîmevî bû, nêzî rêya NATO’yê bû, hinekî nêzî Fakulteya Zanistên Siyasî bû. Em gelekî diçûn û dihatin. Dibe ku li qada Fakulteya Zanistên Siyasî be, li Cebecî be, yan jî di civîneke din de be.

BANDOR LI TEVAHIYA TAXÊ DIKIR

Lê belê piştî sala 1975’an min ciwanên şoreşger ên Tûzlûçayirê nas kir. Yê ku pêşengî ji wan re dikir jî hevalê Riza bû, ku jê re Şîrket digotin, yanî lîderê hemû şoreşgeran bû, ew bi rêxistin dikir. Min hevalê Riza nas kir. Çûm Tûzlûçayirê, hatim. Min malbata wî, mala wî dît. Dayika wî, xwişk û birayên wî nas kir.

Bi vê wesîleyê dixwazim birayê wî yê biçûk hevalê Şehîd Haydar, biraziyên wî hevrê Dogan û Cûmalî bi hurmet û hezkirinê bi bîr bînim. Hin ji wan nebûn, hin ji wan hîn zarok bûn. Mezin bûn, tevlî nava têkoşînê bûn. Hemûyan jî dan ser şopa hevalê Riza. Ji ber ku ewqasî bi bandor bû. Ne tenê malbata wî da ser şopa hevalê Riza, tax bi temamî pê re meşiya. Ciwanên taxê, vaye qala wî dikin. Çawa ku li zanîngehan, li qadên dibistana bilind bi ciwanên zanîngehê koma ciwanan a îdeolojîk ava bû, koma ciwanan a vê yekê ya destpêkê ya taxan jî koma Tûzlûçayirê bû.

Pêşengê wan jî Şîrket bû. Hevalê Riza piştî ku Rêber Apo nas kir, têkiliya bi komê re, tevkariyeke xurt li koma Apoyî kir. Hem li Enqereyê zemîna civakîbûnê afirand, hem jî milîtanên ciwan şoreşger ên profesyonel airand ku biçin qadên cuda yên Kurdistanê û têkoşîna şoreşgerî bimeşînin. Ma kî di nav de tine bûn? Ji Îbrahîm Bîlgînan heta bi Şahîn Kilavûzan. Şehîdên me yên destpêkê li wir hatnid ayin. Hevrê Alî Dogan Yildirim bi qezayê şehîd bû.

Li gel hevalê Fûat rû Fatma ji bo tevlî merasîma cenazeyê Alî Dogan Yildirim bibim çûm Dersimê. Em negihîştin, merasîm qediya hingî em gihîştin. Me jî merasîma xwe ya bîranînê pêk anîn. Di vê astê de qadeke şoreşger bû, qadeke hilberîna kadro bû. Hem li Enqereyê tevkarî li têkoşîna ciwanan a şoreşger kir, hem jî li Kurdistanê kir ku tevgera ciwanan bi pêş bikeve, di karên avabûna PKK’ê de hêzeke mezin da. Li gelek qadan karên şoreşgerî meşand û kir ku pêşketin çêbibe. Gelek ji wan hevalan ketin zindanê. Gelek jê şehîd bûn. Hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Têkildarî hevalê Riza wekî din çi dikare bê gotin? Bi rastî jî li her qadê xebitî. Ya rast piştî Enqereyê yek ji ciwanên Enqereyî bû ku vegeriya welêt. Bi qasî ku tê bîra min, bêguman ez li ser her tiştî ne serwer im, bi her tiştî nizanim. Lê belê hevalê Riza li hin deveran nema, tenê wan deveran xwe bi sînor nekir. Li ku derê çalakî hebûya Riza li wir bû. Ji Dîlokê heta bi Mereşê, Dersimê çû gelek deveran, bi tevger bû. Şoreşgerekî welê bû ku di xeta Kemal Pîr de tevdigeriya. Hem di propagandayê de bi bandor bû, hem jî di çalakiyê de her tim pêşeng bû. Li ser vê bingehê li gelek qadan tevkarî li avabûna komên ciwanan ên şoreşgerî kir.

