Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), di salên 90’yên yên ku şer û zext zêde bûn de li Stebolê ji aliyê komeke rewşenbîran ve ku kesên weke Feqî Huseyîn Sagniç û Mûsa Anter jî di nav de hate avakirin. NÇM, ev 34 sal in hem li dijî asîmîlasyonê berbesteke qewî ye hem jî bû yek ji navenda herî bihêz ya çand û hunera Kurdî.
NÇM weke yekem pêngava pêkanîna hunera gelê Kurd ê ku navê wî qedexe ye, zimanê wî qedexe ye, stranên wî ji bo Tirkî tên dizîn, tên deformekirin û çîrokên wê tên dizîn, ava bûye. Piştî demekê gelekî ji mîsyona ku digire ser milên xwe wêdetir erka xwe bi serkfetî bi cih tîne. NÇM li hemberî polîtîkayên tunekirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk ên li ser zimanê Kurdî û gelê Kurd, di qada ziman û çandê de ku şer lê gelekî zêde û giran e, weke eniyekê ye. Hêza zimanê Kurdî jî nîşan da.
HOZAN HOGIR
DESTPÊKA SERDEMEKE NÛ BÛ
NÇM, di serdemeke ku zimanê Kurdî qedexe bû û bi temamî tune dihate hesibandin de li gel avakirina wê ya li Tirkiyeyê bû bidawîbûna serdemekê û yekem pêngava destpêkirina serdemeke nû.
Têkoşîna çanda Kurdî ya ku li Talbaşiya Stenbolê yekem pêngavên wê hatine avêtin, îro rehên wê li Tirkiye, Kurdistan û li seranserê cîhanê belav bûne û bi qasî ku tu cara neyên hilkişandin saxlem û bi hêz e. Di destpêka salên 90’î de ku ji aliyekî ve li Kurdistanê gund dihatin şewitandin, kesên di bin çavan de dihatin windakirin, bîrên asîtan hebûn, guhên welatiyan dihat jêkirin, komkujî dihatin kirin û ji aliyekî ve jî têkoşîneke mezin di nav gel belav dibû de, NÇM’ya ku li yek ji mezintirîn metropoleke Tirkiyeyê weke berhemeke berxwedana gelekî hate avakirin, heya roja îroyîn bi dehan şehîd dane, bi sedan caran bi ser de hatiye girtin û bi hezaran caran çalakiyên wê hatine qedexekirin û xwe gihandiya van rojan. Tevî hemû zext û astengiyan jî nîşan da ku çanda Kurdî çandeke dêrîn e û di dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî girîng e.
1998 KONSERA ÎZMÎR
BÛ PERÇEYEKÎ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ
Çand û hunera Kurdî, pêşketina xwe ya îroyîn deyndarê têkoşîna NÇM’ê ye ku ev ji 30 salî zêdetir e berdewam dike. NÇM’ya ku li Kurdistanê ji aliyê pêşketina hunereke şoreşgerî ve jî xwedî cihekî girîng e, bi huner û berhemên xwe bû wesîle ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê zêdetir bigihîje girseyan. Hunermendên NÇM’ê, egerên hunermenbûna gel ji xwe re kirin rêzika sereke. Nîşan dan ku Kurdên ku li Kurdistanê ji ber zext û komkujiyan neçar mane berê xwe bidin metropolan ne bi tenê ne. Ne bi tenê Kurd, li rex hemû gel û beşên bindest sekinî û nîşan dan ku divê hunera şoreşgerî çawa be.
MUZÎKA KURDÎ GELEKÎ PÊŞ XIST
NÇM di serdemeke ku strîna stranên bi Kurdî jî dibû sedema qetilkirinê de bi KOM’an (Komên muzikê) li dijî vê yekê derket, bi rêya van KOM’an hem muzîka bi Kurdî hem jî hebûna hunereke bi Kurdî ya şoreşger nîşanî her kesî da.
