Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cengîz Çîçek, têkildarî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an û pêvajoya heyî ji ANF’ê re axivî. Çîçek diyar kir ku li gel perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşa Rojava û tifaqa bindestên li Tirkiyeyê komplo hatiye pûçkirin û got: ‘’A niha êdî dema vekirina deriyên serdema azadiyê ye.’’
‘YA GIRÎNG SEFERBERIYA JI BO ÇARESERIYA AŞITIYANE YE’
Cengîz Çîçek pêvajoya salek beriya niha ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd dest pê kir û hêdî pêş dikeve nirxand û got, ‘’Haya me jê heye ku em neçar in pirsgirêka Kurd girêdayî bingeheke aşitiyane û demokratîk çareser bikin.” Çîçek da zanîn ku li vir ya girîng ne ew e ku pêvajo li gorî ya tê daxwazkirin pêşketiye yan na, berovajî wê ya girîng ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya aşitiyane di kîjan astê de seferberî pêk hatiye, di çi astê de têkariya pozîtîf lê tê kirin û divê nîqaş bi vî rengî werin kirin. Çîçek bi bîr xist ku pirsgirêka Kurd meseleyeke dîrokî ye û ev yek anîn ziman: ‘’Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke pergal û dewletê ye, pirsgirêka demokratîkbûyîn û nedemokratîkbûyîna komarê ye. Dûrxistina meseleyê ya ji zemîna şer û pevçûnan û anîna ser zemîna siyasî ji bo têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê gelekî girîng e. Li dora çaresernebûna vê pirsgirêkê kesên dewlemend hene, kesên ku ji siyasetê rantê bi dest dixin hene û kesên ku di warê aboriyê de rantê bi dest dixin hene. Tam jî ji ber vê yekê em neçar in ku hemû astengiyan bi sebir û gav bi gav çareser bikin.’’
‘EM NEÇAR IN KU LÎSTIKA KESÊN XWE XWE DISPÊRIN ÇARESERNEBÛNA PIRSGIRÊKA KURD TÊK BIBIN’
Cengîz Çîçek piştre anî ziman ku ji çaresernebûna pirsgirêka Kurd saziya siyasetê berpirsiyar e û divê saziyên siyasî têkildarî vê mijarê xwe rexne bikin û got: ‘’Saziya siyasî, neçar e ku ji çareseriyê re bibe muxatab. Divê hemû kes li dora çareseriyê muxatabbûnekê pêş bixe. Ji ber vê yekê em neçar in ku lîstîka kesên ku xwe dispêrin çaresernebûna meseleyê, xirab bikin. Divê ev pêvajo ji aliyê perpektîfa demokratîkbûyînê ve were nirxandin. Divê hemû derdorên muxalîf bi taybetî jî derdorên muxalîf ên demokratîk di pirsgirêka Kurd de zimanê çareseriyê û çalakiya çareseriyê zêdetir zelal bikin û zêdetir hewl bidin. Divê li hemberî kesên ku dixwazin meseleyê bikin amûreke siyasî jî ji hemû gavan zêdetir em wêrek û birêxistinkirî bin. Erê, pirsgirêka Kurd bes bi Tirkiyeyê re sînordar nîne; veguherî pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî. Ji ber wê yekê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a li gel Tirkiyeyê pêş ketiye, di serî de Sûriye ji gelek aliyan ve tê nirxandin û nîqaşkirin. Lê belê divê kesên Dewleta Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibin jî berê xwe bidin mijara çareseriya hundirîn a Tirkiyeyê û aqilê çareseriya li vir birêxistin bikin. Her wiha weke DEM Partiyê ji destpêkê ve ye diyar dikin ku divê mijarên pêvajoya heyî û pêvajoya li Sûriye û Rojava pêş dikeve, neyên tevlihevkirin û di navbera muxataban de cudahiyên gelekî mezin hene. Li Sûriyeyê pêvajoyeke herêmîtir û aktorên gerdûnî zêdetir di nav de cih digirin, pêş dikeve lê belê di pêvajoya li Tirkiyeyê de siyaseya Kurd, Abdullah Ocalan û dewlet cih digirin. Sûriye bûye navenda şerê hegemonyaya gerdûnî.’’
‘BANGA BIRÊZ OCALAN A 27’Ê SIBATÊ JI BO TIRKIYEYÊ BÛ’
Cengîz Çîçek di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ji Tirkiyeyê re bû û ev yek anîn ziman: ‘’Banga Birêz Ocalan gelekî zelal bû. Di bangê de îtîrazeke dîrokî, ya li hemberî pergala li Tirkiyeyê û hewleke têkildarî vê yekê heye. Jixwe li Rojhilata Navîn navenda pirsgirêka Kurd Tirkiye ye. Serketina pêvajoya li vir, li gel zêdetir pêkhatina atmosfera baweriyê ya piştre wê çareseriyên mayînde yên herêmî zêdetir bin. Her wiha em pêşniyar, bang û fikrên Birêz Bahçelî yên ‘divê komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin, guhdariya Birêz Ocalan bike’, girîng dibînin. Lê belê ger ji vir vê guhdarîkirinê bi şertê çekdanîna li Rojava ve girê bide ev li gorî me nêzîkatiyeke şaş e. Em rast nabînin ku Sûriye û Tirkiye weke şertên hev werin dîtin. Weke min anî ziman, helbet muxatabê vê bangê Birêz Ocalan û tevgera wî bi xwe ye.’’
