- Jiyan û xwebûneke Kurd a xwedî giraniyeke hêja, diyariya Rêber APO ye. Ji ber ku rêza herî bi nirx a ji bo evînê weke rêgez hîmê wateya Îmraliyê ye. Ev êdî xeyal, hevbeşî, hişmendî û rêbaza têkoşîna hevgirtî ye.
Felsefevana serdema nêz Hannah Arendt dibêje; ‘Jiyana di nav tirsê de, ruhê gel dikûje û ew gel êdî nikare azad be.’ Ev diyardeya ku Arendt dibêje, bi taybetî ji nav xofa sedsala 20an ku du şerên cîhanê weke rûreşiyeke mirovahiyê derbas kiriye, aniye ser ziman. Lê di heman demê de weke derbirîna daneheva tevahî mirovahiyê ya ku ji wê kêliya avakirina tirs û xofê û heta niha kiriye xulaseyeke hişmendiyê. Ji xwe her çiqas nav bigûhere jî du çemkên ku avakarê dîrokê ne, di navbera vê xeta tirs û xofê û li hemberî vê xeta berxwedanî û parastina rûmeta mirov û civakê de derbas bûye. Parazvaniya rûmeta civaka li derdora jin-dayikê li hemberî vê xeta xof û tirsê ku bi aqlekî jahrî tevahî nirxên bedew û bi sinc hewil daye tune bike di nav şerekî dijwar, bêaman û berdêlên mezin daye. Tirs û xof destpêkê li ser jinê hate avakirin û ev belavî tevahî civak, gel û baweriyan kirin.
Li hemberî vê hişmendiya bi jehr a tirsê, pêşengên ku çirûska berxwedanê vêdixin, rûmetê bibîrtînin û meşa azadiyê didin destpêkirin derdikevin holê. Yekem gav ji bo yê pêşeng xeyal kirine. Hêza pêşeng li derdora xeyalê komkirine. Li bin banê esmanê şîn, erdnîgariya mazûvaniya hemû ruhberan, parvekirina adîlane weke xeyaleke hevbeş a di wateya şaneyî de ye. Înanna bi vê xeyalê dide ser rêya ME’yê xwe û Prometheus bi vê xeyalê di nav qurnê darekê de terafa agir digihîne mirovan, pêxamber avakarê vê xeyalê ne û zanyar û rêberên têkoşanê afrînerên vê xeyalê ne.
Xeyalkirin û li gorî xeyalê xwe jiyankirin û bi dildarî hevparîkirina xeyal ne para her kesekî an kesekê ye. Kesayetên newaze ferz dike.
Xeyal hişmendiyê dixwaze û dîdara wan bîrdoziyê diafrîne. Bîrdoziya ku serdeman dide avakirin û ji serdeman derbas dike, di kesayet de civak û di kêliyê de demê diafrîne. Bi cewhere, pêş dem û cih e. Li xwe zêde dike, ji tevahî xitimandin û qeyranan re çareseriyên binyadî diafrîne. Ev bi xwe re pênaseyên mîna xweda û xwedawend, peyxember, feylesof, zanyar, rêber û hwd tîne.
Ya ku li Îmraliyê pêş dikeve jî ev e. Mesele ji meseleya pirsgirêka Kurd û Tirk wêdetire. Ev beşeke ji pirsgirêkê. Li hemberî tirs û xofa serdestî, deshilatdar û qatîlên kastîk ên tevahî serdem û serdema ku em tê de jiyan dikin rêya derketin û rêbaza têkoşînê nîşan dide. Li hemberî deshilatdariya erjeng a di wateya mutlaq de ku weke çarenûsa jêneveger li ser jin, civak, zarok, ciwan û gelan hatiye ferzkirin. Hişmendiya jiyana azad a li derdora jinê, civakbûna li ser hîmê komunalîteyê, jîngeheke ku malovaniyê li tevahî hebûnan dike û demokrasiyeke di wateya rast de, hişmendiya Îmraliyê ye.
Jiyan û xwebûneke Kurd a xwedî giraniyeke hêja, diyariya Rêber APO ye. Ji ber ku rêza herî bi nirx a ji bo evînê weke rêgez hîmê wateya Îmraliyê ye. Ev êdî xeyal, hevbeşî, hişmendî û rêbaza têkoşîna hevgirtî ye. Êdî ew tirsa ku ruhê gel dikûje, di şênberiya gelê Kurd de şikestiye.