Dibe ku sala 1978 bû. Baş nayê bîra min. Hevalê Riza qezayeke giran a trafîkê derbas kir. Dema ku ji Enqereyê dihat Dîlokê gava ji Pîrînçlîkê derbas dibû, nêzî termîlanê otobus wergeriya û hestiyê qorikê yê wî şikest. Bi Fatma re diçûn. Fatma bi sivikî birîndar bû, lê belê hestiyê qorikê yê hevalê Riza şikest û bi giranî birîndar bû. Demeke dirêj hate dermankirin. Bêguman bûyereke bêşensî bû. Lê belê her kesî israr kir. Hêz da, moral da. Wî bi xwe jî israr kir. Ew birîndarî bi temamî ji ser xwe avêt.

JI BO BIRÊXISTINKIRINA KOMÎTEYA DESTPÊKÊ YA LEŞKERÎ HATE WEZÎFEDARKIRIN

Ji fermandarên pêşeng ên berxwedana Sêweregê bû. Beşdarî berxwedana Hîlwanê nebû, lê belê di amadekirin û meşandina berxwedana Sêweregê ya 79’an de di asta fermandariyê de bi erk û wezîfeyê rabû. Bû endamê Komîteya Leşkerî ya Navendî ya destpêkê ya PKK’ê ku ji 3 kesan pêk dihat û di kongreya destpêkê de hate hilbijartin. Berpirsyarê vê komîteyê hevrê Mehmet Karasûngûr bû. Di heman demê de endamê komîteya navendî bû. Bi navê komîteya navendî ji bo birêxistinkirina Komîteya Leşkerî ya Navendî hate wezîfedarkirin. Di heman demê de weke eyk ji du alîkarên Komîteya Navendî hatibû wezîfedarkirin. Di Adar, Nîsana 1979’an de PKK’ê dema ber bi avakirina rêxistina leşkerî ve gav diavêt, hevalê Riza weke alîkarê fermandarê wê wezîfedar kir. Di asteke bi vî rengî de xwedî danheviyê bû.

Kesayetekî welê bû ku ev yek dikarî bû bi ser bixista, ewqasî xwedî tecrûbe bû. Ji her alî ve dikarîbû ev wezîfe pêk bianiya, li Sêwerekî jî rola ku jê re hate dayin tê zanîn. Li wir armanc ne cezakirina çeteyeke feodal a eşîrî bû. Armanc ew bû ku li wir gerîla bide destpêkirin. Perwerdekirina yekîneyên gerîla, sewqkirina li qadên cuda yên welêt bû. Yanî di fermiyetê de hevalê Riza yek wan kesên destpêkê bû ku fermandariya gerîla, pêşengiya gerîla wergirtibû ser milê xwe.

Ji ber vê yekê min got, yanî piştî ji girtîgehê derket gelekan ji me Riza welê dît. Gelekan bi wî rengî nas dikir, bi rewşa ku piştî êşkenceyên giran ên li zindanê dît, bi rewşa fîzîkî ya piştî zindanê didît. Halbûkî ne welê bû, rastiay Riza ya salên 1970’î ya beriya bikeve zindanê welê nebû. Berxwedana Sêweregê jî meşand. Piştî çalakiya Ocak jî me bi hvealê Riza re li Hîlwanê civîn pêk anî, nîqaş kir. Ez bi wan rojan zanim, destpêka sala 1980’î bû, mehên Çile, Sibatê bû.

Di pêvajoya operasyonên giran ên lis er Hîlwan-Sêweregê de hevalê Riza jî hate girtin. Dema ku bi wesayitekê diçû, derdora wan hate girtin, welê hate girtin û li zindanên 12’ê Îlonê 12 salan hate girtin. Zindana Amedê dişibînin zindana Saigonê, lê jê jî wêdetir bû. Di dîroka me de gelek hevalan êşkenceyên gelekî giran lê dîtin. Timî li ber xwe dan, tevlî berxwedanê bûn, moral dan, hêz dan, êşkenceyên giran dîtin lê belê her timî bi lehengî li ber xwe dan. Lawazî li aliyekî her tim hêz, moral da hevrêyên xwe. Yanî hevalê Riza her tim bû çavkaniya hêz û moralê. Her tim îradeyek e. Ciwan jî bûb i wî rengî bû, li zindanê jî bi heman rengî bû, piştî zindanê jî bi wî rengî bû. Ev yek sekneke îradeyê ye. Hêzeke firkî ye ku rewşa di nav de ye rast dinirxîne û li gorî wê dikare helwestê nîşan bide.

