Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1’ê Sibatê ji Wan û Qersê destpê kirî, di roja 6’an de dewam dike. Meşvanên ku diçin bajar, navçe û gundan bi gel re tên ba hev. Li her devera ku meşvan gihiştinê, bi coş û kelecaneke mezin hatin pêşwazîkirin. 13’ê Sibatê wê her du bask jî li Amedê bên ba hev. Meş wê di salvegera Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê de li Amarayê bi dawî bibe.
Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz ku di baskê meşê yê Qersê de cih digire, behs kir ku ew li bajaran çawa hatin pêşwazîkirin û bal kişand ser armanca meşê.
‘EM SÎNERJIYEKE BAŞ DIGIRIN’
Sumeyye Boz diyar kir ku meşa li dijî polîtîkayên zext û tecrîdê dane destpêkirin, dengekî girîng derxist û got: “Meşa ji Wan û Qersê weke du baskan destpê kir. Helbet ev ne meşeke welê ye ku tenê du baskan eleqeder û bandor bike, meşeke ku hemû Bakurê Kurdistanê eleqeder û bandor dike. Ev meş hemû gelê Bakur dihewîne. Sedemê ku me ji du baskan destpêkirî ew e ku em xwe bigihînin hemû herêman û hemû sînorên li wan herêman. Em armanc dikin ku xwe bigihînin hemû gel. Li her cihê ku em diçinê em bi nêzîkatiyên baş tên pêşwazîkirin. Li navçe û gundên ku em diçinê em sînerjiyeke pir baş digirin, ew jî dibe sedem ku em hîn bi coştir bibin.”
‘15’Ê SIBATÊ EM DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN’
Sumeyye Boz ragihand ku ew li her devera ku diçinê bersiva “Tişta ku me ji we hêvî dikir, ev bû” ji gel digirin û wiha got: “Ev jî nîşan dide ku em li ser rêyeke rast in û ne bi tenê ne. Her çendî ku me gotibe me bi 75 kesan destpê kir, lê di rastiyê de li her dera ku em diçinê em bi hezaran in. 15’ê Sibatê wê çalakiya me bi dawî bibe. Destpêkê 13’ê Sibatê li Amedê wê her du bask bigihin hev. Piştre jî 15’ê Sibatê em ê li Amedê vê çalakiyê bi dawî bikin û bigihînin armanca wê. Em bang li hemû gel, kesên demokrasî, edalet û azadiyê dixwazin dikin ku deng bidin vê meşê. 15’ê Sibatê em li wir dengê aştiyê bilind bikin.”
‘ŞIKANDINA TECRÎDÊ WÊ AŞTIYÊ BÎNE’
Boz ragihand ku tecrîd veguheriye rêbazeke îzolasyonê û got: “Tecrîdê bandor li hemû têkîliyên ekolojîk, aborî û siyasî jî kiriye. Tecrîda ku niha li Tirkiyeyê tê kirin, bi vî rengî xwe nîşan dide. Şikandina tecrîdê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn tê wateya aştî, azadî û wekheviyê. Li Tirkiyeyê di serî de Kurd hemû gel rû bi rûyê polîtîkayên zext û bişaftinê tên hiştin. Şikandina tecrîdê tê wateya bi dawîbûna polîtîkayên şer. Şikandina tecrîdê wê ji hemû gelan re aştî, wekhevî û azadiyê bîne. Lewma şikandina tecrîdê girîng e.”