Şemî, 24 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 24’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Bakirhan û Ahmet Davutoglû li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Serketina pêvajoyê bi têkoşîna birêxistinkirî re pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Gulistan Dûrsûn kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdaneke din hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê banga berdana girtiyên nexweş hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora binpêkirina mafên mirovan a li 20 girtîgehan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo şoreşeke nû ya herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin hêviyeke nû ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogûllari: Azadiya jinê wê li vî warî pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talîban qedexeyên nû li ser rojnamevan û mamosteyên jin ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Ev Newroz wê ji bo 85 milyon mirovî bibe ronahiya hêviyê!
Rojane

Bakirhan: Ev Newroz wê ji bo 85 milyon mirovî bibe ronahiya hêviyê!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, "Ev Newroz wê ji bo têkiliyên Kurd-Tirkan bibe serdemeke diyarker. Ev Newroz wê ji bo 85 milyon mirovî bibe ronahiya hêviyê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, di civîna koma heftane ya partiya xwe ya li meclisê de axivî.

Bakirhan bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Di rojên pêş de ji Wanê heta Amedê, ji Îzmîrê heta Stenbolê em ê li her cihî Newrozên azadiyê bi coş û kelecaneke mezin pîroz bikin. Ji ber ku ev Newroz di rastiyê de Newroza milyonan Kurdan e ku ji cîhanê re dibêjin ‘Em li vir in’. Newrozeke ku ne tenê raya giştî ya Tirkiyeyê di heman demê de wê nîşanî raya giştî ya cîhanê bide ku bi milyonan Kurd di vê pêvajoya ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk dikin de çawa li ser piyan e.”

Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “Meşaleya ku wê rêya me ronî bike , ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ e. Banga civaka demokratîk a di serdema pêş de wê mîna agirê Newrozê ronîkirina wê bidome. Bi rojan e tu dişopînin. Ji Mahabatê heta Kirmaşanê, ji Silêmaniyeyê heta Hewlêrê, ji Kobanê heta hemû deverên erdnîgariya Kurd, Banga Sedsalê tê destekkirin. Milyonên ku wan valahiyan tijî dikin, diyar dikin ku ew li pişt Banga Sedsalê disekinin. Îradeya me ye, dibêjin, ew me temsîl dike. Ji ber vê yekê, em ê bi gotin, çalakî û xebatên xwe yên di dema pêş de bikin re nîşan bidin ku em çiqasî destekê didin banga vê sedsalê.”

Min qala qebûlkirina ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a ji aliyê milyonan ve kir, lê belê bi ya min divê Enqere vê yekê rast bixwîne, baş bixwîne û desteka ji bo vê bangê hatiye dayîn fêm bike. Desteka ku bi milyonan ji vê bangê re tê dayin, wê di vê meha Remezanê de jî demokratîkbûna vî welatî bi înşaleh pêk bîne. Ev Newroz wê di têkiliyên Kurd û Tirkan de bibe xala werçerxê. Ev Newroz dê ji bo 85 milyonan bibe çirayek hêviyê. Eger em bikarin vê pêvajoyê bi ser bixin, ne tenê ji bo 85 mîlyon, ji bo pêşeroja zarokên nehatine dinê jî wê bibe ronahî û çirayeke hêviyê.

Rojhilata Navîn careke din di merheleyek pir dîrokî re derbas dibe. Geşedanên li Sûriyê ne tenê ji bo gelên Sûriyê, ji bo Tirkiyê û hemû herêmê fikarên mezin in. Bi peymana di navbera rêveberiya xweser a li Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya li Şamê re hat morkirin, deriyê pêşketinên girîng ên li Sûriyeyê vebû. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk, wekhev û adîl ku statuya gelan lê tê naskirin, firsendeke mezin derketiye holê. Peymana li Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk hatiye îmzekirin.

Birêz Erdogan got ku ew li ser rêkeftina navbera QSD’ê û hikûmeta demkî li Şamê erênî ye. Lê belê beriya îmzeya vê peymanê ziwa bibe, destûra bingehîn a derbasbûnê ket meriyetê ku gelan û baweriyan ji nedîtî ve tê. Di 13 ‘ê Sibatê de wekî ku we şopand, destûra demkî ya Sûriyeyê hate ragihandin. Ev yek hewldaneke ku potansiyela fetisandina Sûriyeyê di nava tarîtiyeke nû de heye. Ev destûra bingehîn a demkî xwedî nêzîkatiyeke welê ye ku perspektîfên aştiyê yên herêmî xera dike. 15 roj berê, ev peyva hikûmeta demkî hîn jî dimîne, ji ber ku ji bo mayîndebibe, divê demokratîk be, tevlîhev be, adil be. Pêwîste siyaseteke wekhevîparêz bimeşîne, ne siyaseta kuştinê. Divê neyê koçberkirin. Ji bo vê jî em dibêjin demkî, heta ku karektera demokratîk a vê rejîmê diyar bibe wê di çavê gelan de demkî bidome. Hikûmeta demkî ya li Şamê, di nava 15 rojan de komîsyona amadekirina destûra bingehîn a demkî ava kir. Maşallah, çawa dixebitin. Ev 10 sal in em nikarin li vî welatî makeqanûna demokratîk jî çêbikin. Di 15 rojan de komîsyon ava kir, pêşnûmeyek amade kir û ji raya giştî re eşkere kir. Bi kîjan dînamîkên ku pê re hevdîtin kirin, dema ku hev dîtin, kesî qet nizanîbû.

