Dadgehê Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku Tirkiyeyê xalên 5/1, 5/3, 10 û 18 yên DMME’yê binpê kiriye.
Dadgehê, diyar kir ku girtina Aysel Tugluk li ser “gumanek maqûl” nehatiye avakirin. Biryar da ku dadgehên herêmî li ser bingeha sedemên neberbiçav ên wekî “cewherê sûc”, “rewşa delîlan” û “metirsiya revê” bêyî ku nirxandinek kesane bikin, fermanên girtinê derxistine.
AZADIYA RAMANÊ
Her çend hate gotin ku axaftin û çalakiyên Aysel Tugluk di çarçoveya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) de divê di çarçoveya azadiya ramanê de li gorî xala 10’emîn a AÎHS’yê werin nirxandin jî, DMME’yê destnîşan kir ku girtina wê ya 15 mehan ji ber van axaftinan binpêkirinek eşkere ya azadiya ramanê ye.
Dadgehê dît ku girtina Aysel Tugluk armanca veşartî ya “tepeserkirina muxalefeta siyasî û sînordarkirina pirrengiya demokratîk” ku xala 18’emîn a AÎHS’ê binpê dike.
DMME’yê biryar da ku îstismarkirina di dema rewşa awarte (OHAL) de nikare van binpêkirinan rewa bike.
TAZMÎNAT
Dadgehê biryar da ku divê Tirkiye 16 hezar euro tazmînata madî û hezar û 500 euro jî mesrefên hiqûqî bide Aysel Tugluk.
Dadgehê her wiha bi bîr xist ku cezayê 10 sal girtîgehê yê Aysel Tugluk ji ber “endamtiya rêxistinê” di sala 2018’an de li ser îtîrazê hatibû birîn. Dadgehê diyar kir ku girtina wê ji bo armancên siyasî û bêdengkirina nîqaşa demokratîk pêk hatiye.
XALA 18’AN
Ev biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yek ji tesbîtên herî giran ên binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê di salên dawî de tê dîtin.
Di hiqûqa DMME’yê de binpêkirina Xala 18’an weke biryarek ku kêm tê dîtin e.
MERAL DANIŞ BEŞTAŞ: EV BIRYAREK EDALETÊ YE
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal derbarê binpêkirinê de ev daxuyanî parve kir:
“Biryara Aysel Tugluk ne tenê ‘biryarek adîl’ ji bo kesekê/î ye; ew biryarek adîl ji bo her kesê ku ji ber raman, nasname û gotinên xwe hatiye cezakirin e. Lê belê, vê biryarê salên ku ji jiyana Aysel Tugluk hatine dizîn, tenduristiya ku wê winda kiriye û gelek tiştên din jî bi bîr xistiye! Wê zirara kûr a ku edaleta derengmayî dikare li ser mirovekî bide eşkere kiriye! Ji bo ku edalet pêk were, ma çend binpêkirinên din hewce ne? An jî divê ku çend jiyan werin tunekirin!”