Çîçek diyar kir ku li Sûriyeyê rejîmeke hê nerûniştiye heye û bi bîrxist ku hikûmeta veguhêz di demeke nêzîk de li gel komkujiyên li ser Elewî û Durziyan di heman demê de êrîşî taxên Kurdan ên li Helebê jî kiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Li Sûriyeyê hikûmeteke veguhêz heye. Hê jî ne diyar e ku wê aqûbeta rejîmê çawa be. Êrîşên Îsraîlê li holê ne, nêzîkatiyên Îran û Rûsyayê li holê ne, rola Îngiliz û DYE’yê li holê ye. Banga ku ji rejîmeke pêşeroja wê ya nêz ne diyar e re entegre bibin, ne rast e. Ne rast e ku ji tevgera Kurd û gelê Kurd re bê gotin ku tercîha xwe li ser vê yekê bike, têkiliya xwe li gel vî û wî qut bike. Ferzkirina bijarteya hûn bi xwe hildibijêrin tê wateya neqebûlkirina nasnameya Kurdan, rewşa wan a siyasî û mafê wan ê siyasî. Jixwe yek ji sedema sereke ya çaresernebûna pirsgirêka Kurd ev e.’’
‘GER HEVALÊN ME HÊ JÎ DÎLGIRTÎ BIN NEXWE MUXATABÊ ME BI QASÎ ME ZELAL NÎNE’
Çîçek piştre bal kişand ser îtiraza Wezareta Edaletê ya li dijî biryara binpêkirina mafî ya li ser Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Çîçek da zanîn ku beriya her tiştî berdewamkirina pêvajoyê ya bi awayekî bi biryar û dabînkirina atmosfera baweriyê bi pêngavên niyetbaşiyê re pêkan e û got: ‘’Birêz Ocalan ji rêxistina xwe re bang kir, rêxistin kom bû, eşkere kir ku wan stratejiya xwe ya têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye û deklare kir ku xwe fesix kiriye. Weke sembolîk merasîma çekşewitandinê hate lidarxistin û di vê mijarê de beyaneke îradeyê derket holê. Ev ne pêngavên hêsan in. Ji ber vê yekê divê kesên ku dewletê bi rê ve dibin jî pêngavên bi vî rengî biavêjin. A niha aktorên girîng û diyarker ên weke Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi salan e rehîn tên girtin. Ger heya niha di vê mijarê de pêngav nehatibin avêtin, ev yek tê wê wateyê ku nexwe muxatabên me bi qasî me zelal nînin. Em ji vê yekê re dibêjin helwesta dudilî.’’
‘XETA POLÎTÎK A BI PÊŞENGTIYA BIRÊZ OACALAN HATE PÊŞXISTIN, KOMPLO PÛÇ KIR’
Cengîz Çîçek di dawiya axaftina xwe de komloya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşxistin, nirxand û diyar kir ku komplo di pêşengtiya Rêber Apo de hatiye pûçkirin û ev yek anîn ziman: ‘’A rastî ev komplo bes ne li dijî tevgera azadiya Kurd e, li dijî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn kûmpasek e. Di şexsê Birêz Ocalan de xwestin tevgera azadiya Kurd tasfiye bikin. Kiryarên komployê bes li dijî Birêz Ocalan û tevgera Kurd komplo pêk neanîn di heman demê de li dijî Dewleta Komara Tirkiyeyê jî komplo pêk anîn. Me di wan deman de jî ev yek dianî ziman. Birêz Ocalan bi xwe jî ev yek anî ziman. Bersiva herî baş a li hemberî vê komployê li gel Rojava, Kobanê, şoreşa enternasyonal a gelan û şoreşa jinan hate dayîn. Bersiva herî baş a li hemberî vê komployê li gel tifaqa bindestên li Tirkiyeyê hate dayîn. Di pêşengtî û serokatiya Birêz Ocalan de, tevgera azadiya Kurd û dostên wan, gelên Rojhilata Navîn, gelên Tirkiyeyê, gelên Kurdistanê û xeta polîtîk a têkoşînê û destkeftiyê wê komplo pûç kirin. Ev meş bi dawî nebûye. Ji ber vê yekê divê em ji hemû gavan zêdetir têbikoşin.’’