Bi Kurd, Elewî, Asûrî-Suryaniyan û Durzî re hevdîtin nehat kirin. Jinên Rojava ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, bi wan re hevdîtin nehatin kirin, lê belê pêşnûmeya destûra bingehîn a demkî ya Sûriyeyê ji raya giştî re hat ragihandin. Ma destûreke wiha dibe gelo ev destûr dikare tevlîhev be ? Ev destûra Sûriyê ye; ma em dikarin bibêjin ku hemû cudahiyan bi hemû rengê xwe yê demokratîk vedihewîne? Navê welat jî lê kirin, di nava 15 rojên xebatê de. Bi mantiqeke mezhebî, yekperestî ku ev sedsal e ji bo herêmê bûye sedema pirsgirêkan re Komara Ereb a Sûriyeyê bi nav kirin. Niha, eger di serî de bibêjin Komara Ereban a Sûriyeyê, Kurd wê xwe li ku dera vê komarê bibînin?

Em dê pirsa berdewam bikin. Li şûna vê yekê, diviyabû yekperestî ku bûye sedem ew erdnîgarî sed sal in di nava pevçûn û şer de bijî, divê nexistana meriyetê. Wan ew wekî destûreke demkî ya pênc salan mixabin rê li ber nearamiyeke nû, aloziyên nû û provakasyonên nû vekir. Em vê destûra bingehîn nas nakin. Divê ti kes ji bîr neke ku feraseta ku gelan û baweriyan tine dihesibîne, êdî nebaş e. Na, yên ku dihejmêrin winda dikin. Ji Sûriyeyê heta Tirkiye û Rojhilata Navîn Elewî mîsogeriya civaka demokratîk in. Tişta ku birêz Ocalan wek Civaka Demokratîk bi nav dike ev e; di rastiyê de bangeke ku mafên Elewiyan li jiyana wan misoger dike ye. Ji ber vê yekê em dibêjin civaka demokratîk.

Ji Sûriyeyeke demokratîk, laîk û azad ku Elewî, Xiristiyan, Kurd, Durzî lê dijîn, hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê dijîn xwedî îradeya xwe ne, ti vebijêrk eke din nîne. Ji bilî destûreke bingehîn a demokratîk, laîk û azadîparêz, ti rêyeke ku karibe binixumîne nîne û vebijêrk jî nîne. Ji ber vê sedemê ez dixwazim bang li rayedarên Sûriyeyê bikim ku ev destûra ku jê re demkî tê gotin xwedî cewhereke demokratîk û ruhekî tevlîhev be, mîna vê hikûmeta antî demokratîk û demkî be.

Di dema ku danûstandinên di navbera rêveberiya Şamê ya demkî û Rêveberiya Xweser de li Sûriyê dewam dikin, hûnê heqê wê bidin, erê gelek aliyên me hene ku em rexne bikin, lê bi taybet piştî destpêkirina vê pêvajoya nîqaşê, em hewl didin ku 24 saetan bi meclisa xwe ya jinan, hemû sazî û desteyên xwe yên partiyê re aştiyê bi rêxistin bikin. Em hewl didin hêviya aştiyê mezin bikin. Dema me hewl dida vê bikin, dema me hê hewl dida bernameya xwe ya serdanê li korîdorên parlamentoyê bi cih bînin, malbatek ji 9 kesan ku 7 jê zarok in, li Kobanê bi hovane hatin qetilkirin. Û bi taybet di meha Remezanê de û dema ku mirov ji bo paşîvê radibin. Em vê komkujiyê şermezar dikin, em vê komkujiyê qebûl nakin. Dema em dixwazin hêviya aştiyê mezin bikin jî hinek kes komkujiyên xwe didomînin. Ev komkujî nayê qebûlkirin. Ev komkujî provokasyon û sabotajeke li dijî aştiyê û vê pêvajoyê ye.

