Fermandara Giştî ya Yekîneyên Antî Teror Destîna Kobanê li ser avakirin û armanca Yekîneyên Antî Terorê ji ANF’ê re axivî û wiha got, ‘’Yekîneyên Antî Terorê li hember êrîş û qirkirin û dagirkirinê yê li ser xaka Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2014’an de hate avakirin. Piştî 2014’an êrîşên hêzên Terorê wekî DAÎŞ’ê li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin. Bi zêdebûna van êrîşan re pêwîstî dîtin ku hêzeke taybet ku di warê leşkerî, siyasî û teknîk de pisporî di nav QSD’ê de were avakirin, li hember êrîşên terorê û bi taybetî jî DAÎŞ’ê û bi armanca parastina gelê herêmê Yekîneyên Antî Terorê hate avakirin.”
‘ROLA YAT’Ê YA DI TÊKBIRINA DAÎŞ’Ê DE’
Di berdewamiya axaftina xwe de fermandar Destîna tekez kir ku Yekîneyên Antî Terorê di têkbirina DAÎŞ’ê de roleke mezin lîst û wiha domand, ‘’Dîrokeke dagirtî ya Yekîneyên Antî Terorê heye, şehîdên xwe di asta fermandarî de hene. Çalakiyên bi fedayî li dar xistin û gihîştin asta şehadetê. Her wiha li hember şerên ku bi ser herêmê ve hatine bi taktîk û rêbazên cûr be cûr li hember operesyonên taybet û heta bi hemleyên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pêkanîn, Yekîneyên Antî Terorê cihê xwe girtin e. Gelek serkirdeyên DAÎŞ’ê yên ku dîrokek wan a terorê hene, Yekîneyên Antî Terorê digirtin û kuştina wan de roleke sereke lîst. DAÎŞ weke hêzek ku derket pêş û tirs di dilê her kesî de da avakirin û gelek dewletên ku xwedî ezmûnên mezin û xwedî artêşên pispor in, lê îradeya wan ku dijî DAÎŞ’ê şer bikin, li ber xwe bidin û DAÎŞ’ê têk bibin tune bû, lê YAT heta keleha dawî yê ku DAÎŞ’ê xwe tê de bi cih kiribû ango li Baxozê, şer kir û di têkbirina DAÎŞ’ê de jî roleke sereke lîst.”
‘YAT PÊŞÎ LI HEWLDANÊN DAÎŞ’Ê GIRT’
Destîna Kobanê di nav axaftina xwe de bal kişand ser xebat û operesyonên ku hêzên YAT’ê li darxistiye û wiha pêde çû: ‘’DAÎŞ bi rêya şaneyên xwe tevgerê xwe di herêmê de berdewam kir. Ji bo wê YAT bi hevkariya hêzên koalîsyonê re operesyonên taybet li darxistin, di van operesyonan de ji rayedarên DAÎŞ û heta ku bi şaneyên wan ên xeterî li ser civakê didan avakirin, hatin hedefgirtin. Di pêvajoya derbasbûyî de gelek xebatên hevpar bi YNK’ê, CTG’ê re jî hatin lidarxistin. Li kêleka van xebatan gelek hemle li kampa Holê û li hember hewldanên rev, îsyan û pêkanîna komkujiyan di herêmê de ji aliyê girtiyên DAÎŞ’ê yên di zindanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de YAT’ê pêşî li wan girt.’’
‘YAT LI HEMBER DAGIRKERIYÊ DERKET PÊŞ’
Di berdewamiya axaftina xwe de Fermandar Destîna Kobanê destnîşan kir ku YAT hêzeke wiha ye ku di warê taktîk û çawaniyê de têr û tijî ye û got, “Yekîneyên Antî Terorê li dijî teror, zilm û dagirkeriyê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe da meşandin. Divê em têgeha terorê tenê bi DAÎŞ’ê sînordar negirin dest. DAÎŞ wek rûyek sereke derket pêş, lê gelek hêzên ku xwestin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin û zilmê bidin meşandin, qetilkirin û qetlîaman pêk bînin hebûn, lê hêzên YAT’ê li hember wan rola xwe lîst û pêşengtî kir. Her wiha Yekîneyên Antî Terorê xwe li seranserî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kiriye. Her wiha di warê çawanî û taktîkê de di cûr be cûrbûyînê de têr û tijî ye.”
‘DI NAV YAT’Ê DE CIHGIRTINA JINAN’
Fermandara YAT’ê Destîna Kobanê diyar kir ku YAT ji her du zayendan pêk tê û wiha got, ‘’Hêzên YAT’ê ji hevalên jin û xort pêk tê, hêzeke ku wek ên li hemû cîhanê ji zilam tenê û yekrengî rengî pêk tê nîne. Di nav YAT’ê de hevalên jin ê YPJ’ê di asta fermandarî hene. Di nav fermadariya tabûrê û di rêvebirinê de hevalên jin di nav Yekîneyên Antî Terorê de cihê xwe digirin. Di nav operesyonên taybet, perwerdeyên taybet de rola hevalên jin pir li pêş e. Ji ber ku heta kesek bibe endamê hêzeke bi vî awayî pispor divê di aliyê fîzîkî, fikir û îrade de di gelek pêvajoyan de derbas bibe. Hevalên jin jî yên ku di nav YAT’ê de cih digrin ev pêvajo derbas kirine û têgihîştina wan di warê teknîk, taktîk, operesyon û çalakiyên taybet de pir li pêş e.”
