Polîsan biryara “qedexe ye” ya Qeymeqamtiya Başakşehîrê wekî hincet nîşan da, karkerên ku xwestin li ber avahiya holdîngê daxuyaniyê bidin binçav kirin.
Sendîkaya Yekbûyî ya Karkerên Tekstîl, Tefn û Çermê (BÎRTEK-SEN) ku karker lê bi rêxistin in bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ê dest ji berxwedanê bernedin.
BÎRTEK-SEN’ê di hesaba xwe ya X’ê de ev tişt parve kir: “Em ê li hemberî serokê Ozak û hemû hêzên li kêleka wî li ber xwe bidin! Em ê bi ser bikevin!”
Karkerên ku li Ozak Tekstil a li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Rihayê xebatên xwe dimeşîne ji ber rêxistinbûnê ji kar hatin derxistin, berxwedana xwe ya ku di 27’ê Mijdarê de li Stenbolê dabûn destpêkirin didomînin.