Endamê Desteya Rêveberiyê ya Baroya Amedê parêzer Hasan Kendal Selçûk gavên şênber ên ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji 27’ê Sibatê û vir ve avêtine bi bîr xist û got, “Lê belê dewletê hîn bersiv nedaye van gavên şênber. Qîma xwe tenê bi daxuyaniyên ji nêta baş tîne, lê ev têrê nakin.”
Parêzer Hasan Kendal Selçûk ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku dewlet gelekî giran tevdigere û got, “Bi vî rengî amadekirina qanûnan hêsan nîne. Di meseleyeke bi vî rengî bingehîn de zehmet e ku di nava salekê de çareserî bê peydakirin, lê belê hin gav hene ku divê dewlet bi lez biavêje. Komîsyon êdî kete wê pêvajoyê ku qanûnê pêşniyar bike. Me jî ji bo piştgiriya bi karên qanûnê weke Baroya Amedê komîsyonek ava kir. Karê me yê esasî yê sereke derxistina qanûnên entegrasyon û ahengiyê ne. Piştî ku PKK’ê hêzên xwe hemû derxist derveyî sînor qanûnên entegrasyonê divê tekez bêne amadekirin. Meclîs di vê mijarê de divê dest bi karên pêwîst bike.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ’ DIVÊ BI CIH BÊ ANÎN
Selçûk işaret bi girîngiya gava li ser ‘Mafê Hêviyê’ kir û got, “Zemîna qanûnê divê tavilê bê amadekirin. Nêzî 4 hezar girtî hene ku cezayê girtîgehê yê cezayê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn. Biryarên tekez ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene ku divê yekser bi cih bêne anîn. Lewma di qanûna înfazê de divê bi lez guhertinên pêwîst bêne kirin.”
‘ÊDÎ DEMA SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ YE’
Parêzer Hasan Kendal Selçûk destnîşan kir ku qanûnên entegrasyonê yên ku divê dewlet û desthilatdariyê bixe meriyetê wê tevkariyeke mezin li aştiyê bike û got, “PKK’ê xwe fesix kir û hêzên xwe ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişand. Di mijara guhertinên qanûnî yên ku divê Tirkiye bike îradeyek danî holê. Bi vî rengî anî ziman ku divê beşek ji qanûnan û pênase wan êdî bêne guhertin. Mînak; pênaseya welatîbûnê ya li Destûra Bingehîn madeyeke ku her kesên li Tirkiyeyê bi rengê Tirk qebûl dike. Xaleke destûra bingehîn e ku komên din ên olî û etnîkî li derveyî xwe dihêle. Divê ev yek bê guhertin. Têkildarî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin. Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê divê ji destpêkê heta dawiyê bê revîzekirin. Guhertinên têkildarî azadiya îfadeyê divê tavilê bêne kirin. Li gel vê yekê qanûnên entegrasyonê ku pêvajoya entegrasyonê ye, divê bi lez bêne derxistin. Rewşa milîtanên ku çek danîne divê zelal bibe. Ne tenê ji bo wan, divê rewşa mehkûmên siyasî yên li welêt jî diyar bibe. Zemîna van ji aliyê hiqûqî û qanûnî ve divê bê amadekirin. Mijareke din jî kuştinên kiryar nediyar e. Dewlet red dike ku kuştinên kiryar nediyar ji aliyê wê ve nehatiye kirin, lê belê eşkere ye ku ji aliyê JÎTEM’ê ve hatiye kirin ku rêxistineke dewletê ye. Divê dewlet rûbirûyê vê mijarê bibe.”

