Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hejmara miriyan a êrîşa dibistana Mereşê derket 9’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mereşê êrîşî dibistanê hate kirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nexweşê penceşêrê ji ber rapora Saziya Tiba Edlî nayê berdan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryara girtina GOÇÎZDER’ê ‘li gorî hiqûqê’ hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pîrozbahiyên Çarşema Sor bi peyamên yekîtî û tifaqê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Nobeta Azadiyê 1000 rojê derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzidiyan li gelek bajaran Cejna Çarşema Sor pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Yekîtîya xwe ava bikin, hêza xwe ya parastinê bikin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Zeynep Cansiz li Dêrsimê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sevda Karaca: Daxwazên gelê Kurd divê bi sererastkirinên qanûnî bêne ewlekirin
Rojane

Sevda Karaca: Daxwazên gelê Kurd divê bi sererastkirinên qanûnî bêne ewlekirin

Parlamentera Dîlokê ya EMEP'ê Sevda Karaca anî ziman ku ji bo bersiv ji daxwazên gelê Kurd bêne dayin divê sererastkirinên qanûnî yên şênber bêne kirin û got, "Divê dewlet tavilê gavê biavêje."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bangên Rêber Apo deng vedan û ji bo aştiya civakî hêvî zêde kir. Lê belê ji ber ku li aliyê dewlet û desthilatdariyê hîn gavek li ser pêvajoyê nehatiye avêtin, di serî de partiyên siyasî ji aliyê derdorên berfireh ên ku dixwazin pêvajo bi aştiyê biqede tê rexnekirin.

Parlamentera Dîlokê ya Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca li ser pêvajoyê ji ajansa me re axivî û got, “Partiya Kedê salên derbasbûyî di têkoşîna mafên wekhev û azadiyê ya gelê Kurd de hemû bû parçeyek hem jî bû yek ji hêzên herî mezin ên tifaqê. Lewma ne tenê di vê pêvajoya çareseriyê de, beriya vê jî di her hewldana ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û danûstandinên li ser daxwazên kedkarên Kurd de ji bo çareserî li dora daxwazên kedkarên Kurd pêk were me bi hev re têkoşîn meşand.”

‘DIVÊ BERSIV JI DAXWAZAN RE BÊ DAYIN’

Sevda Karaca ragihand ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de demeke dirêj e ew li ser çareseriyek demokratîk israr dikin û got, “Niha em qala pêvajoya salekê dikin. Ev salek hem ji ber ku gelek pêvajo û tecrûbeyên çareseriyê yên beriya xwe vedihewîne, hem jî ji ber bûyerên li herêmê û konjonkturê yên cîhanê gelekî girîng e. Aliyekî vê xweseriyê jî ew e ku desthilatdariya AKP’ê ku nûnerê herî mezin ê sermayeyê li Tirkiyeyê ye, ji ber krîza civakî û siyasî di nava pêvajoyê de cih digire.

Lewma me israr kir ku nîqaşên li ser çareseriyê yên salekê divê nebe deriyek ji bo parastina berjewendî û pêwîstiyên hêzên serwer, hêzên sermayeyê û nûnerên wan; bi esasî divê bibe çareseriyeke demokratîk a ku ji aliyê hiqûqî ve bersivê dide daxwazên gelê Kurd û kedkaran.”

Sevda Karaca destnîşan kir ku ew vê pêvajoyê weke pêvajoyeke têkoşînê dibînin û got, “Ji bo bersiv ji daxwazên bingehîn ên gelê Kurd bêne dayin divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin. Gelek daxwazên bingehîn hene ku îro jî di bin rejîma qesrê û yek şexsî de jî dikarin bi cih bêne anîn.

Daxwaze herî sereke jî ew e ku siyasetmedarên Kurd ên hilbijartî yên li girtîgehê ne tavilê bêne berdan.

Yek ji nuqteyên herî girîng jî dawîanîna li polîtîkaya qeyûm e ku desteserkirina îradeyê ye.

Ya sêyemîn jî mafê zimanê dayikê ye ku gelê Kurd demeke dirêj e destnîşan dike. Divê xizmetên cemaweriyê bi zimanê dayikê bêne dayin.”

‘DIVÊ XETEKE TÊKOŞÎNÊ YA HEVPAR A YEKBÛYÎ BÊ AFIRANDIN’

Sevda Karaca işaret bi tecrîdkirina Rêber Apo kir û got, “Ev yek pêvajoyeke nîqaşê û danûstandinê ye. Ne tenê gelê Kurd her wiha dewlet û desthilatdarî jî îro destnîşan dike ku Abdullah Ocalan ku ji aliyê gelê Kurd ve weke rêber tê dîtin, di vê pêvajoya nîqaşê de xwedî roleke girîng e. Lewma polîtîkaya tecrîdê bi esasî li pêşiya nîqaşa vekirî ya gelan a li ser vê pêvajoyê, ji bo fêhmkirina perspektîfa pêvajoyê bendeke girîng e. Divê ev bend ji holê bê rakirin.

Weke Partiya Kedê ji bo tecrîd ji holê rabe em gotina xwe bi rengekî vekirî dibêjin.”

Sevda Karaca anî ziman ku ji sedemên destpêkirina pirsgirêka Kurd heta bi daxawzên bingehîn ên gelê Kurd, daxwaza aştiyê ya gelê Kurd, daxwaza mafên wekhev di heman demê de li gorî berjewendiyên kedkarên vî welatî ne.

Herî dawî jî Sevda Karaca destnîşan kir ku ew hewl didin têkoşîna aştiyê ya hevpar xurt bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÎLOK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Hiqûqnas Demîr: Azadiya Abdullah Ocalan temînata pêvajoyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ê Berxwedana Tişrînê heta dawiyê dewam bikin’

Serhad Reqa yê QSD'yî anî ziman ku Berxwedana Bendava Tişrînê dîrokî ye û destnîşan kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

Endama Têkoşîna Azadiyê Hêlîn umît diyar kir ku yekane krîtera rê û rêbaza rêveçûna pêvajoyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star: Em ê ji Erdoganê faşîst hesab bipirsin

Meclîsa Kongra Star şehîd Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ku 11’ê Sibatê di êrîşên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hejmara miriyan a êrîşa dibistana Mereşê derket 9’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mereşê êrîşî dibistanê hate kirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nexweşê penceşêrê ji ber rapora Saziya Tiba Edlî nayê berdan!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?