Di hevdîtinên me yên bi birêz Ocalan re birêz Ocalan jî bal kişandibû ser provakasyonan. Hişmendiya ku ev komkujî pêk anî hêviyên aştiyê qetil kir. Hêviya aştiyê sabote kir. Ev êrîş bi ti awayî êrîşeke ji rêzê ye, em wiha nanirxînin. Peyama xerakirina hewldanên aştiyê ye. Birêz Erdogan çend roj berê gotibû ku em dê bala xwe bidin her provakasyoneke ku dibe di vê pêvajoyê de were û em ê hemû tedbîrên pêwîst bistînin Serokê îdarê vê dibêje, Birêz Serokkomar vê dibêje. Niha em ji Birêz Erdogan dipirsin: Eger ne sabotekirin be, qetilkirina malbateke ji 9 kesan ku 7 jê zarok in, li Kobanê çi ye? Heke ne provakasyon be çi ye? Em careke din vê êrîşê bi tûndî şermezar û lanet dikin. Em ê dest ji kesên ku ev êrîş pêk anîne bernedin. Heta ku dernexin holê, heta ku yên ev êrîş pêk anîne derxînin pêşberî dadgeriyê, em ê têbikoşin.

Hevalên hêja, ji bo rêya aştiyê ava bikin me bi gelek derdorên civakê, bi taybetî bi partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û baweriyan re civîn pêk anîn. Me civîn li dar xistin. Bi rojeva çareseriya demokratîk re hemû desteyên me, bi taybetî jî hevalên me yên jin kedeke mezin didin. Weke partî em di berfirehkirina banga aştî û çareseriya demokratîk de dewam dikin. Em bi gelên xwe û kedkarên xwe re li her dera Tirkiyeyê li hev dicivin û hewl didin pêdiviyên siyaseta demokratîk bi cih bînin. Me li 139 navendên cuda civînên gel pêk anîn. 50 hezar heval û hevrêyên me tevlî van civînan bûn. Me peyama birêz Ocalan bi berfirehî ji van 50 hezar kesî re vegot û me bi hev re nîqaş kir. Li cîhanê mînakeke din nîne ku karibe bi 50 hezar kesî re aştiyê ji civakê re vebêje. Em her tim modelek in, em her tim pêşeng in, em ê bi 50 hezar kesî re aştiyê ji civakê re vebêjin. Weke ku hûn ji nexşeyê jî dibînin, me li hemû bajarên ku di bin rengê mor de bûn civîn li dar xistin. Em çûn ji 4’an 3 erdnîgariya Tirkiyeyê. Em ê yên mayî jî temam bikin û biçin wan deran jî bi hev re aştî û civaka demokratîk vebêjin.

Daxwazên gel hene, fikarên wan hene, fikarên wan ên rewa hene. Dema em ewqas samîmî ne, mirov tên qetilkirin. Hêvîdarim ji bo çareserkirina van fikaran em ê di nava hewldaneke xurttir û rêxistinbûyî de bin. Tevî van hemû fikaran jî di van hevdîtinan de tiştek zelal bû. Gel baweriya xwe bi birêz Ocalan tînin, bi banga wî bawer in, ji wî bawer dikin. Di civînan de got ku ew ê banga Birêz Ocalan ji bo wî bikin pasîf. Temînata herî mezin a aştiyê banga Birêz Ocalan bû.

Belê, eşkere bû ku di hemû serdan û civînan de me çi dît. Gelê me aştî, edalet û azadiyê dixwaze. Zemîn amade ye, îrade amade ye, hêvî heye. Em jî amade ne. Rê diyar e, 27 ‘ê Sibatê banga sedsalê ye û di heman demê de derbasbûna demokrasiyê ye. Ji bo ku em vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin divê em pedal berdewam bikin. Birêz Ocalan bi cesaret û berpirsyariyek mezin pedala yekemîn zivirand. Niha dora hikûmetê ye, dewlet e, divê pedalê bizivirînin. De haydê, pedalê bizivîrinin.

Çareserî û aştiya li Tirkiyeyê wê ne tenê bi kêrî Kurdan, ji tevahiya Tirkiyeyê re bê. 85 milyon qezenc bike. Demokrasî pêşeroj e. Ev zemîna ku kirê û sermaye lê dewlemend e, teqawît û karker perîşan in, wê tine bibin. Em ê wekhev bin, em ê bira bin, têkoşîn wê biqede. Ji ber vê yekê pêwîste 85 mîlyon mirov vê bangê xwedî derdikevin. Çareseriya li Tirkiyeyê wê ji bo her kesî bibe serketinek. Hem wê Tirkiyeyê hem li cîhana nû hem jî li Rojhilata Navîn bike hêzeke mezin. Li vir van rojên dawî em bi hev re dişopînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê hevdîtin bi TBB’ê re kir
Nûçeya Pişt re Polîsan bi ser mal û nivîsgeha Azad Bariş de girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Di destûra nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan werin parastin’

Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî yên li Rojava Hediya Şemo diyar kir ku divê pergala Rêveberiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz li tunelên berxwedanê hate pîrozkirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li tunelên berxwedanê Newroz pîroz kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îzlandayê volkan teqiya: Rewşa awarte hate ragihandin

Li nîvgirava Reykjanes a li Îzlandayê, ji xeteke nû ya volkanîk lav herikî. Êvara Şemiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 24’Ê GULANA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tuncer Bakirhan û Ahmet Davutoglû li hev civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Serketina pêvajoyê bi têkoşîna birêxistinkirî re pêkan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?