Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1’ê Cotmehê de ji Amedê dest bi meşê kir û ber bi Enqereyê ve diçe.
Ev meş heta 7’ê Cotmehê wê bidome û dê li ser rêya Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê bidome, di dawiyê de jî li ber Parlementoya Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê dê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe. Jin di dema vê meşê de bi gel re hevdîtinan pêk tînin, daxwazên xwe tînin ziman û mijarên bingehîn ên têkoşîna azadiyê, bi taybetî girtiyên siyasî, tînin rojevê.
TEVÎ ASTENGIYAN JIN BI BIRYARÎ PÊŞ VE DIÇIN
Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan diyar kir ku ji roja yekem a meşê ve rastî astengiyan hatine, lê jin bi biryarî pêş ve diçin. Çîmen Fîdan got: “Me di 1’ê Cotmehê de dest bi meşê kir. Me berê jî bi raya giştî re parve kiribû ku em ê di 1’ê Cotmehê de dest pê bikin û di 7’ê Cotmehê de li ber meclîsê bi daxuyaniyekê û tevlîbûna koma parlemenê bidawî bikin.”
Çîmen Fîdan destnîşan kir ku ji destpêka meşê ya li Amedê ve li ser rê li gelek astengiyan rast hatine, lê jinên ku li hember van astengiyan berxwedan nîşan dane. Çîmen Fîdan wiha got: “Dema me li Amedê dest pê kir, astengî derketin pêşiya me. Wan hewl da ku em li ser rêya diyarkirî nemeşin, lê jinên me bi biryarî diyar kirin ku ew ê vê meşê bi her awayî pêk bînin û ev yek di pratîkê de jî nîşan dan.”
Aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan anî ziman ku li Amedê rêyeke 15 deqeyî 2 saetan dirêj kirine, lê jin bêyî ku paş ve gav bavêjin daxwazên xwe anîne ziman û li hember astengiyan berteka xwe nîşan dane.
DAXWAZÊN SEREKE MAFÊ HÊVIYÊ YE
Çîmen Fîdan ragihand ku di roja duyem a meşê de çûne Hîlvanê û li wir jî bi jinan re hevdîtin pêk anîne û wiha domand: “Li Hîlvanê serdana goristanê hate kirin û meşeke azadiyê hate lidarxistin. Piştre çûn Xalfetiyê. Li wir jî meş, hevdîtinên bi gel re û li gundan civînên li ser komûn û civaka demokratîk hatine kirin.”
Çîmen Fîdan diyar kir ku li Dîlok, Edene û Mêrsînê jî çalakiyên bi heman rengî berdewam dikin û niha ew ber bi Girtîgeha Sincanê ve diçin. Çîmen Fîdan destnîşan kir ku daxwazên di dema meşê de hatine diyarkirin di dosyayekê de hatine amadekirin û dê ji komîsyona parlamentoyê re bêne pêşkêşkirin. Çîmen
Fîdan got ku di navenda daxwazan de mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Çîmen wiha axivî: “Di serî de daxwaza me ev e ku mafê hêviyê yê ku nayê paşxistin û astengkirin, divê gavek berî gavekî were sepandin. Ji ber ku bi hezaran girtiyên siyasî divê ji vê mafê sûdê wergirin, lê mixabin ji ber ku ev maf nehatiye sepandin, nikarin jê sûdê wergirin.”
‘AZADIYA GELAN BI AZADIYA ABDULLAH OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE’
Çîmen Fîdan destnîşan kir ku ji bo civakeke demokratîk û aştîyeke mayînde, divê proseya ku di 27’ê Sibatê de dest pê kiriye bi awayekî saxlemî were meşandin û wiha pêde çû: “Yê ku vê proseyê dimeşîne ew bi xwe ye. Yê ku ev prose dest pê kiriye jî ew bi xwe ye. Ji bo ku ev prose bi awayekî saxlem were meşandin, divê şert û mercên wî rehetir, saxlemtir û azadtir bin.”
Fîdan derbirî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê meseleyeke kesane ye û got: “Azadiya gelan bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Azadiya jinan jî bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ev yek her tim hat gotin û dê were gotin.”
Çîmen Fîdan bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a bi salan û wiha wiha bi dawî kir: “Ziman, çand û nasnameya gelê Kurd nedihat pejirandin. Bi giştî gelê Kurd dihat înkarkirin. Li ser vê yekê têkoşîneke mezin hate dayîn. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe hebûna xwe li cîhanê da pejirandin. Lê niha mesele azadiya wî ye. Divê ziman, nasname û çanda gelê Kurd bigihêje statuyê. Ev daxwaz di bingeha vê meşê ye.”