Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de polîsan li Rihayê bi ser mala Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhammed Ayten de girtin.
Ayten di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Dîlokê ve hate destpêkirin de, hate binçavkirin. Muhammed Ayten ji bo îfade dayînê birin Edliyeya Rihayê.