Piştî Efûya Ozal a 89’an di sala 1992’an de ji zindanê derket. Me got, piştî ji zindanê derket, bi rastî jî zindan her kes diguhert, lê belê hevalê Riza gelekî guherî bû. Aliyê hevalê Riza yê ku neguherî bû çi bû? Sekna wî ya bi îrade, taybetmendiya wî ya cihê baweriyê û zane bû. Hevalê Riza kesayetekî welê bû ku gelekî henek dikir, jiyan bi henekan pêşwazî dikir û dimeşand. Lewma timî moral dida derdora xwe.

Piştre di bihara 1994’an de piştî ku ji zindanê derket li Şamê li Dibistana Navendî ya Partiyê em li hev rast hatin. Me rabirdû nîqaş kirin, nirxandin.

KONGREYA 6’EMÎN KOM KIR

Em demeke kurt bi hev re man. Xwe ji bo wezîfeyê amade dikirin. Ji xwe piştî ku amadekarî qediyan ji bo li qada Îranê wezîfeyên partiyê bike derbasî wê qadê bû. Piştre vegeriya qada Rêbertî. Piştî ku em vegeriyan welêt, ji dûr ve jî be me timî hev dişopand, ji nêz ve bi hev re dixebitîn. Di sala 1995’an de li qada Zagrosê em bi hev re xebitîn. Di salên 1998 û 999’an de di nava wan pirsgirêkên giran de ku ji Rêbertî dûr ketibûn, di pêvajoya Kongreya 6’emîn de yê ku kongre civand, meşand, pêşengî kir û bû cihê baweriyê hevalê Riza bû. Di nava wê rewşa tevlîheviyê de hevalê Riza atmosfereke welê afirand ku kongre bê meşandin. Dîwana kongreyê bû û dîwaneke welê bû ku bi rengekî herikbar dimeşand.

Piştre weke endamê navendî yê partiyê, ji xwe endamekî damezrîner bû, li gelek qadan xebitî. Li Başûr, li Iraqê xebitî, li Rojhilat li Îranê xebitî, li Rojava xebitî, li Bakur xebitî, li zindanê ma. Di sala 2000’î de çû Ewropayê.

Di demekê de ku li dijî komploya navneteweyî têkoşînd ihate meşandin, demeke dirêj li Ewropayê kar bi rê ve bir. Piştre vegeriya welêt û li Navenda Parastinê demeke dirêj em bi hev re xebitîn. Ji aliyê têkilîdanîna bi mirovan re, ji aliyê bandora li mirovan û perwerdekirinê ve xurt bû. Lewma weke Navenda Parastinê di perwedekirina şervanan a li akademiyan de çi leşkerî çi jî teorîk û îdeolojîk di nava hewldaneke mezin de bû ku tevkariyên girîng bike. Ji akademiyekê diçû akademiyeke din, li ser mijarên gelekî cuda kûr dibû, lêkolîn dikir, ders dida, karekî bi rêk û pêk dimeşand. Hin ji encamên vî karî hatin berhevkirin, bûn pirtûk û pêşkêşî xizmeta civakê hatin kirin. Ew hemû ji dersên li perwerdeyên akademiyê pêk dihat ku weke Navenda Parastinê tê zanîn.

YEK JI KESÊN DESTPÊKÊ BÛ KU JI ALIYÊ NAVENDA PKK’Ê VE WEKE FERMANDARÊ DESTPÊKÊ HATE WEZÎFEDARKIRIN

Lewma tevkarî li gelek perwerdeyên şervanan kir, li ser her kesî keda xwe hebû. Wê demê beşdarî gelek perwerdeyên milîtanên şoreşger bû. Hevalê Riza her cûre wezîfe û berpirsyarî meşand. Endametiya komîteya navendî ya PKK’ê meşand, bû koordînasyona wê, bû dîwana wê. Wezîfeya endametiya Konseya Rêveber a KCK’ê meşand. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat xebitî.

Karên îdeolojîk jî meşand, karên siyasî, dîplomatîk jî meşand, karên civakî jî meşand, mînak li Mexmûrê. Têkildarî karên leşkerî ji xwe me destpêkê qalê kiribû. Yanî yek ji wan kesên destpêkê bû ku ji aliyê PKK’ê ve bi fermî weke fermandar, weke fermandarê navendî yê PKK’ê hate wezîfedarkirin.

