Li Şengalê çalakiyên li dijî tundiya li jinê yên bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê semînerek ji bo mêran lidar xist.
Semînera Akademiya Jineolojiyê li Meclîsa Gel a Digûrê, ji bo mêrên di nava meclîs, sazî û rêxistinên dibin banê Rêveberiya Xweser de kar dikin re hate dayîn. Semînera ji aliyê Endama Akademiya Jineolojiyê Sara Botan ve hate dayîn, bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdan destpê kir.
Sara Botan da zanîn tundî di şexsê jin û zarokan de li ser tevahî civakê jî tê pêkanîn û dest bi axaftina xwe kir: “Di dîroka Êzdayetiyê de timî roleke taybet û sereke ya jinê hebû. Nêrîna wê hebû û cihê wê jî diyar bû. Jin di heman demê de hêza biryarê jî bû. Di roja me ya îro de bandora çandên din li ser civaka me heye. Dema em behsa tundiyê dikin, hevalên mêr tenê weke lêdanê fêm dikin. Gelek hevalên me yên mêr dibêjin, tundî li ser jinê nîne. Dibe di hinek malan de nebe, lê di derdorê de heye. Em li giştî tabloya di civakê de derdikeve dinêrin. Maf û îradeya jinê ji dest wê hatiye girtin.”
Di dewama axaftina xwe de Sara Botan diyar kir ku dema îradeya jinê nebe, wê ya civakê jî nebe û wiha domand: “Jin bingehê civakê ye. Di fermanê de herî zêde jin hate hedef girtin. Herî zêde jin êşa fermanê kişand û zilm lê hate kirin. Li cihekî jin ne xwedî gotin û hêza biryarê be, wê ew civak berbi tunebûnê ve biçe. Ev çanda tundiyê ya li ser jin û zarokan pêktê, zilam jî girtiye nav xwe û li ser wî jî çêdibe. Ev tundî hem fikrî û fizîkî heye. Em niha hem weke jin hem jî weke civak rûberûyê tundiyeke mezinin. Heya em xwe rast nekin, emê nekarin derdora xwe jî sererast bikin. Yên bikarin bi vêya re têbikoşin û tune bikin jî, ew kesên xwe li ser fikrê Rêbertî perwerdekirine. Dema em behsa kuştina zilam dikin, behsa zêhniyeta wî dikin.”