KOMA AMED
KOM’ên ku dema derketin konsertên wan ji aliyê bi hezaran kesî ve dihatin guhdarîkirin û albûmên wan bi milyonan dihatin firotin, tevî hemû zextan jî berhemên ku hê jî herî zêde tên guhdarîkirin afirandin. Ji bilî vê yekê NÇM, ji hunermendên Kurd ên ku nedikarîn sehneyan peyda bikin, bi zimanê xwe stranan bistrên re zemîna derketina ser dikê amade kir. Ji bo pêşketina Kurdiya ku heya wê demê tim dihate înkarkirin, pêngavên mezin avêtin. Koma Amed, Koma Çiya, Koma Agirê Jiyan û Koma Rewşen ku roja îroyîn jî ji aliyê milyonan kesî ve tên guhdarîkirin, di salên reş û tarî yên 90’î de li NÇM’ê ava bûne. Kesên ku di nava NÇM’ê de têkoşîna hebûna muzîka Kurdî mezin kirine piştre tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurd bûne û tevlî karwanê şehîdan bûne jî hene.
Hin KOM û hunermendên ku di bin sîwana NÇM’ê de derketine û hê jî ji aliyê bi milyonanan kesî ve tên guhdarîkirin ev in: Koma Çiya, Koma Amed, Koma Gulên Xerzan, Koma Rojhilat, Koma Agirê Jiyan, Venge Sodirî, Koma Rewşen, Koma Mezrabotan, Koma Azad, Koma Jiyana Welat, Orkestraya Mezopotamyayê, Çarnewa, Şahiya Stranan û Koma Asmîn.
Kevneşopiya KOM’an, di warên pêşîlêvekirina hevparîbûna muzîka Kurdî û xebata hevpar a weke komunan de jî weke kevneşopiyeke girîng hebûna xwe heya roja îroyîn diparêze û didomîne. Roja îroyîn dîsa gelek hunermendên ku di bin sîwana NÇM’ê de bi navê xwe hunera xwe diafirînin, ew kes in ku di nava van KOM’an fêrî eger û girîngiya muzîk û hunera şoreşger bûne û xwe pêş xistine.
BINGEHA ŞANOYA ROJA ÎROYÎN AVA KIR
KOMARA LÎSTIKA DÎNAN
NÇM’ê, ji bilî muzîka Kurdî jî di pêşketina hunera Kurdî de saziyek e ku di hemû waran de berhem dane û berhemên girîng derxistine. Saziya ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî ji bo nîşandana ku hunera Kurdî bes ne di warê muzîkê de ye di heman demê de xwe di warê şanoyê de jî pêş xistiye, di xebatên xwe yên şanoyî de gelek hunermend derxistin. Bi komên weke Teatra Jiyana Nû, Şanoya Hêlîn û Şanoya Hêvî dest bi xebatên xwe yên şanoyê kir. Gelek kesên ku roja îrojîn navên wan di pêşketina şanoya Kurdî de derbas dibin, di bin sîwana NÇM’ê de derketine ser dikê.
Teatra Jiyana Nû ya ku bi dehan lîstikan derketiye ser dikê, îro hê jî di şanoya Kurdî de xwedî cihekî girîng e. Yek ji endama koma ku lîstikên wê dihatin qedexekirin, lîstikvanên wê dihatin girtin û cil û bergên lîstikên wan dibûn hinceta doza girtinê Sarya (Nûrsen Înce), di nava refên Tevgera Azadiya Kurd de tevlî karwanê şehîdan dibe.
Lîstikvan Başak Kanat jî di destpêka sala 1994’an de dema ku ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve dihat, li dijî otubusa ku pê dihat êrîşeke çekdarî çêbû û Kanat di encama êrîşa çekdarî de hate qetilkirin. Teatra Jiyana Nû piştî qetilkirina Helîn Başak Kanat a 18 salî, ji bo zindîhiştina navê Helînê bi navê ‘Şanoya Helîn’ komeke nû ava kir.
GOVEND BI RESENIYA XWE MEZIN BÛ
NÇM, ji bilî muzîk û şanoya Kurdî di warê jinûvederketina govendên gelêrî de jî pêşentî kir, li qadan hemû awayên govendên gelêrî pêşkêş kir û govendên gelêrî yên Kurdî yên ber bi jibîrkirin yan jî asîmîlebûnê ve diçûn jî ji nû ve zindî kirin. Ji bo vê yekê serdema ewil di din sîwana NÇM’ê de heya Koma Serhildan, Koma Kendal û Koma Govenda Şoreş hatin avakirin. NÇM’ya ku xwe bes bi govendên gelêrî re sînordar nekir, bi nîşandanana govendên mezin û afirandina muzîkalan, ji bo parastina cihê hunera Kurdî yê di serdema nûjen de jî karî pêngavên ewil biavêje.
