Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê, bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, hêviya ku cejn bibe wesîleya xurtkirina aştî, edalet û hevgirtina civakî hat destnîşankirin û banga yekîtiya neteweyî di navbera gelê Kurd de hat kirin. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku parastina ziman û nirxên çandî yên Kurdî hem berpirsiyariyeke mirovî û hem jî neteweyî ye.
Daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi vî rengî ye:
“Em Cejna Qurbanê li tevahiya gelê Kurdistanê û gelê Misliman pîroz dikin. Em hêvîdar in ku ev cejin bibe wesîleya xurtkirina hişmendiya aştiyê, hesta edaletê û exlaqa civakê. Bila cejin bibe wesîleya serweriya maf û hiqûqê û avabûna hawîrdoreke ku pirsgirêk bi rêya diyalog û siyasetê çareser dibin. Tevkarî li çanda xwişk-biratî û hevgirtinê di navbera gelan û baweriyan de bike. Di heman demê de heca hemû Mislimanên ku îsal hecê dikin pîroz be. Em hêvîdar in ku bawerî û niyeta di hecê de tê kirin, di tevahiya jiyanê de dewam bike.
Em weke Tevger, bawer dikin ku pêwîste hişmendiya derbarê wate û nirxê çandî ya cejnên olî de, xurtir bibin. Em diyar dikin ku Cejna Qurbanê di cewhera xwe de li dijî pêkanînek zalimane ye. Ji ber vê yekê divê cejin li gorî wateya xwe ya kûr bê pîrozkirin. Em bibîr dixin ku parastina bîranîna vê baweriyê ku mirovahiyê ji zilm û înkarê rizgar kiriye, peywirek pîroz e. Ji ber vê yekê divê em jibîr nekin ku di cejnê de bi qasî qurbanê berpirsyariyên me yên din jî hene. Em di wê baweriyê de ne, ku di roja me ya îro de li dijî zordar û înkarkarên bi maskeyên olî tevdigerin bi wêrekiya Îbrahîm helwest raberkirin, mîrateya herî xurt e ku vê cejnê daye mirovahiyê. Li ser vê bingehê em bang li kesên xwedî wijdan dikin ku îro jî ji bo başî û bedewiyê ked ddin û têbikoşin, li gorî vê kevneşopiya pîroz bi hêztir têbikoş in.
Bi wesîleya cejnê em bang li hewîrdorên Kurdistanî dikin ku yekîtiya neteweyî xurt bikin û ji bo mayîndekirina wê giranî bidin vê xebatê. Em bawer dikin, ku ev xebat dê ji bo gelê me bibe diyariya herî mezin a cejnê. Divê em li hemberî kesên ku hewl didin fitne di navbera gel û baweriyên Kurdistanê de derbixin, hişyar bin. Em diyar dikin ku li dijî her cure cudakarî, divê em giranî bidin xebatên pêşxistina civakeke demokratîk. Em hemû Kurdistaniyan vedixwînin ku piştgirî bidin banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd.
Cejn, yek ji wan rojên ku gel û bawerî nirxên xwe yên çandî bi rengekî herî paqij dijîn. Bi vê wesîleyê, em wek erka xwe dibînin ku bibîr bixin xwedî li ol û çanda xwe derketin, tê wateya erkek olî, mirovî û neteweyî ye. Em diyar dikin, girînge ku Kurd di cejnê de çalakiyên xwe li gorî kevneşopiyên çanda xwe û bi zimanê xwe pêk bînin.
Bi wesîleya vê cejnê, em careke din şehîdên xwe bi minetdarî bibîr tînin. Li ber bîranîna wan em bi hurmetî bejna xwe ditewînin û hezkirin, hurmet û dilsoziya xwe dubare dikin. Em bang dikin ku, duayên xwe ji bo serketina doza ku şehîdan canê xwe di oxirê wê de feda kirine, bikin. Em dixwazin bibîr bixin ku, mîna cejnên bihurî, weke gel bi rengekî girseyî vê cejnê jî serdana goristanên şehîdan kirin wezîfeyek neteweyî ye. Em dixwazin diyar bikin ku pêkanîna wezîfeyên xwe yên li hemberî şehîd û gaziyên xwe li gorî bawerî û çanda gelêrî ya welatparêz berpirsyariyeke mezin e. Bi heman baweriyê hevgirtina madî û manewî ya bi malbatên şehîdan re jî berpirsyariyeke neteweyî ye.
Bi hişmendî û hestên xwe yên dîrokî, civakî û welatparêzî em careke din di şexsê malbatên şehîdan de cejna hemû gelê me yê bi nirx pîroz dikin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo serketina dawîn a avakirina jiyana demokratîk a ku gelê me heq dike, bixebitin.”

