Yekşem, 18 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kira Legerhausen: Di karên Jineolojiyê de em derbasî pêvajoya avakirinê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ronda Tayfûr: Jineolojî dike ku em ji paceyên cuda li pirsgirêkan binihêrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê: Divê Jineolojî bi zimanê civakê biaxive 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aze Ronecan: Jineolojî li min da lêpirsînkirin ku ez dixwazin civakekî çawa ava bikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Jineolojî dihêle ku jin bi dîrok û nasnameya xwe bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e, ne DEM Partî ye’
Rojane

‘Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e, ne DEM Partî ye’

Ji rêveberên DEM Partiyê Unal Yûsûfoglû got, "DEM Partî di pêvajoya danûstandinan de wê bi erka xwe rabe, lê muxatabê sereke DEM Partî nîne. Divê ev yek bê fêhmkirin. Muxatabê esasî Rêber Ocalan û PKK ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Unal Yûsûfoglû asta heyî ya pêvajoyê, êrîşên li ser DEM Partiyê û polîtîkayên partiya xwe ji ANF’ê re nirxand.

Unal Yûsûfoglû anî ziman ku pêvajo li gel ku ji aliyê Bahçelî ve hate destpêkirin, hîmê pêvajoyê ji aliyê Rêber Apo ve hate danîn û got, “Bahçelî pêvajo da destpêkirin, lê belê yê ku pêşengî ji vî karî re kir, bingeh danî, rê û rêbaz diayr kir, çareseriyên rasteqîn afirand û di nava van çareseriyan de hem rêxistin, hem gelê xwe, hem jî dostên xwe seferber kir Rêber Abdullah Ocalan bi xwe ye.”

Yûsûfoglû destnîşan kir ku banga 27’ê Sibatê divê weke mîladekê bê dîtin û ragihand ku li gorî hin derdoran hem PKK hem jî gelê Kurd wê ev daxuyanî qebûl nekiribûna, lê belê bûyerên ku qewimîn ev bendewarî têk birin. Yûsûfoglû got, “Banga 27’ê Sibatê gelekî girîng bû. Piştî daxuyaniyê muxatab û aliyê esasî yê vî karî PKK’ê daxuyanî ji xwe re kir esas, biryar da ku kongreya xwe ya 12’emîn bicivîne, xwe fesix bike, çekan dîne. Ev yek ji bo Rojhilata Navîn gelekî bi wate bû. Bi dîtina min di vir de tişta herî girîng a ku divê li ser bê rawestîn ew e têkilî û girêdana xurt a tevgear bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û realîteya Kurd a hemdem e ku vê tevgerê afirand.

Li gorî gelek derdoran daxuyaniya 27’ê Sibatê wê bersiva xwe nedîtibûya; dihate gotin ‘PKK wê qebûl neke, gelê Kurd wê xwe nêzî vê yekê nek’. Lê belê careke din hate dîtin ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hemû sazî û pêkhateyên xwe li pişt Rêber Abdullah Ocalan sekinî; ragihand ku Rêber Abdullah Ocalan weke îradeya xwe dibîne û ev daxuyaniya Ocalan ji bo xwe weke wezîfeyê dibîne. Ya ku diviyabû bihata kirin jî ew bû ku li gorî daxuyaniyê tevbigere.

Bêguman merasîma şewitandina komek ji gerîlayan a bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat yek ji gavên girîng ên vê pêvajoyê bû. Di vê mijarê de daxuyaniyên aqlê sazî û rêveberiya PKK’ê jî ji bo birêxistinkirina pêvajoyê û rêveçûna wê girîng bû.

Ji bo avakirina esasê vî karî girîng bû. Her wiha daxuyaniyên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê nîşandana amadekarî, rêxistinî û biryardariya aliyê Kurd a li ser vê mijarê divê gelekî baş bêne fêhmkirin.”

Unal Yûsûfoglû di dewama axaftina xwe de anî ziman ku divê rola DEM Partiyê ya di vê pêvajoyê de rast bê fêhmkirin û diyar kir ku nêrînên xwe yên têkildarî pirsgirêka Kurd zelal e, lê belê muxatabê sereke Rêber Apo û PKK ye. Yûsûfoglû li ser mijarê axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

“Em vê yekê bibêjin: Demên berê -Ji Agirbesta 93’an heta bi pêvajoya Osloyê, heta pêvajoyên çareseriyê yên 2013-2015’an- her serdem xwedî taybetmendiyên xweser in. Di her demê de êş û zehmetî hebûn, yên vê demê jî hene. Beriya her tiştî divê rola DEM Partiyê ya di vê mijarê de baş bê pênasekirin. Di mijara çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de refê DEM Partiyê zelal e. DEM Partî li aliyê çareseriyê ye. DEM Partî di pêvajoyên aştî û danûstandinê de her tim bi rola xwe radibe.

Ji xwe hincetên avabûnê yên DEM Partî û HDK’ê diyar in: Ji ber ku baweriya xwe bi jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê, bi avakirina paşeroja hevpar û xwişk û biratiyê tîne ev partî û kongre ava bûn. Lewma DEM Partî wê di vê pêvajoya danûstandinan de berpirsyariya xwe bi cih bîne; lê belê DEM Partî di pirsgirêka Kurd de muxatabê sereke nîne. Divê ev yek bê fêhmkirin.

Muxatabê esasî Rêber Abdullah Ocalan û PKK ye. DEM Partî di hemû daxuyaniyan û pêşniyarên xwe de bi eşkere nîşan da ku muxatab kî ye. Dema ku pêvajoya çareseriyê hate betalkirin û şerê kaotîk destpê kir jî DEM Partiyê tenê tiştek pêşniyar kir: Bila tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re bê kirin; ji ber ku muxatabê pirsgirêka Kurd Birêz Abdullah Ocalan e, lewma her daxuyaniya ku Abdullah Ocalan bide, wê deriyê aştiyê veke.

Di vir de wezîfeya sereke ya DEM Partiyê ew e ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo aştiya Tirkiyeyê binirxîne, vê yekê bigihîne gel, bigihîne hemû dînamîkên Tirkiyeyê û bigihîne paşerojê. Lewma DEM Partî bi rola xwe zane; bi sînorê xwe zane, bi pîvanên xwe zane û li gorî vê siyasetê dimeşîne.

DEM Partî neçar e ku weke partiya muxalefeta bingehîn a li Tirkiyeyê partiyên din ên muxalefetê, derdorên çep û sosyalîst, qada kedê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, komeleyên xwecihî, avaniyên jin û ciwanan, akademî û çapemeniyê tevlî pêvajoyê bike. Rola xwe ev e: Banga civaka demokratîk û projeya wê bigihîne van hemû beşan û wan bike parçeyek ji vê pêvajoyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Li Abya Yala Civaknasiya Azadiyê ya Rêber Apo rastî eleqeyek mezin tê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li herêma Bêtkar a Qilêbanê rojane nêzî 700 ton dar têne birîn

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Bêtkar a navçeya Qilêbanê bi destê cerdevanan rojane derdroa…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

Nûnerên Meclîsên NRW YJK-E’yê li kampa perwerde û nîqaşê ya sê rojan li Kolnê civiyan.…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên girtiyan li Silopiyayê piştgirî dan çalakiya girtiyan

Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên Silopiyayê ji bo piştevaniya bi çalakiya girtiyên siyasî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?