Demeke dirêj her cûre wezîfe kir. Şoreşgeriya yekpare ku şoreşgeriya komple jê re tê gotin, her tim afirand, ku bû kadroyekî bi vî rengî. Bi rastî jî li her qadê bi pêşdîtin, hest û hetstewariyê kar kir. Jİ ber ku bi dîsîplîn û hewldana xwe bi bandor bû. Kadro perwerde kir, şervan perwerde kir, gelê welatparêz perwerde kir, civak perwerde kir. Di pêşketina têkoşîna şoreşgerî de, di mezinbûna tevgera Apoyî û girseyîbûna wê de tevkariyên mezin kir.

Negot, ez li zindanê mam, min êşkenceyên giran dît, zor û zehmetî dît, nikarim îdare bikim. Piştî ku ji zindanê derket li her qadê ma. Li gel zor û zehmetiyan hemûyan jî astengî ji pêşiya xwe rakir, li çiyê ma, kete nava şer, careke din fermandarî kir, perwerdekarî kir.

Dem hat, karên gel meşand. Dem hat bû dîplomat, karê siyasî meşand, wezîfeya berpirsyariyên qadê bi cih anî, rêveberî kir. Bi vî rengî şoreşgeriya yekpare di kesayetiya xwe de bi pêş xist. Hem berxwedêr, fermandar, leşker û şervanekî mezin bû, hem jî siyasetmedar, rêveberekî xurt, xebatkarekî bi bandor, milîtan û kesayetekî civakî bû. Lewma em dibêjn, divê mirov van kesayetan nas bikin, baş fêhm bikin. Divê em kesayetiya Riza baş nas bikin, baş fêhm bikin.

Ev hemû çawa bi ser xist? Divê em bersivê bidin vê pirsê. Ji ber ku eşkere ye ku ti tişt ji ber xwe ve nabe, welê bi hêsanî nebû. Her tişt bi kedê, bi hewldanan bû. Bi têkbirina zehmetiyan, rakirina astengiyan, bi têkoşîneke bi wêrek û fedakar bû. Jiya xwe bi têr û tijî derbas kir. Danheviyeke gelekî mezin afirand.

ŞEHADETÊN WAN NE WINDAHÎ NE; EW IN YÊN KU XWE PÊK ANÎN E

Di vê wateyê de bi rastî jî şehadeta hevrê Fûat û Riza windabûna daneheveke girîng bû, em dikarin wisa bibînin. Me ti carî şehadet wekî windabûn nenirxandiye. Carinan di nava me de têgehên bi vî rengî tên bikaranîn, tên gotin, lê ev ne rast e. Divê wisa neyê gotin. Şehîd ne ew in ku winda bûne, şehîd ew in ku xwe pêk anîn e di warê hebûnî de. Ew in ku gihîştine serkeftinê, bûne şahidên şoreşê, şahidên serkeftinê. Ew in ku rêya serkeftinê xêz kirine, bi Rêbertiyê re bûne yek, gihîştine azadiyê. Ma qet ji van re dikare bê gotin windabûn? Windabûn bi rastî tê wateya bikarneanîna îmkan û firsendan e. Windabûn her tim rewşa jiyana vekirî ya ku ber bi aliyên cuda ve diçe ye.

Rastiya şehîdan ti carî wisa nîn e. Ji ber vê yekê divê em têgeha bi awayekî rast bi kar bînin. Divê em ti carî ji şehîdên xwe re nebêjin windabûyî. Çawa ku di Îslamê de dibêjin, ji şehîdan re nebêjin mirin, ew bi rastî jîndar in. Ji aliyê me ve jî bi rastî divê em ji şehîdan re nebêjin windahî. Ne windayî ne, rastî ew in. Yên ku em afirandine ew in û em azad dane jiyandin ew in. Çavkaniya hêza me ya bingehîn her tim û li her derê rastiya şehîdan e. Rastî şehîd in, ji ber vê yekê Rêber Apo got, şehîd PKK ye, PKK Partiya Şehîdan e. Ji bo şehîdan got, ew dijîn, bi awayê PKK’ê dijîn û niha bûne dîrok, bûne malê dîrokê. Ew rastiya gelê Kurd in, serdema PKK’ê, tevgera Apoyî, meşa azadiyê ya Apoyî, serdema qehremaniyê ne. Wan her tim rastiyeke wisa derxistine holê û heta dawiyê jî wê wisa bijîn, wisa bên bibîranîn.

