Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di êrîşeke komeke terorîst de 2 endamên wan birîndar bûne.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku di saetên serê sibehê yên îro de, komeke çekdar li nêzî bajarokê Mehmîdeyê yê li rojavayê Dêrezorê êrîşî wesayîtekî hêzên wan kiriye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di encama êrîşa xayîn de 2 endamên hêzên me birîndar bûn. Hêzên me yên ewlehiyê tavilê dest bi temşîta herêmê kir û lêpirsîneke berfireh vekir ji bo ku sûcdaran radestî edaletê bikin.”
Di dewama daxuyaniyê de fermandariyê wiha got: “Kiryarên terorîst ên bi vî rengî yên tirsonek dê me ji pêkanîna erka xwe ya parastina ewlehî û aramiyê û parastina gelê xwe li herêmê dûr nexin.”