‘YAT XWEDÎ EZMÛN, DÎROK Û PRATÎKÊ YE’
Fermandar Destîna diyar kir ku YAT xwedî ezmûn û dîrokekê ye û wiha got, ‘’Da ku mirov di artêşeke pispor de cihê xwe bigire ango xwe jê re wek berendam dibîne, dikare beşdarî nav YAT’ê bibe û di parezvantiya xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih bigire. Aliyê ku YAT’ê ji hêzên dîtir cûde dike ew e ku YAT xwedî ezmûneke pratîkî ye, tenê pewerde nedîtiye. Xwedî dîrokeke û xwe îsbat kiriye. Ji ber beşdarbûna YAT di gelek operesyon û şerên ku di herêmê de dihatin lidarxistin de, YAT pisporiya xwe teknîk û taktîk heye. YAT hêzeke ku li dijî zilm û terorê hatiye avakirin, lê di roja îro de em li Sûriyeyê mêze dikin bûyerên zilm û terorê bi taybet piştî rûxandina rejîma Baasê û bi valatiya ku derket holê re ev bûyer hîn jî tên jiyîn û li Sûriyeyê valatiyeke siyasî û ewlekarî pir cidî derket holê. Vê yekê hişt ku DAÎŞ careke din li Sûriyeyê xwe bi rêxistin bike. Li gelek herêmên Sûriyeyê ji Şamê heta îdlib, Dêrazor û heta Cereblus xwe bi rêxistin kirine. Ji bo wê di vir de em dixwazin vê peyamê bidin.’’
‘YAT JI BO PARASTINA TEVAHÎ SÛRIYEYÊ AMADE YE’
Di berdewamiya axaftina xwe de fermandar Destîna Kobanê anî ziman ku YAT ji bo parastina hemû xaka Sûriyeyê amade ye û wiha pêde çû, ‘’Em weke Yekîneyên Antî Terorê amade ne, li ser asta Sûriyeyê bi hevkariya kîjan hêzê dibe û çalakiyên pêwîst yên bi armanca parastina hemû gelên Sûriyeyê pêk bînin. Ji ber Yekîneyên Antî Terorê hemû gel xwe dibîne. Di demeke ku her kes çek û amûrên xwe yên şer dide şûxilandin, QSD amade ye ku bi awayekî aştiyane çareseriyê pêş bixe. Çi perspektîfên ku fermandariya QSD’ê bide em ji bo wê amade ne, niha QSD daxwaza yekîtiya Sûriyeyê dike û wê yekîtiya Sûriyeyê wisa pêk were. Eger mafê hemû pêkhateyan di Sûriyeyê de were parastin û xwe rêvebirin ev tiştên esasî ku ji bo hemû gelan derbasdar e. Eger ev mafê hemû pêkhateyan di destûrî de were nivîsandin, ji ber ku ew ne kêmnetew in, hemû pêkhate beşek mezin ji Sûriyeyê temsil dikin.’’
‘DIVÊ MAFÊ HEMÛ PÊKHATEYÊN SÛRIYEYÊ DI DESTÛRÎ DE HEBE’
Di nav axaftina xwe de fermandar Destîna diyar kir ku divê mafê hemû gelên Sûriyeyê di destûra Sûriyeyê de hebe û wiha domand, ‘’Gel nezan nîne, serdemek nû pêş ketiye. Êdî herkes dixwaze xwe bi çanda demokrasiyê bi rêve bibe. Kesek hukmek navendî û wek berê êdî qebûl nake, ji bo yekîtiya Sûrî divê mafê herkesî di destûrê de were naskirin. Hêzên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin, ew kesên ku niha înkarê didin meşandin, hêzên ku dixwazin herkes çekê xwe deyne û xwe teslîm bike, ew Sûriyeyê parçe dikin. Ji ber ku dema mafê kesî nîn be û were înkarkirin û qetilkirin li hember wê serhildan pêş dikevin û bi vê awayî Yekîtiya Sûriyeyê çênabe. Pirsgirêk a tevahî Sûriyeyê ye û ji bo çareseriya wê, ev zêdetirî 12 sal in Rêveberiya Xweser û QSD xwe bi rê ve dibin û ji bo çareseriyê divê hevkariyek hebe.’’
‘EM LI HEMBER HER CÛRE ÊRÎŞÊ AMADE NE’
Destîna Kobanê anî ziman ku ew weke hêzên YAT’ê ji bo sekinandina li hember her cûre êrîşên ku ser xak û gel de werin amade bin û got, “Wekî Yekîneyên Antî Terorê çi pêwîst bike ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê em amade ne, lê yên ku bixwaze dîsa me înkar bike, êrîş bike, me tune bike, mafê me yê xwe parastin û xwe rêvebirinê nîn be û di serdemek wek niha de banga dike ku divê çekê xwe deyînin. Lê dema ku dijminahî nema û çareserî û aştiyeke mayînde çêbû wê çaxê yên ku berî herkesî çekê xwe deyînin em bin. Ji ber me çekên xwe li ser esasê parastinê rakiriye. Ji bo wê ji bo her cûre êrîşên ku bi ser xak û gelê me de were, em ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê amade ne.’’
Di dawiya axaftina xwe de ji Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Antî Teror Destîna Kobanê wiha got, “Niha komîteyek ji bo danûstandina bi Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê re derketiye, biryarên ku ew komîte bigire di kîjan astê de be ji bo me jî derbasdar e. Lê heta niha tu daxwazek fermî ji bo parastina hemû xaka Sûriyeyê ji me re nehatiye kirin. Eger fermandariya QSD’ê wê perspektîfê bide me, em ji bo wê amade ne û hêz û profesyoneltiya me têrê dike.’’