Di meşa azadiyê ya mezin de her tim wekî fermandar, wekî pêşeng wê rola xwe bilîzin, pêşengiyê bikin. Rê wan xêz kirine, bi awayekî domdar bûne nîşanderê rêya rast, rêya rastiyê. Em jî ji wan rastiyê hîn dibin, çawa divê em bimeşin, çawa divê em di rêya rast de pêşve biçin, ji wan hîn dibin.

Em bi vî awayî dimeşin, ji ber vê yekê, erê, divê em rastiya şehîdan baş fêm bikin. Bi taybetî jî yên ku ewqas zehmetî kişandine, ji her cure qonaxan re derbas bûne, tevahiya jiyana xwe tevî her cure zorî, astengî û zordariyan, bi awayekî hişmend û bi vîn di têkoşîna azadiyê de dane, bûne hevalên Rêber Apo, bûne şehîdên şehîdan, eşkere ye ku hevrê Fûat û Riza ne windahî ne, lê rastî ne. Ji ber vê yekê divê em wan rast fêm bikin, rast pênase bikin.

Bi rastî kedên wan ên di ser me hemûyan de gelek in. Divê em vê yekê bibînin. Ez wekî kesekî ku wê şansa naskirina van hevalan bi dest xistiye û firsenda xebatê bi wan re dîtiye, vê yekê dibînim.

DIVÊ EM WAN RAST FÊM BIKIN Û BIGIHÎJIN HIŞMENDIYA RÊYA WAN YA RAST

Bê guman kedên wan ji her kesî zêdetir li ser min in, li ser hevalên wekî min in û em bi erka ku em vê yekê bi cih bînin berpirsiyar in. Lê têkoşîna wan her kesî bandor kir; gotinên wan, nirxandinên wan, meşên wan, berxwedanên wan, jinên civaka Kurd, ciwanên wê, karkerên wê, kedkarên wê, her kesî bandor kir, mirovahiyê bandor kir, hemû hêzên sosyalîst û şoreşger bandor kir. Ev bandor ked e, yanî kedên wan li ser me hemûyan hene, divê em bikaribin van erkên xwe bi cih bînin. Çi ye bi cih anîna van erkan? Ew jî ew e ku wan rast fêm bikin, bi hişmendiya rêyên heqîqetê rast têbigihîjin, bi şêwaz û xeta serkeftinê ya Apoyî bimeşin û di wê rêyê de serkeftinê bi dest bixin. Erka yên dijîn, erka me ya mezin û berpirsiyariya me ev e ku vê yekê bizanibin, li ser vê bingehê tevbigerin, bijîn û têbikoşin, bigihîjin hêza xwe, xwe bigihînin hêza xwe. Eşkere ye ku ev erk û berpirsiyarî van hevalan li ser me barkirine, bê guman em ê bi fêmkirina wan a rast, xwe li ser vê bingehê bi awayekî rast perwerde bikin, nû bikin, bi hêz û îradeyî bikin, ji bo ku erk û berpirsiyariyên li ser me hatine barkirin bi serkeftî di pratîkê de bi cih bînin, em ê bixebitin.

Rêya vê yekê jî ev e ku ew wekî şehîdên Kongreya 12’an hatin ragihandin. Kongreya 12’emîn kongreyeke afirandina dîrokê bû, xêzkirina dîrokê bû. Kongre bû kongreya serdema qehremaniyê û cihê xwe yê dîrokî girt, destpêka mezin, derketinên nû vekir. Di pêşerojê de wê derketinên bi vî rengî çêbibin, pêş bikevin.

Ti kes nikare van hewldanan asteng bike. Çiqas êrîş bikin bila bikin, çiqas astengiyan çêbikin bila bikin, çi bikin bila bikin, nikarin derketinên nû yên azadiyê yên bi hêz ên tevgera Apoyî, meşên şoreşgerî yên mezin asteng bikin. Divê her kes vê yekê baş bizane, gelê me baş bizane, hevrê baş bizane, bi hêviyeke mezin, bi wêrekiyeke bi hêz bidin vê derketinê, piştgiriyê bidin vê derketinê, ji bo ku van serkeftinên nû yên mezin derxin holê, xwe ji bo vê pêvajoya nû ya serkeftî amade bike.