KOVARA ÇAND HUNERÊ: REWŞEN
Ji bilî van xebatan kovara bi temamî Kurdî ya çand û hunerê Rewşen, bi taybetmendiya xwe ya yekembûnê dîsa di bin sîwana NÇM’ê de hate derxistin. NÇM, di warên jinûvederketina çanda Kurd û têkoşîna jinûve qîmet dîtinê de bi erkekî mezin derkete holê û weke qada berxwedana çanda Kurdî navê xwe li dîrokê zêde kir. NÇM roja îroyîn, li cihê xwe yê nû û bi tabelaya xwe ku ew demeke dirêj e daliqandine, ji nû ve di nav gel de ye, xebatên xwe dilezîne û di serdema nû de ji nû ve li pêşketina çanda Kurdî pêngavên nû zêde dike.
LI GEL ZÊDEBÛNA HILBERÎNÊ ZEXT JÎ ZÊDE BÛN
NÇM, tim di hedefa dewletê de bû. Hunermend hatin girtin, çalakî hatin qedexekirin û heya dikên şanoyan jî hatin mohrkirin. Bi dehan caran bi ser şaxên wê yên li Tirkiye û Kurdistanê de hate girtin. Arşîv û cil û bergên wê hatin desteserkirin lê belê hemû caran jî karî ji nû ve dest pê bike û ji nû ve berheman biafirîne. Dema ku tu tişt di destê wan de nebû jî karîn hunera Kurdî biafirînin. Serdegirtin û qedexekirin gihîştin asteke wisa ku NÇM’ya ku ji bo ku hunera xwe bike konsert û çalakiyên wê hatin qedexekirin, di 15’ê Tîrmeha 2016’an de bi KHK’yekê hate girtin. Hemû çalakiyên saziya ku piştre jî bi israr hilberîna xwe domand, hatin qedexekirin. Bes di nava 10 salên dawîn de nêzîkî 100 çalakiyên NÇM’ê hatin qedexekirin, hunermendên wê hatin girtin û derheqê wan de doz hatin vekirin.
‘HUNERMENDÊN GEL, ŞERVANÊN GEL IN’
Têkoşîna NÇM’ê ya dikeve 34 saliya xwe, nikare bes bi zext, qedexekirin û girtinan were vegotin. NÇM, li hemberî hemû êrîşên dewletê bi tu awayî bi paş de gav neavêtiye, hilberîna xwe domandiye û saziyeke wisa ye ku di serdemên herî zor û zehmet de jî hilberîna xwe berdewam kiriye û hebûna xwe parastiye. Ev kevneşopiya berxwedanê bi dayîna şehîdan xwe gihandiye roja îroyîn. Têkoşîna çanda Kurdî, bi dehan şehîdan xwe gihandiye roja îroyîn.
AHMET KAYA
Hin kesên ku di bin sîwana NÇM’ê de dest bi vê têkoşînê kirine û ji hunera Kurdî re pêşengtî kirine, piştî demekê berê xwe dane nava refên Tevgera Azadiya Kurd, hem têkoşîna ji bo hunerê hem jî têkoşîna rizgariya gel kirine yek. A rastî dîroka NÇM’ê dikare bi gotineke hunermendê Kurd Yilmaz Guney a bi salan beriya niha were vegotin. NÇM, cihê pêkhatina gotina Yilmaz Guney e ku digot; ‘’Hunermendên gel, şervanên gel in.’’ NÇM’ê di dîroka xwe ya ku dikeve 34 saliya xwe de ev yek bi dehan caran da îspatkirin.
Hin hunermendên ku girêdayî NÇM’ê xebatên xwe bi rê ve dibirin û tevlî karwanê şehîdan bûne ev in: Hozan Hogir, Hozan Mizgîn, Sarya (Nûrsen Înce), Elî Temel, Helîn Başak Kanat, Evdilmelik Şêxbekir, Argeş û Xidir Çelîk.