Rêya vê yekê jî ji têgihiştina rast a Rêbertiyê û di rastiya şehîdan de derbas dibe. Ji bilindkirina heqîqeta wan bi hişmendiyeke têr û rast derbas dibe. Di meha Gulanê de, Meha Şehîdan, divê em vê yekê bêtir bikin.

EV HEVAL ŞERVANÊN SOSYALÎZMÊ BÛN

Ji heqîqetan dest pê kir, ji Fûatan, heta Zîlanan, heta Sarayan, heta şervanên qehreman ên şerê tunelan ên Herêmên Parastina Medyayê yên wekî Zap û Metînayê, ji têgihiştina rast a vê heqîqeta şehîdan, li ser vê bingehê xwe bi awayekî bi hêz, têr û tije perwerdekirin, hişmendkirin, bi îradekirin, xwedîderketina bi awayekî rast û serkeftî li erk û berpirsiyariyan derbas dibe. Di vê pêvajoyê de em ê wekî hemû mîlîtanên şoreşger vê yekê bikin, wekî gel bikin, wekî jin, ciwan bikin, wekî karker, kedkar bikin, wekî gelan, wekî mirovahî bikin.

Ji ber ku ev hevrê, her çendî şervanên azadiya neteweyî ya Kurd bûn jî, di heman demê de şervanên sosyalîzmê yên kûr bûn. Her tim ji bo serkeftina sosyalîzma demokratîk têkoşiyan. Wan bi hişmendiya sosyalîst, xeta kesayetiya azad û civaka demokratîk gihand azadiya neteweyî.

Bi vê evîna jiyanê bi awayekî dilsoz, bi girêdayî bûn û tevahiya jiyana xwe wekî mîlîtanên azadiyê yên hişmend domandine û bi encam kirine. Wê demê her kes ji şehîdên me tiştekî hîn dibe. Em hemû dikarin gelek tiştan hîn bibin û divê jî hîn bibin.

Şehîd mamosteyên me yên rast in, rêberên me ne, perwerdekarên me ne, divê em vê rastiyê bizanibin. Divê em li ser rastiya şehîdan bi hêz û kûr rawestin. Ew ê her tim wekî çavkaniya îlhamê ya derketinên me yên mezin bandorê bikin û her tim rêberên timî bin.

Em ê vê hêza îlhamê her tim di nava xwe de hîs bikin. Û hevrêtiya Fûat û Riza bi vî awayî jiyan kir. Em ê di rêya rêberên daîmî de bimeşin, ti carî ji pêkanîna armanc û xeyalên wan paşve gav neavêjin, ji wê rêyê venagerin.

Hemû hewldan û xebatên me wê ji bo pêkanîna wan xeyal û armancan bin. Li ser vê bingehê. Careke din şehîdên kongreya me ya dawî, şehîd Fûat û şehîd Riza bi rêzdarî, heskirin û minetdarî bi bîr tînim.

Ez êşa hemû hezkerên wan parve dikim. Bi taybetî ciwanên Kurd, hemû gelê me, jin, gelan, karker û kedkaran, dostên me, ez bang li wan dikim ku heqîqeta Alî Haydar Kaytan û Alî Riza Altûn, ango heqîqeta Apoyî bi awayekî rast fêm bikin û erkên wê bi serkeftî bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Tebqayê operasyon: 22 gumanbar hatin girtin
Nûçeya Pişt re HPG-NRÇ gerîlayên şehîd bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dîmenên Kongreya 12’emîn a PKK’ê

Li Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin, di merasîma…

Ji aliyê Stêrk TV

Gel serdana şehîdgehan kir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê, gel bi wesîleya Cejna Remezanê serdana şehîdgehan kir.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Bi hezaran îmzeyên ji bo Rêber Apo hatin komkirin ji saziyên navneteweyî re hatin şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

YE’yê û Endonezyayê peymaneke bazirganiyê îmze kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG-NRÇ gerîlayên şehîd bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Tebqayê operasyon: 22 gumanbar hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?